Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kê, çawa NEWROZ zindî kir?

20/03/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
AKP Tirkiyê, PDK jî Kurdistanê difiroşe!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

NEWROZ, cejna gelîrî ya dîrokî ya Kurdan a herî qedîm e. Bêgûman, dîsa xuya dibe ku bi dewama dîrokê re NEWROZ, li mala hemû gelan dibe mêvan.

Erê di serî de gelên Kurdistanê bi mezûbaniyek mezin û hêja mevanê NEWROZÊ pêşewazî dike. Li pey Kurdan hemû gelên herêmê, ji xwe re jî weke rohniya rizgariyê ya ji zulmê dibînin û lê dibin xwedî.

Qasî ku em bîrewer bûn û ji zaroktiyê ber bi hişmendiyê ve çûn, me navê vê roj û cejna dîrokî, weke bûyerek ku li dûr pêkhatibe û bi dengekî sist bihîst.

Hema li herêma ku ez, di despêka jiyana xwe de lê jiyam; Mêrdînê û derdorên wê, çend kesan wateya newrozê dizanîbûn û bi dizî, weke çîrokek ne pir watedar vedigot in.

Min cara yekê nav û bûyera Newrozê, bi hişmendiyek zanistî û dîrokî; bi rêkûpêk û dorfirehî ji Tevgêra Apoyî bihîst û fêr bûm.

Her wiha pêşewaziya vê rojê û şêwazê pîrozkirina wê jî, li pey vê agahdariyê têgihiştim û min dît.

Pîrozbahiya berê, çend kesan bi dizîkî ve ji civakê dur agirek pê dixist û pir kesan jînedizanî ka ew agir çima pêxistîn e.

Weke ku em dibînin Rêbar APO jî dibêje; cara yekê bû ku mîna civîna rêxistinî, me li ber bendava Çubuka Enqereyê, bi çend kesan ve, di roja Newroza 1973 de çêkir!

Her wiha dibêje,”me bi zanebûn û bi hişmendiya vê roja NEWROZÊ ev civîn çêkir!”

Li pey vê civînê, mînaka watedar a kiryarî ya di dîroka Tevgêrê de, dengveda û mohra xwe li pîrozbahiya ruhê NEWROZÊ da, çalakiya Mazlum DOGAN a zîndana Amedê (Newroza 1982) bû nûjenkirin û geşkirina agirê newrozê yê dîrokî.

Îca weke tê zanîn, berî vê Tevgêrê, li hemû Kurdistanê û derveyî welat, hema hema mirov dikare bêje Newroz, li gorî naveroka xwe ne dihat pîroz kirin. Yên dîrok û îro gihandin hev felsefeya Rêber APO ye.  Her wiha di  kesayetiya Rêber APO û Mazlum de, ev roja dîrokî  bi saya vê Tevgêrê, di jiyanê de hat zindî kirin û bû hemdemî.

‘Bi çalakiya zîndana Amedê, Kawayê dîrokî Kawayê Hesinkar û Kawayê hemdemî Mazlum Dogan gihiştin hev.’

Her wiha dikare were gotin, bi saya Tevgera PKK’ê, dîroka Kurd û Kurdistanê ji nûve û li ser rastiya xwe tê nivîsandin.

Weke mînaka Newrozê, eger ev Rêber û ev Tevgêr nebûya, weke gelek rûmet û hêjayên Kurd û Kurdistanê, ev Newroz jî zindî nedibû û wê wenda biba.

Biyaniyan çawa piraniya ziman û çanda gelê Kurdistanê bişavtin û ji xwe re kirin mal, ev roja pîroz jî dikirin malê xwe.

Di vê sala nuh a 2023’an de, bi dirûşma “HER DER NEWROZ, HER DEM AZADΔ, gelek li bejna vê rojê tê û weke dewama dirûşma “BERXWEDAN JIYAN E” ye û layiqî çalakiya heval Mezlûm e.

Her wiha bi dirûşma JIN JIYAN ADAZÎ ya Rêber APO re, di şoreşê de him rola jinê û him rola NEWROZÊ derket qonaxa nuh û asta hîn bilindtir a herêmê û cîhanê. Êdî di vê asta dorfireh de, ev dirûşim tê qîrîn û him ev roj tê pîroz kirin.

Cejna Newrozê, despêkê li Rêber Apo, heval û şopdarên wî û kesên pêşengî ji vê pêngavê re kirine, pîroz be, dîsa li gelê Kurdistanê û mirovahiyê pîroz be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.