Rojnameya Ronahî

Reqsa Agirê Newrozê

Farûq Sakik

Newroz evîna herî mezin û evîn Newroza herî mezin e. Newroz ji Kurdistan’ê re hevalê herî dilsoz e.

Li Kurdistan’ê niha bihara Newroz û evînê ye. Welatê me niha li ser bircên Newroz û evînê ye.

Bihara hawariyén Zerdeşt e, ku Yezdan di sirûdên xwe de aîdiyet bexşê wan kiriye. Bihara dilşewata ye, Newroza xezala ye, bihara pilingên bênav ê çiyayî ye.

Bihar belav dibe li welatê me. Roj û heyva Kurdistan’ê dagir dike. Bihara welatê Dicle û Feratê ye.

Bihara xwîn û talanê ye niha.

Li kozik û sitargehan wextê şaxberdana cesaretê ye.

Dema vereşandina lûleyên tifingan û xezeba narincoka ye.

Dema tofanên bêdeng û bahozên kerr e.

Li Kurdistan’ê wexta pîrozkirina helanên egîdiyê ye.

Zilm û serhildan di govenda mirin û jiyanê de ye, dagir û berxwedan di reqsa tirs û cesaretê de ye.

Li Kurdistan her sal bi coş û heyacanek mezin Newroz tê pîrozkirin.Wek ceşnek wek despêka biharê û di  van salên dawî  jî wek destpêka serhildanan..

Li bakûrê Kurdistanê piştî salên vemirandina  serhildanan heta salén 1990’an cejna Newrozê di nav gel de bi awayekî girseyî nedihat pîroz kirin. Ji ber qedexe û zilma şowenîst gelê Kurd li bakûr bi dizî vê cejna xwe pîroz dikir.

Her wiha di salên bédengiyê de ji ber zextên rejimê jî, cejna Newrozê li gelek deveran hatibû jibîr kirin. Heta salén dawîn jî li gor atmosfera polîtîk tené grûbén siyasî vé cejné pîroz dikirin.

Piştî 12ê Îlonê li Zindanan êşkence derketibû qada herî bilind. Li hember vê zilmê dibe ku tiştek bahata kirin.

Cejna Newrozê di salên jibîrbûyî de li zindanên Kurdistanê roja berxwedan û hildana ala hêwiyê bû. Ji bo serhildanê roja Newrozê hatibû destnîşan kirin.

Dîlên Kurd, di bin esareta hovane de jî, ev nîşana netewî bibîr dianîn. Tade û zilma zindana Amedê di ûcdanê mirovahiyê de wek lekeyeke reş a zilmê Dehhaq’ên nûjen hatibû kolan.

Yek ji girtiyên Amedê û ji serwerên netewa Kurd, Mazlum Dogan di Newroza sala 1982’yan de giyana xwe dîyarî bihûşta şehîdên netewa xwe kir.

Mazlûm Dogan, endam û pêşewayê Partiya Karkerên Kurdistan, ji bo lanetkirina zilmê, ji bo banga berxwedanê, ji bo rûreşkirina xiyanet û mizgîna berxwedanê di şeva 21’ê Adara 1982’an de li kovişa 35’an de şehîd bû.

Di 21 Adara sala 1982’an de,bi sê darikê niftikê, agirê herî gûrr yê di dîroka newrozan de pêxistibû. Ronahiya vî agirî ne bitenê zîndan ronî dikir di heman demê de qedera kurdan ya reş jî bi xwe re ronî dikir. Di bin ronahiya vî agirî de, li çiyayên Kurdistan gerîllayan, dest bi dîlanê kiribûn..

Mazlûm Dogan li pey xwe dirûşmeyek hiştibû.. Berxwedan Jiyane..

Piştî Kawayê hemdem Mazlûm, zindana Amedê bûbû akademiya berxwedan û şoreşa Kurdistanê. Piştî Newroza Mazlûm kesên di vê zindanê de ji giyana wî feyz girtin, bûn sondxwar û tolderén dîrok û netewê.

Piştî salên 1990’an ku di encama têkoşîna çekdarî de tevgera gel pêl da, Kurd dîsa zivirîn ser kevneşopî û nirxén xwe yên netewî.

