Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Serhildana ku Jîna Emînî dest pê kir, em ê dewam bkin’

29/03/2023
in ROJEV
A A
’Serhildana ku Jîna Emînî dest pê kir, em ê dewam bkin’
Share on FacebookShare on Twitter

Xwendekar û mamosteyên jin yên Zanîngeha Rojava, tundiya li dijî serhildana jinan ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê şermezar kirin û gotin, Serhildana ku Jîna Emînî  dest pê kir  em ê berdewam bikin.

Hemze Sêvo/Qamişlo

Bi henceta ku tayên ji pora wê di bi hêcabê de derketine, di 13`ê îlûna 2022`yan de, keça kurd ya 22 salî Jîna Amînî  ji aliyê polîsên Exlaq yên Îranê ve hat işkencekirin, piştê bi sê rojan, ango di 16’ îlona 2022’an de Jîna Emînî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji ber kuûştina JÎna Amînî jinên Kurdistan û Îranê jî li heber Rêjîma Îranê û zordestiya wê derketin kolanan,bi durişmeya Jin,Jiyan,azadî dest bi serhildanê kirin, di encamê de serhildana Jinan li  Îranê  û tevahiya cîhanê dengveda û belav bû.

Rêjîma Îranê wekî her car li hemberî serhildana jinan bêdeng nema, her ku serhildan firehtir bû, rêjîmî jî kuştin , girtin, revandin û işkencekirin zêdetir kir. Lê tevî ku rêjîma îranê tevahioya kiryarên dijmirovî li hemberî serhildana kir jî, lê heta Îro serhildana gel bê navber dewam dike.

Di encama şideta rêjîma Îranê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê 488 kes li ser destê rêjîma Îranê hatine qrtilkirin,  ku ji wan 66 jin û 64 zarok in. Li kêleka işkence û kuştinê jî, rêjîmê gelek kes binçav kirin. Li gorî raporên ku hatine eşkerekirin, hejamara girtiyan heya niha gihaşt 3 hezaz û 953 kesan, ji wan  120 xwendekarên jin in.

Rêjîma Îranê ji bo ku serhildanan bişkîne, serî li her rêbazî da. Herî dawiyê bi gazên jehrî êrîşî dibistanan keçan kir û di encamê de 7 hezar û 68 xwendekarên keç ji bo tedawiyê ji bo nexweşxaneyan hatine rakirin.

Derbarê serhildana ’Jin Jiyan Azadî’ ya li  Rojhiêlatê Kurdistan û Îranê, xwendekar û mamosteyên jin yên Zanîngeha Rojava ji me re axivîn.

‘Serhildana ’Jin,Jiyan,Azadî’ bû serhildaneke navnetewî’

Mamosteya beşa jinolojî ya zanîngeha Rojava Xelat Xelîl diyar kir ku sehildana gel li Rojhiltaê Kursdistan û Îranê di demeke kurt de li cîhanê deng veda û wqiha domand: “Serhildana jinan a ku li dijî kuştina keça kurd Jîna Emînî di 16’ê Îlûna 2022’an de dest pê kiribû, di demeke kurt de li tevahiya cîhanê deng veda û belav bû. Jîna Emînî bi hinceta ku pora xwe nenixumandiye hat işkencekiein û kuştin. Gelê Rojhilêatê Kurdistan û Îranê , li hemberî vê zilmê serî rakirin, banga têkbirina Rêjîma Îranê ya zordest kirin. Ev serhildan bi demê re û bilez li tevahiya cîhanê hat naskirin û deng veda, gelek jinên cîhanê jî piştgiriya serhildana ’jin Jiyan Azadî’ kirin û kiryarên rîjîma Îranê şermezar kirin. Em dikarin bêjin ku serhildana Jinan li Rojhilatê Kurdistan bû serhildana jinan ya cîhanî.”

 ‘ Serhildana Jin,Jiyan,Azadî bû dengê jinên azadîxwaz’

Xelat Xelîl diyar kir ku şoreşa jinê ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê bû dengê jinên azadîxwaz yên cîhanê û axaftina xwe wiha qedand: “Beriya serhildana ’Jin Jiyan Azadî’ li cem jinên Rojhilata Navî, bi taybet jinên welatên mislmanan tirsek hebû. Mînaka wê jî, beriya serhildana jinan ya Rojhilat, eger jinê pora xwe derxista diohat cezakirin û carinan dihat darvekirin, MîNAKA Wê Jî Zeyneb Celaliyan û Jîna Emînî ne. Lê îro jin li hemberî rêjîmê li kolanan serî hildaye. Piştî serhildana ku bi rihê berxwedana Jîna Emînî û silogana Jin,Jiyan,Azadî  derket holê , êdî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bêtirs daketin kolanan, hicaba serê xwe avêtin û şewtandin.Herwiha ne tenê ev yek pêngaveke gelekî mezin bû ku jinê bi vîn û berxwediya xwe ku pêşxistineke fikrî berbiçav bi xwe re çêkir.”

 ‘Beşa Jjinolojî piştgriyê dide jinên azadîxwaz ’

Xwndekara Zanîngeha Rojava Aya Salih jî ku beşa Jinolojî diwxîne diyar kir ku jinên  Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê bi tevahiya hêza xwe piştgiriya serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dikin û wiha got: ” Jinolojî ew zanista ku Rêber Apo derxistiye ji bo parastina mafê jinê,  bidestxistina azadiya jinê û pêşxistina fikrê wê ji hemû aliyan ve. Em jî weke beşa Jinolojî ya zanîngeha Rojava  û jinên Rojavayê Kurdistanê  û bakur û rojhilatê Sûriyê, tundiya ku li ser jinên  Rojhilatê Kurdistan û Îranê tê kirin şermezar dikin û piştgriyê didin wan, herwiha ji bo hemû  Jinên Kurdistan û cîhanê yên ku di bin zilm û zordestiya baviksalriyê de ne, ji bo azadiya wan em hertim destikdayînê didin wan û ji bo bidestxistina mafên wan emê herdem piştgriyê didin wan û têkoşînê berdewam dikin.“

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.