Rojnameya Ronahî

Nêzîkbûna Erebîstana Si’ûdî û Sûriyê

Zekî Bedran

Erebîstana Si’ûdî ragihand ku wan têkiliyên xwe yên bi hikumeta Sûriyê re asayî kirin û biryar dane ku balyozxaneyên xwe vekin. Beriya niha jî bi hewldanên Çînê, Sûdiyê ragihand ku wan biryar daye bi Îranê re hevdîtinan çêbikin û têkiliyên xwe yên bi Îranê re pêş bixin. DYE yê jî diyar kir ku ew li dijî asayîbûna têkiliyan a bi Sûriyê re ne. Li gel vê jî tu guherin bi helwesta Sûdî re çênebû. Si’ûdiyê demek dirêj bi Îranê re ketibûn qirika hev. Taybet di şerê li Yemenê de ketibûn çeperên dijber. Di demeke ku Çîn û DYE yê xwe li hev radikişandin de, nêzbûna Si’ûdî ya bi Çînê re balkêş e û girînge ku li ser bê nîqaşkirin.

 

DYE demekê ji bo asayîkirina têkiliyên welatên Ereban û Îsraîlê gelek hewl da. Encam ji van hewldanan jî girt. Piraniya welatên Ereban bi Îsraîlê re hevdîtin û lihevkirin çêkirin. Armanca DYE yê ew bû ku Îsraîlê ji tenêbûn û tecrîda li herêmê rizgar bike û biparêz e. Îsraîl, ji derveyî Îranê di aliyê welatên din de rihet bû. Hem di hindir de hem jî li Sûriyê li Îranê xist, hewl da bandora wê ya li herêmê lewaz bike. Carnan DYE û Îran jî li dijî hev êrişên vekirî û veşartî pêk tînin. .

Îran û DYE axa Sûriyê weke qada pevçûnan bikar tînin. Rûsya, ji bo bêzarkirin û derxistina DYE yê ji Sûriyê çi ji destê wî tê dike. Di vî alî de piştgiriya Îranê dike. Li aliyek din jî naxwaze Îran li Sûriyê pir bi bandor bibe. Bi hikumeta Şamê re lihevkirinên stratejîk ên demdirêj çêkiriye. Dixwaze li Sûriyê mayînde bibe û bandora xwe zêdetir bike. Ji aliyekî ve bi Îranê re di nava hevrikiyê de ye, li aliyê din naxwaze bi Îranê re bê beranberî hev. Têkiliyên Îranê bi Şamê re kevin in. Ji bo rejîma Beşar li ser lingan bimîne alîkariyek mezin da. Rûsyayê di aliyekî de jî bi Îsraîlê re gelek hevdîtin çêkirin. Tê dîtin ku bi wan re di gelek mijaran de lihev kirine. Îsraîl li ser hev li Şamê û bajarên din dide. Beşek girîng ên xalên tên hedefgirtin girêdayî îraniyan in. Rûsya piranî li hemberî van êrişan bêdeng dimîne. Pergala parastina hewayî naxe dewrê. Tê pejirandin ku di vê mijarê de bi Îsraîlê re li hev kiriye.

Si’ûdî di nava van nakokî û pevçûnan de piranî li gorî DYE yê tevger kir. Cih di koalîsyona li hember DAIŞ’ê de girt. Beşdarî xebatên bitenêhiştin û guherîna rêveberiya Şamê bû. Li Sûriyê hêzên çekdarî jî di nav de, gelek piştgiriyên cidî da muxalîfan. Li gel van jî rêveberiya Beşar li ser lingan ma. Niha jî dibêje tu sûda tecrîdkirina Sûriyê tune ye. Têkiliyên bi şamê re pêş dixe. Pêşxistina têkiliyên fermî û vekirî bi Şamê re bêguman bi wan re sînordar namîne. Welatên wke Yekîtiya Emîrên Ereban û Qeter ji xwe dest bi hewldanan kirine. B. Esad dest bi gera li welatên Ereban kiriye.

Si’ûdî li rûxma DYE yê van têkiliyan pêş dixe. Ma em dikarin bêjin dikeve nava lêgerînên cuda? Ev pirsek girîng e. Ma dikare ji bo ewlehiya xwe tenê pişta xwe bide DYE yê? Dibe ku ji ber ketine ferqa vê li alternatîfên cuda digere? Ku Si’ûdî hewl da bi tevahî hêzên li dijî Îranê û bi Îranê re ketibûn nava şer re têkiliyan çêbike û bi piştgiriyê cesaret da wan. Di vê rêyê de tişta ku armancdikir bidest nexist. Dît ku Îranê bi hêsanî bes nake. Ji derveyî vê niha ji derveyî Îranê tu hêzên ku gefê li Si’ûdî dixwe tune ye. Îran li Rojhilata Navîn navendek a hêzê ye. Desthilat û rejîm hewl dide ewlehiya xwe ya derveyî sînor biparêz e. Ji bo vê çavkaniyên mezin embar dike. Li herêmê dikare hinekan bibîne ku ji wî re şer bikin. Li herêmê Îsraîlê weke hedef dide nîşan, bandorê li tevahî gelên herêmê dike û di nava Ereban de piştgiriyek cidî digre.

Bîrdozî û rejîma ku Îranê çêkiriye, hertim li dijî Îsraîl û DYE yê di nava seknekê de ye. Îranê di vê mijarê de zext li welatên Korfezê û Sûûdiyan kir. Ew jî ji bo parastina desthilata xwe li derdora DYE yê kom bûn. Lê pêşketinên ku di salên dawî de li herêmê çêbûn, ew ber bi lêgerînên nû ve birin. Dîtin ku DYE li gorî ew dixwazin wan naparêz e. Ji derveyî wê dîtin ku kesek weke Erdogan endamê NATO’yê, ji NATO’ yê zêdetir bi Rûsyayê re têkilî çêkirin û ji vê sûd girt. Temaşe kirin ku NATO û DYE yê tu helwestek cidî nîşanî Erdogan nekirin. Hinek jî ji vê bandor bûn, hevdîtin bi Çînê re çêkirin û gavên asayîbûnê bi Îranê re avêtin.

Îran DYE yê jî diceribîne. Şereke vekirî îlan nake, lê li vir li wir bi dron û fûzeyan DYE yê bêzar dike. Hewl dide nîqaşekî di nava DYE yê de ava bike. DYE di rewşa heyî de, li Rojhilata Navîn şerekî bi Îranê re naxwaze. Çawa ku DYE hewl dide Îsraîlê bi welatên Ereban re bîne gel hev û biparêz e, Îran jî hewl dide ewlehiyan xwe ya li herêmê çêbike û qada tevgera xwe fireh bike. Di vî alî de dê gavên asayîbûna Si’ûdî bi Sûriyê re û hevdîtinên bi Îranê re hevsengiyên li herêmê bandor bike.