Rojnameya Ronahî

‘Agirê newroza 2023`yan wê bibe agirê azadiyê’

Darîn Silê/Qamişlo

Di newroza 51`an de endama Insiyatîfa Rêber Abdullah Ocelan Necah Gulo da zanîn ku agirê newroza 2023`yan bibe agirê azadiya Rêber Abdullah Ocelan, rizgarkirina hemû parçeyên Kurdistanê û azadiya mirovahiyê.  

21`ê Adarê dîrokek pir girîng û bi wate ye. Dema di mîtolojiya Kawayê Hesinkar de li çiyayê Kurdistanê agirê newrozê pê dikeve, ew tê wateya despêka serhildana herî mezin ya li hember Dehaqên li dijî azadiya gelan. Ji wê demê de gelê kurd li ser piya ye, heta gihîşte fîkir û felsefeya Rêber Abdullah Ocelan. Ev felsefe ji bo berxwedanê wateyek nû da jiyanê û hişt ku vîna kurdan xurtir bibe û agirê newrozê bi rojên nû geştir bibe. Herwiha Kawayê serdem Mezlûm Dogan jî bi agirê bedana xwe, bû ku pêşengîya berxwedana herî xurt ku êdî dehaqên serdemê nekarî vê berxwedanê bişkênin. Herwiha teqez kir ku agirê newrozê yê herî xurt yê bedena berxwedêr e.

Her sal 21`ê Adarê weke li seranserê Kurdistanê tê pîrozkirin li herêmn bakur û rojhilatê Sûriyê yê jî bi girseyî, li hemû bajar, bajarok û gunda tê pîrozkirin. Ev roj ji bo tevayiya gelan giringiya xwe heye, lewra roja netewbûnê ye. Li kêleka pêkhateyên kurd, yên Ereb, sûriyan û pêkhateyên din yên li herêmê vê rojê bi kelêjaneke mezin mezin pîroz dikin.

Derbarê wateya newrozê û pîrozkirina wê di dema berê û ya niha de, endama Insiyatîfa Rêber Abdullah Ocelan Necah Gulo ku berî niha jî cejna newrozê li qada Rêbertî pîroz kiriye, ji me re axivî û cejna newrozê di serî de li rêber Abdullah Ocelan û tevayiya gelan pîroz kir.

`Berî şoreşê jî tevî zor û zehmetiyan newroz dihat pîrozkirin`

Necah Gulo bîr xist ku berî şoreşa rojava li bakur û rojhilatê Sûriyê cejna Newrozê bi zor û zehmetî dihat pîrozkirin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Berî 2011`an dema me roja Newroz pîroz dikir, me gelek zehmetî ji aliyê rejima Sûrî ve dikşand. Dema me agir pêdixist leşkerên rejimê dihatin agirê me vedimirandin. Gelek caran rejimê riyên sereke digirtin da ku ti kes neçe qada newrozê û pîrozbahî neyê kirin. ji bo wê jî di roja newrozê de me gelek zor û zehmetî dikişandin. Lê tevî ku rejim li dijî me bû, me agirê xwe pê dixist û Newroza xwe bi hêrsekî mezin pîroz dikir. Her cara ku agirê me vedimirandin me agirek mezintir pêdixist. Ev roj roja me ye. Çiqas zehmetî û kuştin jî hebe emê li ber xwe bidin û roja xwe pîroz bikin. Her ciqasî şidet li me dihat kirin, ewqas me jî li beramberî wê berxwedan û têkoşîn dida meşandin.”

`Piştî şoreşê Rojava Newroz bi ewlehî, coş û berxwedanî tê pîrozkirin`

Necah diyar kir ku tevayiya pêkhateyên li bakur û rojhilatê Sûriyê bi hev re û bi yek rihî roja Newrozê pîroz dikin û axftina xwe wiha domand: “Cejna Newrozê bi tevayiya pêkhatan tê xemilandin. Li gel her pêkhateyê ev roj tê pîrozkirn. Ti ferq û cûdahî di navbera pêkhateyan de nîne. Newroz ne ji bo gelê kurd tenê, ji bo her kesî roja vejînê ye. Herwiha di roja newrozê de welatî tev bi cilên kurdî pîrozbahiyê dikin. Herwiha di meha adarê de her roj agirê Newrozê tê pêxistin û newroz bi dilekî geş tê pîrozkirin. Ji bo wê jî em dibêjin newroza me berxwedane, têkoşîne û vejîneke nû ye. Bi berxwedanî û hêza vê rojê, em gihîştin vê astê. Herwiha di şoreşê de û di êrişên giran de me gelek sazî ava kirin û gelek destkeftî jî bi dest xistin. Ji ber wê jî bila dijmin baş zanibe ku ti kes nikare agirê me vemirîne. Agirê ku bi armanca azadiyê hatiye pêxistin wê bi û azadiya Rêber Abdullah Ocelan û azadiya tevayiya gelan geştir û mezintir bibe.”

`Li gel Kurdan Newroz tê wateya berxwedan, hebûn û azadiyê`

Necah di berdewamiya axaftina xwe de got, Agirê Newrozê yê ku bi Mazlum Dogan ji nû ve geş bû, heta niha jî bi awayekî xurt û bi hêztir pêxistî ye. Çawa ku Mazlûm Dogan ku Kawayê Hesinkar yê hemdem e, Zekiye, Ronahî û Bêrîvan agirê Newrozê yê vejîna kurdan, ji nû ve pê xistin niha jî ev agir li tevayiya Cîhanê bi taybet li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêketî ye. Ji bo wê jî li gel Kurdan Newroz tê wateya berxwedan, hebûn û azadiyê. Lewra van kesan vejîn nûjen kirin û riya azadiyê diyar kirin. Wan çawa di Newrozê de agir geş kirin û roja nû hilat, emê jî bi wî ruhî têkoşîn bikin û li hember dijmin bi ser bikevin.

`Newroza li qada Rêbertî newrozeke pir bi wate bû`

Necah behsa newroza ku wê li qada Rêbertiyê pîroz kiribû kir û wiha got: “Di sala 1998`an de min newroza xwe li qada Rêbertî bi Rêber Abdullah Ocelan re pîroz kir. Ew newroz ji bo min newrozeke pir bi wate û giraniya wê pir hebû. Heta niha jî ez wê newroza ku min bi Rêberê xwe, Rêberê aştî û mirovayiyê re pîroz kirî ji bîr nakim. Di wê newrozê de min hîs kir ku şewqa agirê newrozê ronî da cîhanê tevî. Herwiha wê demê Rêbertî di axaftinên xwe de behsa wateya newrozê û berxwedaniyê kir. Ji bo wê jî ew newroz newrozekî bi coş û berxwedanî bû. Lewma ez bihêvîme tevayiya newrozên me bi vî rengî werin pîrozkirin û wateya rast ya newrozê were diyarkirin. Herwiha newroza îsal jî pêwîste li cîhanê tevî deng vede û agirê wê bibe agirê azadî û wekhevî û aştiyê.”

Endama Insiyatîfa Rêber Abdullah Ocelan Necah Gulo di dawiiya axaftina xwe de got, wê agirê newroza 2023`yan bibe agirê azadiya Rêber Abdullah Ocelan, rêzgarkirina hemû parçeyên kurdistanê û azadiya mirovayê.