Rojnameya Ronahî

Zanîngeha Rojava  Newroza 2023’an pîroz kir

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

 Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava bi diruşmeya ‘Her der Newroz, her dem azadî’ bi şahiyek Newroza 2023’an pîroz kirin.

Li navenda Zanîngeha Rojava, Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî ya li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo, bi amadebûna mamost, xwendekar û şêneyên bajarê Qamişlo, şahiya Newrozê hat li darxistin. Herwiha bi diruşmeya ‘Her der Newroz, her dem Azadî ye’ Newroz hat pîrozkirin.

Zanîngeha Rojava di destpêka bernameya xwe ya pîrozbahiyê de bixêrhatina kesên amadebûne kir, herwiha deqeyekê li ser giyanê hemû pakrewanên Kurdistanê hat rawestandin û piştre agirê Newrozê hat dadan.

Piştî dadana agirê Newrozê, li ser navê Zanîngeha Rojava Şînda Dawûd axaftî û Newroza 2023’an li Rêber Apo û hemû gelê kurd pîroz kir.

Piştî wê jî lêkolîner, nivîskar û helbestvan Salihê Seydo û  helbestvan Dilyar Hebîb  Newroz pîroz kirin û çend helbest xwe xwendin. Di vê çarçovê de jî mamosteyê wêjeya  Erebî, Fîras Setam helbesteke bi zimanê Erebî pêşkêş kir.

Piştî wê koma Kevana Zêrîn Sitranê Şoreşgerî pêşkêş kir. Ji Çand û Hunera bajarê Qamişlo jî hunermend Danîş Botan çend stran pêşkêş kirin. Herwiha hunermen û stranbêjê Efrînî Ecîb Efrînî sitranek pêş kir.

Di dawî de kesên beşdar, xwendekar, mamoste û şêneyan re, ser dengê hunermend û sitranbêj Ismaîl Yûsiv,bi coşeke mezin govendeke Kurmancî gerandin.