Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Weqfa Jina Azad xizmeta zarokan dike

20/07/2018
in Uncategorized
A A
Weqfa Jina Azad xizmeta zarokan dike
Share on FacebookShare on Twitter

Endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Rojava Yasmîn Hesen di derbarê kar û xebatên Weqfê û asta pêşketina xebatan de axivî û got: “Weqfa Jina Azad kar û xebatên xwe di çarçoveya xizmeta ji bo jin û zarokan de didomîne.”
Weqfa Jina Azad di sala 2014’an de hat avakirin û wek navenda Weqfê ya Rojava xwe li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê bi rêxistin kir. Weqfa Jina Azad a Rojava bi armanca avakirina proje û çalakiyên ku ji bo pirsgirêkên jin û zarokan çareser bike hat avakirin. Di derbarê kar û xebatên Weqfa Jina Azad a Rojava de Endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Rojava Yasmîn Hesen da zanîn ku ew her dem ji dil û can ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinê û zarokan dixebitin.
Yasmîn Hesen diyar kir ku Weqfa Jina Azad a Rojava li ser pênc beşan ava bûye û got: “Zarokên Rojhilata Navîn gelekî di bin bandora şer de mane. Weqif li ser beşên perwerde, ragihandin, tunduristî, avakirina projeyan, aboriyê hatiye avakirin. Ji bo zarokan qadên perwerdeyê, baxçeyê zarokan hat avakirin û perwerdeya muzîkê jî tê dayin. Ji bo jinan jî qadên perwerdeyê hat avakirin.”
JIN Û ZORAK PÊŞEROJ IN
Yasmînê da zanîn ku jin û zarok hêviyên siberojê ne û wiha dewam kir: “Jin û zarok bingeha civakê ava dike loma ji bo wan me beşên tenduristiyê jî afirand. Ji bo tenduristiyê semîner hat lidarxistin, perwerde hat dayin. Navendên tenduristiyê li gelek cihan hat vekirin. Her wiha ji bo jinan cihê werzîşê jî hat vekirin. Ji bo aboriya jinê jî dirûngeh hatin vekirin. Li gelek bajaran park hatin vekirin.”
Yasmînê da zanîn ku Weqfa Jina Azad li hersê herêmên Rojava hatin birêxtinkirin, li kampên Rojava jî xebatên xwe meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Kampa Şehbayê û yên dinê jî çalakiyên cur be cur ên ji bo koçberan hat kirin. Navendên tenduristî, dirûngeh, cihên werzîşê, li Kobanê ji bo 800 zarokên şehîdan Akademî hat vekirin. Her wiha ji bo jin û zarokan gelek çalakiyên hêja hatin lidarxistin û wê di vî warî de xebatên me bidomin. Weqfa Jina Azad a Rojava her dem di xizmeta jin û zarokan de ye.”… Civîn Husên-Delal Cemîl /Qamişlo

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.