Rojnameya Ronahî

Besê Hozat: Dînamîka demokrasiya bingehîn Tifaqa Ked û Azadiyê ye

Besê Hozat diyar kir ku Tirkiye rastî pêvajoyeke hilbijartinê ya dîrokî hatiye û got, di vê pêvajoya têkoşînê de rola Tifaqa Ked û Azadiyê bi taybetî di vê pêvajoya hilbijartinê de pir girîng e. Ev tifaq wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî roleke diyarker bilîze.

Navenda Nûçeyan

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de axivî û di beşek ji naxaftina xwe de Newroza 2023’an û hilbijartinên Tirkiyê Nirxand.

’Newroza 2023’an Newroza Rêbertî bû’

Besê Hozat diyar kir ku Newroza 2023’an bi temamî bû Newroza Rêber Apo û wioha got: “Azadiya fîzîkî ya Rêbertî mohra xwe li Newrozê xist. Li Bakur li metropolên Tirkiyeyê, li gelek bajarên Tirkiyeyê Newroz hate pîrozkirin. Li Anatoliya Navîn, li Çanakkaleyê li gelek deveran pîrozbahiyên gelekî bi wate yên Newrozê çêbûn. li Rojava gelekî bi heybet bûn. Li Rojhilat, li Başûr û bi rastî jî li her devera cîhanê bi heybet bûn. Di hemûyan de jî azadiya fîzîkî ya Rêbertî mohra xwe li Newrozê xist. Lewma Newroza îsal bû Newroza Rêbertî. Gelê me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî îradeyeke hîn xurt nîşan da.Têkoşîna ku bi salane dewam dike bi Newrozê re gihîşt asta herî bilind. Newroz bû Newrozeke Rêbertî. Ji xwe Rêberê Newrozê Rêber Apo ye. Yê ku Newroz ewqasî bi wate kir, veguheran Newroza berxwedanê, têkoşîna tevgera Apoyî ya bi pêşengiya Rêber Apo bû. Lewma rastiya gelekî yê Newrozê hate afirandin.

’Bi paadîgmeya Rêber Apo me civaka cîhanê, gel û jin gihandin hev’

Besê Hozat divê ew paradîgmaya Rêber Apo li nava civakê belav bikin û wiha domand: ” Paradîgmaya Rêbertî belav bû, bi paradîgmaya Rêbertî re me civaka cîhanê, gel û jin gihandin hev. Xwedîderketineke hîn xurtir li Rêbertî derdikeve holê. Rêbertî hîn baştir tê fêhmkirin. Xizmetên ku Rêbertî ji mirovahiyê re dike baştir têne dîtin. Mirovahî, gel û civak hîn bi xurtî xwedî li Rêbertî derdikevin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê dimeşînin. Bi rengê herî xurt tevlî têkoşîna Kurdan dibin. Lewma divê em paradîgmayê bi rê û rêbazên cuda hîn bêhtir li nava civakê, mirovahiyê belav bikin, bidin naskirin.”

’Helwsta ereban girîng bû’

Besê Hozat da zanîn ku di Newroza 2023’an de helwesta Ereban jî gelekî girîng bû û wiha got: “Li gelek bajarên Ereb, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek qadan Ereban daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Tevî Kurdan Newroz silav kirin. Îradeya rizgarkirina qadên dagirkirî ji bin dagirkeriya dewleta Tirk nîşan dan. Ev gelekî girîng bû. Li ser vê bingehê peyameke gelekî girîng bû. Mîna ku min got, divê em îradeya di Newrozê de hate nîşandan ji niha û pê ve bikin îradeya berxwedan û têkoşîneke hîn xurtir û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez misoger bikin. Vê Newrozê helwest û îradeya vê yekê destnîşan kir.”

 

’Em ê desthilata qirker hilweşînin’

 

Besê Hozat da zanîn ku Newroz ji bo Kurdan berxwedaneke azadiyê ye û wiha domand: ” Newroz berxwedan , raperîn e û  serhildan e. Li dijî zilm û zaliman ji Kawayê Hesinkar heta niha ev Newroz bi vî rengî hatiye pîrozkirin. Dehaq ê vê serdemê, zalimê vê demê rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst e. Newroz jî li dijî rejîma AKP-MHP’ê li hemberî desthilatdariya faşîs û qirker helwesteke xurt, serhildaneke xurt nîşan da. Ev gelekî bi wate ye. Ji aliyekî ve helwesta hilweşandina vê desthilatdariya faşîst nîşan da, pêvajoyeke bi vî rengî da destpêkirin. Di vê Newrozê de di vê mijarê de îradeyeke xurt hate nîşandan. Got, em ê vê desthilatdariya faşîst, em ê desthilatdariya faşîst qirker hilweşînin.”

