Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jin e

20/07/2018
in Uncategorized
A A
Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jin e
Share on FacebookShare on Twitter

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê salvegera 7’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û wiha got, “Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye şoreşa jinê. Ji bo ku em bikaribin Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa jinê domar bikin, pêdivî pê heye ku pergala Neteweya Demokratîk bi hemû rehendên xwe were birêxistnkirin û yekîtiya jinên li Sûriyê û Bakurê Sûriyê were avakirin.”

KJK’ê Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şehîdên Kurdistanê pîroz kir û got, ‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye şoreşa jinê’.
Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke niviskî salvegera 7’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava-Bakurê Sûriyê pîroz kir. KJK’ê di daxuyaniya xwe de got, ‘’Bi 19’ê Tîrmehê re vîna gelan careke din vejiya û mirovahî bi kêliya dirokî re bi awayekî zanistî li nirxên xwe xwedî derketiye. Bi vî nirxî re jî pergala dayikê ku bi hezaran salan hatibû desteserkirin li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî berbiçav xwe daye der.’’
KJK’ê bal kişandina ser rista jinê ya di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de û got, ‘’Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûye şoreşa jinê. Niha jî bûye modêlek ku her kes jê îlhamê distîne.”
KJK di daxuyaniyê de wiha got:
“Rojhilata navîn cihê ku mirovahiyê tîrêjên xwe lê avêtiye û ev tîrêj, ronahî û germahiya xwe daye her derê cîhanê, bûye cihê hemû şoreşên ku ji bo mirovahiyê jiyana xwe li ser berdewam dike. Kok ji vir derketiye,ev kok esîl e û tu carî wê taybetmendiyên xwe ji dest nede. Ew taybetmendî ku bi rengê jinê xwe daye der, mîna civakîbûn, hezkirin, edalet, wekhevî, demokrasî û hwd.
Lê bi hatina hişmendiya desthilatê, her tiştê xweşik, ku civakan xwe bi rê ve dibir serûbinî hev kir. Xwe li ser kolekirina jinê,dizî ,talan,kuştin,şer ava kir û her tim di nav civakan de pirsgirêk çêkir.
Pêngava 19’ ê Tîrmehê li Rojhilata Navîn, ew pergala ku dagirkeriyê sînor ji bo mirovahiyê ji hev perçe kiriye, bûye pêngavek ku dawî li vê pergala pençeşêrê aniye, ew hilweşandiye. Ev jî bi fikir û felsefeya Rêber APO kiriye, ku ev fikir û felsefe carek din rih daye mirovahiyê û ew ji xewa mirinê şiyar kiriye, mêjiyê ku mirî bûye, zindî kiriye û dilê ku gemarî bûye paqij kiriye. Ango bi 19’ê Tîrmehê re vîna gelan careke din vejiya û mirovahî bi kêliya dirokî re bi awayekî zanistî li nirxên xwe xwedî derketiye. Bi vî nirxî re jî pergala dayikê ku bi hezaran salan hatibû desteserkirin li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî berbiçav xwe daye der.
Bi 19 Tîrmehê re jin weke gelewêja berbangê bi şewq bû û kir ku her kes bala xwe bide ser. Ji ber vê sedemê îro şoreşa 19 Tîrmehê bûye şoreşa jinê. Ji bo ku em bikaribin Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa jinê domar bikin, pêdivî pê heye ku pergala Neteweya Demokratîk bi hemû rehendên xwe were birêxistnkirin û yekîtiya jinên li Sûriyê û Bakurê Sûriyê were avakirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.