Rojnameya Ronahî

Newroz Ehmed: QSD’ê ji bo tevahiya Sûriyeyê û gelan têdikoşe

Newroz Ahmed diyar kir ku QSD’ê ji bo tevahiya Sûriyeyê û gelan têdikoşe, herwiha yek ji wezîfeyên xwe yên sereke rizgarkirina herêmên dagirkirî ye

Navenda Nûçeyan

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed derbarê  salvegera 4’an a serketina li Baxozê, têkoşîna nû ya li dijî DAÎŞ’ê û encamên wê ji Ajansa  ANF’ê re axivî.

 

Newroz Ahmed diyar kir ku tevî bi Baxozê re çeteyên DAIŞ’ê têkçûn, lê  fikira DAIŞ’ê hîn heye û wiha domand: “Şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê li herêmê hîn jî hene. Piştî Baxozê ketin nava sivîlan û xwe veşartin. Her wiha alîgirên wan jî hebûn. Ji ber vê me diyar kiribû ku operasyonên li hemberî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê wê dewam bikin. Di vê çarçoveyê de jî gelek serketinên mezin hatin bidestxistin. Piştî Baxozê gelek serçete hatin girtin ku şane bi rê ve dibirin û operasyonên me hîn jî dewam dikin.”

 

Newroz Ehmed  derbarê operasyonên li hemberî şaneyên DAIŞ’ê wiha got: “Ji Baxozê û vir ve têkoşîna me qet nesekinî û bi rêbazên cuda dewam kir. Di nava van salan de bîlançoya têkoşîna me vê yekê radixe pêş çavan. Xetere hîn bi dawî nebûye, DAÎŞ hewl dide li herêmê xwe ji nû ve bi rêxistin bike, êrîşên girtî û malbatên DAÎŞ’î têne birêxistinkirin. Ji bo kontrola van herêman kar û têkoşîneke mezin tê kirin. Bi pêşengiya hêzên me yên îstîxbaratê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkoşîneke hevpar dimeşînin.”

 

Newroz da zanîn ku li gorî agahiyên îstîxbaratê yên ketin destê wan, wan li dijî rêxistiniya DAÎŞ’ê li Kampa Holê, Til Berak, Til Hemîs, Reqa, Dêrazor, Tebqa, Sirîn û gelek herêmên din bi dehan operasyon hatin kirin û wiha domand: “Bi taybetî piştî êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, mîna êrîşên li ser Girtîgehên Reqa û Sînaa ya Hesekê çeteyên DAÎŞ’ê gelek êrîşên mezin li herêmê kirin. Di vê demê de DAÎŞ’ê 352 êrîşên terorî kir. Di encama operasyonan de yên bi Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hatin kirin, 397 jê mirî 2323 çete hatin bidestxistin. Lêpirsîna çeteyên hatine girtin hîn jî dewam dike.”

Newroz Ehmed ragihand ku çeteyên li Baxozê hatin girtin hîn jî li gel wanin wiha got: “Ji 60 welatî girtî hene. Li ser agahiyên têkildarî hewldanên ji bo revandina çeteyên DAÎŞ’ê yên girtî û jinûve birêxistinkirina DAÎŞ’ê di sala 2023’an gelek operasyonên girîng hatin kirin. Barê herî giran ê li ser milê me QSD û Rêveberiya Xweser, DAÎŞ’iyên girtî ne. Ji ber ku girtîgehên li herêmê mîna berê xurt nîne û di rewşa heyî de girtî li herêmê hatine belavkirin. Lêçûnên ji ber tenduristî, kinc, ewlekarî û hwd. ên DAÎŞ’iyên girtî ji me re hatine hiştin. Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê tenê ji sedî 10 ê vî barî radike, yên din hemû ji me re hatine hiştin. Saziyên navneteweyî bi taybetî piştî êrîşa li ser Girtîgeha Sînaayê hatibin herêmê jî piştgiriya wan a heyî gelekî kêm e.”

Nerwroz Ahmed da xuyakirin ku divê her welat welatiyên xwe bibin welatê xwe û wiha domand: “Darizandina çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê karekî hêsan nîne, divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin. Lê belê di vê mijarê de gavek nehate avêtin. Piraniya DAÎŞ’iyên girtî û malbatên wan ji Iraqê ne. Ji bo şandina DAÎŞ’iyan bi hikumeta Iraqê re danûstandin hatin kirin, lê belê ev kar gelekî giran dimeşe. Li gorî rewşa herêma me ev girtî barekî giran e. Ji ber ku herêma me timî bi balafiran û topan tê bombekirin. Em vî barê girtiyan bi tena serê xwe nikarin rakin. Ji bo tevahiya cîhanê metirsiyek”

 

Newroz Ehmed bal kişand ser astengiya dewleta Tirk a li pêşiya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê û wiha got: .”Serçetyê DAÎŞ’ê Ebûbekir Bagdadî li ser sînorê Tirkiyeyê li herêmeke di bin kontrola Tirkiyeyê de hate kuştin. Her kes bi hevkariya dewleta Tirk a bi DAÎŞ’ê re zane. Çeteyên ku me ew girtin, di lêpirsînê de mikur hatin ku li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin û ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatine şandin. Fermana xwe ji dewleta Tirk werdigirin. Eşkere ye ku li herêmên dagirkirî, çeteyên DAÎŞ’ê bi navên cuda tevdigerin”.

 

Newroz Ahmed da xuyakirin ku li herêmên dagirkirî bûyerên revandinê, kuştinê li hemberî civakê dikin. Kiryarên li dijî jinan dikin ji yên fikrê DAÎŞ’ê cuda nînin. QSD ji bo tevahiya Sûriyeyê û gelan têdikoşe, lewma yek ji wezîfeyên xwe yên sereke rizgarkirina herêmên dagirkirî ye. Ji bo herêmên dagirkirî bêne rizgarkirin û gelê me karibe bi hêsanî li xaka xwe vegere karên leşkerî jî di nav de ji gelek aliyan ve karê me dewam dikin.”