 

’Biryara rawestandina çalakiyan wê heta hilbijartinan dewam bike’

 

Besê Hozat ragehand ku biryara rawestandina çalakiyan wê heta hilbijartinê dewam bike û wiha got: “Di rewşa heyî de Tirkiye ketiye nava pêvajoyeke gelekî girîng. Pêvajoyeke hilbijartinê ye. Ev pêvajoya hilbijartinê ji bo civaka Tirkiyeyê, ji bo civaka Kurd gelekî girîng e. Bi rastî jî naşibe hilbijartinên beriya niha. Wateyeke xwe ya dîrokî heye. Têkoşîna me ev desthilatdariya faşîst xistiye pêvajoya hilweşînê. Ketiye pêvajoya hilweşînê. Pêvajoya hilbijartinê jî parçeyek ji vê yekê ye. Bi vê pêvajoya hilbijartinê re eger têkoşîneke xurt bê meşandin, têkoşîn bê mezinkirin ev desthilatdariya faşîst wê 14’ê Gulanê hilweşe. Lewma biryara me ya rawestandina çalakiyan wê di pêvajoya hilbijartinê de dewam bike. Piştî hilbijartinê em ê rewşê ji nû ve binirxînin û nêzîkatiya xwe bi raya giştî re parve bikin.

 

’Dînamîka demokrasiya bingehîn Tifaqa KED û Azadiyê ye’

 

Besê Hozat diyar kir ku Tirkiye rastî pêvajoyeke hilbijartinê ya dîrokî hatiye û wiha got: “Ev hilbijartin girîng e, ev pêvajo ji hilbijartinê wêdetir xwedî wateyekê ye. Ji ber ku encama têkoşîna salan, têkoşîna civakî, têkoşîna gerîla, têkoşîna siyaseta demokratîk e. Vê desthilatdariya qirker a faşîst anî asta hilweşandinê. Ev hilbijartin di vê wateyê de girîng e. Wê qonaxekê ava bike. Yanî di vê pêvajoya têkoşînê de rola Tifaqa Ked û Azadiyê bi taybetî di vê pêvajoya hilbijartinê de pir girîng e. Ev tifaq wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî roleke diyarker bilîze. Rola vê tifaqê di avakirina komara demokratîk de gelek diyarker e. Divê ev tişt wisa were dîtin. Ji ber ku hêza bingehîn a demokratîk û dînamîka demokrasiya bingehîn a li Tirkiyeyê pêkhateyên vê tifaqê ne. Ew beşa civakî ye ya ku li ser hatiye avakirin. Kevneşopiya berxwedanê ye. Ev tifaq çiqas xurt bibe, berfireh bibe, çiqasî bandorê li civaka Tirkiyeyê bike wê hevgirtin, helwesteke xurt, bijardeya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî xurttir bibe. Wê demokrasî xurttir dibe.”

’Muxatebê pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye’

Besê Hozat da zanîn ku Pirsgirêka Kurd tenê li parlamentoyê çareser nabe û wiha domand: “Ev pirsgirêke piralî ye. Bûye pirsgirêkeke herêmî. Ev pirsgirêk xwedî gelek aliyan e. Gelek aktorên wê hene. Gelek pêkhateyên wê hene. Di serî de helbet îradeya çareseriya vê pirsgirêkê, muxatabê çareseriyê, muxatabê sereke jî bêguman Rêber Apo ye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek kûr e. Pirsgirêkek bi kok e. Bêyî ku ev heqîqet û rastî bê dîtin, ev pirsgirêk tenê bi nêzîkatiyek seranser, xapandin, tenê bi plana girtina dengê Kurdan û propagandayê nayê çareserkirin. Ev feraset rê li ber têgihiştineke nû ya klasîk a dewletê, bi zîhniyeta wê, bi restorekirina wê ve dibe. Divê tu hêz qet nekeve nav vê.”