Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin bi kedê civakê li ser pêyan digire

20/07/2018
in Uncategorized
A A
Jin bi kedê civakê li ser pêyan digire
Share on FacebookShare on Twitter

Fatma Ebdulrehman EL-Alî ya ku karê dirûtinê dike û debara xwe dike. Fatmayê bang li hemû jinan kir ku têbikoşin, li ser lingên xwe bisekinin û nehêlin ku tu tişt li hemberî daxwazên wan ê jiyanî bisekinin.
Fatma Ebdulrehman EL-alî (31) bi dirûtina cil û bergan debara malbata xwe dike. Fatma dayika 5 zarokan e sê keç û du lawên xwe bi keda destên xwe mezin dike.
Fatmaya ku bi keda destên xwe debara xwe û zarokên xwe dike derbarê keda xwe de wiha got: “Ez karê dirûtinê ji jinek pispor hîn bûm. Ev bû derdora deh salane ku ez vî karî dikim. Ez zewicî me û bûm dayika 5 zarokan lê min dîsa jî dev ji karê xwe berneda. Ez bi vî karî debara malbata xwe dikim. Ji aliyekî jî ez hez ji karê dirûnê dikim. Lê dîsa ez dibînim ku gerek jin di warê aboriyê de xwe pêş bixe, ji ber ku jin bingeha civakê ye.”
Fatmayê diyar kir ku heta dawî ew ê li keda xwe xwedî derkeve û wiha dewam kir: “Xwesteka min a kirina vî karî ew e ku ez xizmeta miletê xwe bikim û ji bo pêşxistina civakê gerek her tim jin jî xwe pêş bixe û ger mirov bixwaze ku tişkekî biparêze divê ku li keda xwe xwedî derkeve û bidomîne.”
Fatma Ebdelrehman El Elî bal kişand ser keda jinê ya di nava civakê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin xwedî hêz û vînek mezin e, loma jî jin cihekî pir mezin di nav civakê de digire. Di her demê de divê ku jin bi keda destên xwe li xwe û civaka xwe xwedî derkeve û stûyê xwe tu caran li hemberî tu kesan netewîne. Lewra bi keda destên xwe jin li civakê xwedî derdikeve.”…Dîlber Mihemed /Serêkaniyê

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.