Kena’n Berekat û Remziya Mihemed Cejina Newrozê li Gelê Kurd pîroz kirin û gotin, Newroz vejîna gelê kurd e û em ê bi rihê agirê Newrozê azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.
Hemze Sêvo/Qamişlo
Gelê Kurd li Kurdistan û derveyî welat jî bi coşeke mezin Cejina Newrozê pîroz dike. Piştî Şoreşa Rojava gelên bakur û rojhilatê Sûriyê her sal bi pîrozbahiyên bi heybet Newrozê pêşwazî dikin û asta têkoşîna li dijî dagirkeran bilindir dikin.
Derbarê pêşwazkirina Newroza 2023’an hevserokê Desteya Hundrîn ya herêma Cizîrê, Kenian Berekat û endama Kordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed ji me re axivîn.
’Cejna azadiyê li kurdan pîroz be’
Kena’n Berekat Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got: “Newroz di wateya xwe de serkeftin û azadî ye, lewma her sal di 21’ê Adarê de em weke gelê kurd vê rojê pîroz dibînin. Herwiha Newroz li Rêber Apo, gelê Arî, QSDê û Gêrîlayên leheng û şehîdên azadiyê pîroz be.”
’Bi têkoşîna Newrozê wê Rêber Apo rizgar bibe û dagirkerî têk biçe’
Berekat da zanîn ku Newroza îsal wê bib e Newroza azadiya gelan e û wiha domand: “Wê têkoşîn û berxwedana gelan bibe riya azadiya fîzkî ya Rêber Apo. Heta Rêber Apo azad nebe wê têkoşîn jî dewam bike. Her wiha jî heya bajarek ji bajarên Kurdistanê di bin dagirkeriyê de be; bi fikir û felsefa Rêber Apo, bi rihê têkoşîna Kawyê Hesinkar, Mezlûm Dogan em ê berxwedanê dewam bikin.”
’Şoreşa Rojava agrê azadiyê gurtir vkir’
Endama Kordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed jî Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got: ” Roja Newrozê ji bo gelê kurd roja vejînê ye, serhldan û serkeftinê ye. Herwiha tevî ku herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê rastî êrîş û xeteriyan jî tê, vaye agirê Newrozê yê ku nîşana berxwedan û azadiyê ye, dîsa tê dadan. Bi boneya hatina cejina netewî ya gelê kurd em Newrozê li Rêber Apo, gelê kurd yê berxwedêr, hêzên wê yê têkoşer û malbatên şehîdan pîroz dikin.”