Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Komkujiya Cindêrsê bi destê dewleta Tirk pêk hatiye’

26/03/2023
in ROJEV
A A
’Komkujiya Cindêrsê bi destê dewleta Tirk pêk hatiye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo /Qamişlo

Koçberên Efrînê yên li bajarê Qamişlo komkujiya Cindêrsê ya 20′ Adarê  Şermezar kirin û gotin, komkujiya Cidêrisê bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk hatiye û divê cîhan bê deng nemîn e.

Di 18’ê Adara 2018`an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma Efrînê dagirkirin. Ji destpêka dagirkirina Efrînê û heya niha, li hemberî gelê Kurd kuştin, talankirin, revandin , destrdirêjî û işkenckirin ji aliyê dewleta Tirk û komên çete ve pêk tên. Tevahiya kiriyarên dijmirovî yên dagirkeriyê û çeteyên wê li hemberî çavê cîhanê pêk tê, lê herdfem cîhan bêdeng û xwe kerr û lal dike.

Careke din wekî her car komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Efrînê komkujî pêk anîn. Di 20 Adarê de, dema welatiyên Cindêrsê xwestin agirê Newrozê dadin, komek çete ya bi navê Ehrara Alşerqiyê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîşî welatiyên kurd kir û gule li wan reşandin. Di encama êrîşa hovane de, çar welatiyên Kurd ku ji heman malbatê ne jiyana xwe ji dest dan û du welatî jî birîndara bûn.

Derbarê komkujiya Cindêrsê koçberên Efrînê yên li bajarê Qamişlo ji me re axivîn.

‘Deweleta Tirk komkujî pêk aniye’

Endamê Kombenda Efrîn a Civakî û yek ji koçberên Efrînê yên li bajarê Qamişlo Xelîl Mihemed diyar kir kudewletra Tirk a dagirker bi riya çeteyan planên xwe yên qirêj di Efrînê de pêk tînin û got: “Ev komkujiya ku di derheqê welatiyên me yên Cindêrsê û bi destê çeteyan pêk hat, kirdar û tewanbarê sereke dewleta Tirk ya dagirker e. Dadana agirê Newrozê ku di esas de pîrozkirina cejna Newrozê ye, lê ji dewleteke mîna dewleta Tirk ya nijadperest re karekî xerab e û xeteriyê li ser ewlehiya herêmê çêdike. Em hemû kiryarên ku dewleta Tirkî di derheqê welatiyên Efrînê de dike,şermezar dikin.”

‘Heya kurdek hebe em ê li ber xwe bidin’

Xelîl Mihemed di dawiya axaftina xwe de, diyar kir ku wê berxwedan berdewam be û wiha axivî: “Em  kurd gelekî aştîxwaz in, bi xuşk û biratiya gelan bang dikin, lê dewleta Tirk ya dagirker vê yekê naxwaze, ji ber ku ev yek li dijî desthilatdriya wê ye. Em soz ji gelê hemû herêmên ku hatine dagirkirina re didin,  emê dairkeriyê têk bibin, heya kurdek di bin zilm û zordestiyê de hebe, em ê ji bo azadkrina wî berxwdanê bikjin.”

 ‘Agirê Newrozê  tirsê dixe  dilê dagirkeriyê’

Koçberê Efrînê yê bi navê Omer Şahîn jî komkujiya Cindêrsê şermezar kir û got: ” Welatiyên Cindêrsê  yên berxwedêr bê tirs xwestin agirê Newrozê dadin, lê dagirkeran êrîşî wan kirin û 4 welatî bi hovîtî kuştin, komên çete û dagirkeriya Tirkiyê dizanin ku dadana agirê Newrozê tê wateya azadî û dawiya têkbirina zordestiyê , ji ber vê yekê agirê Newrozê mîna  sawê ye di dilê wan de  û dizanin wê rojek were û lehengekî mîna Kawayê Hesinkar, zordestiya li ser Efrînê û hemû bajarên ku di bin dagirkeriyê de ne, hilîne û wê agirê  Newrozê yê ku nîşana azadiyê ye, dade.”

‘Divê ev dagirkeriya li ser Efrînê têk biçe’

Omer Şahîn da zanîn ku gelê Efrînê pir zor û zilmê ji dagirkeriya Tirkiyê û komên çete dibîn, herwiha diyar kir ku divê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji nefrîn bên derxistin û axaftrina xwe wiha qedand: “Ji destpêka dagirkirina Efrînê, gelê wê rastî kuştin,işkence û talankirinê hatiye. Ev hemû li pêşiya cîhanê û bi erêkirina wê ji vî tiştî re tê kirin, bêdengiya wê vê yekê piştrast dike û heya niha jî ev tişt berdewam e. Bûyera ku di derheqê welatiyên Cindêrsê de ya di 20’ê Adarê de çêbû dûrî nirxê mirovahiyê bû. Em tev bi vê komkjiyê êşiyan. Herwiha em  weke gelê kurd yên Efrîna berxwedêr, vê bûyerê şermezar dikin û banga hêzên navdewletî dikin ku xwe bêdeng nekin û helwstekê nîşand bidin. Herwiha em bang gelê Kurd û  hêzên Kurd yên xwedî nirx dikin ku Efrînê ji zilm, kuştin û zordestiya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê rizgar bikin û welatiyên wê yên resen vegerînin cih û warên wan.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.