Rojnameya Ronahî

’ Aboriya jinê gav bi gav pêş dikeve’

Xwaringeha Lîlît ya jinê ku ji bo pêşxistina aboriya jinê li bajarê Qamişlo hatibû vekirin, gavên girîng avêtin. Jinên karker yên xwaringehê diyar kirin ku ew hewil bidin di demên pêş de karê xwe firehtir bikin û aboriya jinê pêş bixin.

Norşîn Sîno \Qamişlo

Piştî şoreşa Rojava jin di tevahiya aliyan de pêş ket û bû xwedî kesayeteke serbixwe. Bi serpiriştiya Kongra Star û tevgerên jinan, ji bo pêşxistina aboriya jina gelek projeyên jinana pêş ketin. Herwiha ji bo jinan kargeh, xwarngeh, firin, markêt û projeyên çandiniyê hatin vekirin.

Yek ji projeyên pêşxistina abaoriya jinê jî, vekirina Xwaringeha Lîtî ya jinan li bajarê Qamişlo bû. Ev xwaringeh ji aliyê Meclisa Jinê ya Şaredariya bajarê Qamişlo ve hate vekirin û armanca wê peydakirina derfetên kar ji bo jinan û pêşxistina aboriya jinê bû.

Di xwaringehê de 10 jin kar dikin, her jinek karê wê cuda ye, hin xwarinê çêdikin, hin pêşwaziya mêvanan dikin û hin jî paqijiyê dikin. Xwaringeh xwarinên Rojhilatî yên wekî ’kutilk , pelên reza , saciyê …û hwd pêşkêş dikin.

Derbarê xwarngeha Lîtî de jinên karker yên xwaringehê û welatiyên bajarê Qamişlo ji me re axivîn.

Jina bi navê Maryem Ibrahîm ku ji bajarê Qamişlo ye û di xwaringehê de kar dike derbarê xwarngeha jinê de wiha got: “Armanca me ji vekirina xwaringehê pêşxistina aboriya jinê ye, herwiha guhertina nerînên civakê yên paşverû yen li ser jinê û bi taybet di civaka ereb de. Di civaka ereb de jin nabe ku kar bike û kesayeta xwe ava bike. Me bi vekirina xwearngehê xwest ku ji civakê re bêjin ku jin di her aliyan de dikare pêşengiyê bike û bi ser bikeve. Piştî şoreşa Rojava aboriya jinê gav bi gav pêş dikeve”

Meryem da xuyakirin ku ew bi xwe pêdiviyên xwaringehê peyda dikin û wiha domand: “Her sibeh em diçin bazarê û pêdiviyên rojane yên ku hewcedariya xwaringehê bi wan heyê amade dikin. Em tenê di vegera malê ya derngî şevê de astengiyê dibînin, ji ber ku civak vê yekê qebûl nake. Ji bilî wê çi pirsgirêk li mpêşiya me derdikeve em çareser dikin.”

Meryem Ibrahîm diyar kir ku ji bo pêşxistina xwaringehê hêviyê wê pir mezinin û axaftina xwe wiha qedand:  “Hêviyên me hene ku em salona xwaringehê firehtir bikin û cûreyên  xwarnên Rojhilatî yên ku tên hezkirin zêde bikin, herwiha jimara karkerên xwaringehê jî zêde bikin.”

Welatiyê bi navê Basil El Meter yê ji bajarê Qamişlo ku her dem ji bo xwarinê serdana xwaringehê dike, derbarê xwaringehê de wiha got: “Li vê xwaringehê xwarin ne bi rengê xwarina ku xwaringehên din pêşkêş dikin , xwarina ku jin amade dikin nabe wekî ya ku bi destê mêran tê amade kirin.”

Welatiyê bi navê Basil Al Meter sekeftin ji jinan re xwest û axaftina xwe wiha qedand: “Ez bi hêvî me hê bêhtir xwaringeh pêşbikeve û serkeftinê ji wan re dixwazim. Divê jin di tevahiya aliyan de bibe pêşeng û mafê xwe bi navê ol û civakê jê hatiye standin, bê bidestxistin.”