Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

2 sal agahî ji Rêber Apo nayê girtin

26/03/2023
in ROJEV
A A
2 sal agahî ji Rêber Apo nayê girtin
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

Ji bo hevîdîtina bi Rêber Apo re, di 2 salan de  malbatê 131 carî û ya parêzeran jî 314 carî serlêdan kirin. Lê hemû selêdan bê bersiv man û tu agahî ji Rêber Apo nehatiye girtin.

Ji bo girtina agahiyan li Ser Rêber Apo ku ev 2 sal agahî jê nehatiye girtin, li Kurdistanê  û derveyî wê jî gelek hewldan çêbûn. Nêzî 2 hezar parêzerî daxwaza hevdîtinê kirine  û geleka ji wan jî serdana Wezareta Dadê ya Tirkiyê kirin. Lê hemû serlêdanên wan bê bersiv hatin hiştin. Îro dibe 2 sal ku agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Bi hinceta ‘Cezayê Displînê’ hevdîtin hatin qedexekirin

Cara dawî 25’ê Adara 2021’an bû ku Mihemed Ocalan bi Rêber Apo re axivî. Ew jî bi rêya telefonê 3-4 deqeyan hevdîtinek kir û di nêvî re hat qutkirin. Ji wê rojê ve tu agahî ji Îmraliyê nayên wergirtin. 565 Serlêdan hatin kirin, hemû hatin redkirin. Di nava van 2 salan de Parêzerên Rêber Apo 314 carî serlêdan kirine. Malbata wî jî 131 carî û Wasî jî 120 carî serlêdan kirine. Rojên cejnê yên fermî jî serlêdan hatin kirin, lê yek ji wan jî nehate bersivandin. Hemû hevdîtin jî bi hinceta ‘Cezayê Displînê’ hatin qedexekirin.

Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê 18’ê Tebaxa 2021’an cezayê 3 mehan ê serdana malbatê da. Û 12’ê Cotmeha 2021’an jî biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re ya 6 mehan da. Sala 2022’yan jî Serokatiya Desteya Disîplînê ya Girtîgeha Îmraliyê her 3 mehan carekê ‘cezayê disîplînê’ da. Ev biryar jî 3’yê Sibatê, 31’ê Gulanê, 9’ê Îlona 2022’yan hatin dayîn.

13’ê  Nîsanê û 21’ê Cotmeha heman salê 2 biryarên qedexeya 6 mehan hatine dayîn. Îtirazên li dijî van biryaran jî hatin redkirin. Tirkiyê ji bo mafê hêviyê ti gav navêt. Têkildarî “mafê hêviyê” jî dewleta Tirk tu gav neavêtin. DMME’yê biryar dabû ku çi dibe bila bibe divê mafê hêviyê bê bêkanîn. Ji bo pêkanîna biryarê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heta Îlona 2022’yan dem dabû Tikiyê. Lê ev biryar jî nehat pêkanîn. CPT jî navbera 20-29’ê Îlona 2022’yan çû Tirkiyê, piştre ragihand ku serdana Îmraliyê kiriye û ti agahî neda. Piştre parêzeran diyar kir ku Rêber Apo derneketiye hevdîtinê û vê rewşê fikarên wan zêdetir kirine.

Bi hezaran parêzer ketin tevgerê

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 31’ê Kanûnê 2022’an serî li CPT`yê da.Û daxwaz kir ku demildest rapora têkildarî serdana dawî bi raya giştî re parve bike. Lê encam derneket. Di vê navberê ji Kurdistan û gelek welatên din bi hezaran parêzer û siyasetmedar ketin nava tevgerê.

691 parêzerên ji Sûriyê 19’ê Îlona 2022’an li ber Meclisa Dada Civakî ya Qamişlo daxuyanî dan. Û di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ew dixwazin biçin Îmraliyê.

Navbera 10-17’ê Hezîranê heman salê de li Bakur û Tirkiyê 775 parêzerî hewldanên xwe kirin. Van parêzeran serî li Serdozgeriya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da û xwestin hevdîtin pêk bê.

Ji 22 welatên cuda 350 parêzerî 14’ê Îlonê 2022’an bi heman armancê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.

Destpêka 2023’yan jî 32 hiqûqnas çûn Tirkiyeyê û xwestin biçin Îmraliyê, lê bê bersiv hatin hiştin. Ev hemû serlêdan jî bê bersiv hatin hiştin û vaya bû 2 sal ti agahî ji rêber Apo nayê girtin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.