Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêkhatyên bajarê Qamişlo: Em ê bi hev re agrê Newrozê dadin

20/03/2023
in ROJEV
A A
Pêkhatyên bajarê Qamişlo: Em ê bi hev re agrê Newrozê dadin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/Qamişlo

Bi hatina Cejina Newroz a îsal,  pêkhateyên ereb û siryan yên bajarê Qamişlo Newroz li gelê kurd pîroz kirin û gotin, em ê agirê Newrozê bi hev re dadin û hêviya me azadî û wekheviya gelan e.

Cejna Newrozê cejneke kevn ya gelê Arî ye, bi taybet li cem Kurdan ji beriya hezarên salan ve û heya niha tê pîrozkirin.

Gelê kurd ji 10’ê meha Adarê heya roja 21’ê Adarê bi cilûbergên kurdî derdikevin qad, deşt, zozan û li ser çiyayan agirê Newrozê pê dixin û bi hêvîyên rojên nû û azad vê rojê bi keyfxweşî pîroz dike.

Ev rêûresm û pîrozbahî ji hezarên salan bi gelê kurd re gihaştiye serdema niha. Îro jî gelê kurd û tevahî Kurdistanî, derdikevin qadan û Cejna Newrozê, bi armanca  serkeftin û têkbirina her kesên desthilatdar, kujer û xwînmij yên mîna Dehaq, Newroza xwe pîroz dikin.

Îsal jî wek salên din hemû pêkhateyên li bakur û rojhilatê Sûriyê vê rojê bi kelêjana serkeftina azadiyê pêşewazî kir û pîroz dikin.

Bi boneya Cejina Newrozê, cejina gelê kurd, pêkhateyên ereb û siryan yên bajarê Qamişlo di derbarê pêşwazîkirina wan ya ji Newrozê re, ji me re axivîn.

’Newroz nîşana berxwedaniyê ye’

Welatiyê ereb Selîm Elayid  ku ji bajarê Qamişlo ye, bi hatina  Newroz îsal kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Xuşk û birayên me yên kurd, her sal di 21’ê Adarê de cejina xwe ya netewî li Kurdistanê û her deverên ku lê belav bûne, bi  berxwedanî  û qehremaniyê derdikevin qadan, deşt û li ser çiyayan Newroza xwe pîroz dikin. Em wek pêkhateya ereb bi gelê kurd re bi dilekî xweş Newrozê pêşwazî dikin û bi rihê berxwedanî û hewldana têkbirina zordestên li ser hemû  gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, bi gelê kurd re agirê azadî û berxwedaniyê dadidin û Newrozê pîroz dikin.”

’Cejina xuşk û birayên hezarên salan pîroz be’

Welatiyê siryan yê bi navê Gabî Îliyo jî cejna Newrozê li gelê kurd pîroz kir û wiha axivî: “Em weke pêkhateya siryan bi hezarên salan bi gelê kurd re dijîn. Weke her dem ev cejin  bûye cejina berxwedanî, pêkanîna azadiya tevahiya gelan ji zilm û zordestiyê û wekheviya gelan.”

Gabî îlyo bi hêvî kir ku newroza îsal bibe wesîleya serkeftina azadiya gelan û got, em bi gelê kurd re agirê Newrozê dadidin û Newroza îsal pîroz dikin. Em suriyan bi hêvî ne ku destpêkirina roja nû, roja Newrozê bibe serkeftina azadiya hemû gelan. Herwiha aramî bikeve welatê me û cudahî bi tu awayan nekeve nav pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê. Dîsa em  Cejin Newroza îsal li gelê kurd pîroz dikin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.