Rojnameya Ronahî

HEFTEYA LEHENGIYÊ

Ahmet Aktaş

Di dîrokê de şervan, qehreman û lehengên pir gernas û navdar hene. Hilbet li goreyî şerd û mercên têde jiyan e, xwedî rûmetin jî.

Lê hinek jî hene, têkoşerî, lehengî û qehremaniya xwe, ji hişmendî û zanistiya xwe distînin. Van kes û kesayetiyan, bi çalakiyên xwe yên qehremane, him neyarên xwe gelek ditirsîne him jî di dil û mejiyê gelê xwe de cihekî watedar digrin û bi tîpên zêrîn dikevin rûpelê dîrokê.

Li Kurdistanê du mînakên herî berbiçav û zindî, Mazlum Dogan û Mahsum Korkmaz e.

Mazlum, di sala 1982an de li zîndana Amedê, bi canê xwe agirê Newrozê pêxist.

Di şert û mercên gelek giran de ev çalakiya lehengî lidar xist. Du sal derbas bûbû ku faşizma leşkeriya Kenan Evren a 12ê Îlonê, li Kurdistanê agir dibarand, mirov û erdnigarî dabû ber lêdanê û wêranê.

Di demek wisa de ku kes nikare ji tirsa serê xwe bilind bike, Mezlûm, di nava wê wahşeta faşîzmê de, ev çalakiya canbexşane ya qehremane pêkanî.

Vê çalakiya Mezlûm, êşkencekarên faşîzma leşkerî tirsand. Ji ber ku ne li bende curet û îradeyek wisa xurt a şoreşgerî bûn.

Her wiha li gel tirsa zaliman, newêrekiya nava zîndanê jî bi giranî hat şikandin û berevajî, pêla wêrekî û cesaretê bilind bû di nava zîndaniyên Kurdistanî de, bi taybetî jî di nava endamên Tevgêra Azadiya Kurdistanê PKKê de.

Ev ruhê berxwedêr ê bi çalakiya Mezlûm ra hat afirandin, li zîndanê, rê li rêze çalakiyên mezin vekir; çalakiya Ferhatan û Xeyriyan û Kemalan û hwd.

Bêgûman ev pêl û bayê berxedanê, her gir û gûr û bilind bû, dîwarên zîndanê qelişand derbasî çiyayên Kurdistanê bû. Li vira jî gihişt xwediyên xwe; hevalbend û pêşeng û fermandarê xwe.

Di çarçova feraset û felsefeya Rêber Apo de li derve, fermandarê HRK(Hêzên Rizgariya Kurdistan) Egît(Mahsum Korkmaz) peyama/fermana Hevrêyê xwe Mazlum hilgirt ser milê xwe û pengava 15ê Tebaxê da despêkirin(15 Tebax 1984). (Di 28ê Adara 1986an de li Gebarê şehîd ket)

Bi vê pengavê re, pira navbêna berxwedana Zîndanan û Gerila hat ava kirin. Her wiha rê li pêşiya şoreşê hat rohnîkirin û vekirin, zemînê têkoşînê hat xweşkirin.

Li ser van pêşketinan PKKê, di kongereya sisiyan de biryara, hefteya navbêna çalakî û şehadetên van pêşengan 21-28 Adarê weke Hefteya Qerhremantiya Netewî stand û ragihandin.

Di encamê de, ew gava despêkê ku Rêber Apo di Newroza sala 1973’an da  li qiraxa bendava Çubuka Enqereyê avêt, bi berxwedana Mazlum Dogan a li zîndanê bû ruhê serîhildanê, li ser vê şopê bi fermandariya Mahsum Korkmaz bû cesareta Pêngava 15ê Tebaxê, bi çalakiyên Zekiyan, Rahşanan, Berîvanan, Ronahiyan û Semayan, bû îrade û çanda têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê.

Bi vî awayê giyan û cewherê berxwedana dîrokî ya Kawayê Hesinkar û viyana Kawayê Hemdemî Mazlum Dogan gihiştin hev, deng û reng û nasnameya netewî û mirovperwerî, bi raya giştiya navneteweyî hat nasandin, çcspandin û pesendin.

Di heman demê de, ew pêvajoya qirkirina çandî û nijadî ya bi sedsalane li ser gelê Kurdistanê bû hat rawestandin, berevajî, pêvajoya xwebûn û azadbûnê hat despêkirin.

Ev pêvajo, nuha di asta şoreşê de dimeşe.