Di 17ê adara 1989an dema di êrîşekê de gerîlayê PKKê şehîd bû, li Mêrdînê li navçeya Savûr xwepeşandenek girseyî pêk hat. Ev yek di heman demê de ji bo bakûrê Kurdistan wek destpêka serhildana jî dihat qebûl kirin.

Di salên dawîn de cara yekem di 1990’an de Newroz li kolanan hat pîroz kirin. Û êdî ev cejna jibîrbûyî, wek çîroka xwe, cardin bûbû nîşana wejîna netewa Kurd li bakûr.

Serhildana Nisêbînê ku ew jî di dîroka bakûr dê yekem serhildana nûjen bû, di roja Newroza 1990’an de qewimî bû. Di 15ê Adarê de li Nisêybînê di merasima cenayzeyê gerîlla de hin bûyêr qewimîn û kesek di serê xwe de darbeyek fîşekê hat kûştin..Li ser vê yekê gelê Nisêybinî darebayên dikanên xwe girtin û ev kûştin protestokirin..Erîşî gelkirin li ser pirê bi panzêran 17  kes hatin qetilkirin. Kurdan navê pirê wek  pira newrozê binavkirin..

Di 21 Adarê de li Cizîrê esnafan dikanên xwe girtin.Hêzên dewlet erişî gel kirin, 4 kesî jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de li gelek deveran çalakiyan destpêkir. Nisêybîn, Hezex, Slopî, Mîdyad û li Sûrûcê çalakiyên girtina terabeyan pêk hat.

Ew roj, ew Newroz, li hember vê zilma dewletê,  Li Amedê keça Kurd Zekiye Alkan jî di çalakiyek debû..

21é Adarê. Sala 1990. Amed. Taxa Derê Ruhayê.

Li bin birca Heft Birayan. Heft birayên qahreman. Heft parastvanên Amedê.

Zekiye li bin diwarê bircê. Di destên rastê de bîdona benzînê, di destê çepê de pankartek. Li ser dirûşmeyek; ‘Bijî Newroz.’

Kolan tije zarok û jin. Li ser diwarên kelê polîs û leşkerên nobedar. Li kêleka kelê, li dora xwe benzînê direşîne. Pankarta xwe dide destê zarokan. Paşê benzînê bi ser xwe da dirjîne. U niftikê pêdixe.

Agir… Germahiya pîroz. Zekiye serapê di nav agir de. Pêşiyê guliyên wê yên reş dişewite, porên wê, cilên wê… Zekiye seranser di nav agir de…

Zarok û jin diqîjin. Ber bi wê ve dimeşin. Pêlên agir bilind dibin.

Zekiye dişewite, bi agir disote… Agir diweste, agir ditefe, agir radiweste, agir di bedena Zekiye de dibetile.

Ji bilî dil û çavên wê yên reş, çavên wê yên du libên yaqûtî, hemû laşên wê şewitiye. Zekiyê êdî di rêwîngîya nava diléên Kurdan de ye. Ew êdî  sembola Newroza nûh e.

Di 30 Adarê de Amediyan ji bo Zekiye dikanê xwe venekirin. Zekiye di nameya ku li pey xwe hiştibû waha digot..Agirê Newrozê yê herî gûrr,  agirê ku bi bedana însana ye..

Di sala 1991’an édî Newroz ne tenê cejneke netewî an jî nirxekî dîrokî, her wiha ew roja dema serhildan û banga tékoşînê jî bû.

Newroz édî li hemû bajarén Kurdistané, li hemû kolanén bajaran, li hemû malên kolanan û di dilên hemû însanén malan de bûbû dema péxistina ateşgeha Zerdeşt.

Her rojên Kurdan Newroz, her Newroz jî roja Kurdan bû. Ew édî parolaya serhildané, îşareta hildana seriyan bû.

Di dîroka mirovahiyé de belkî jî tenê Newroz cejneke qedexekirî bû. Rejima Tirk cejna Kurdan, rengên Kurdan qedexe kiribû. Cezayê vê jî kuştin bû.

Newroza sala 1992’yan ji bo Kurd û bo rejimê wek qewla xwe nîşané bû. Kurdan bi kirasé cesareté é kesk û sor û zer, mérkujén rejimé jî bi unîformayén reş daketibûn meydanan. Kurdistan li ser piya bû. Dagirker jî.

Li Cizîrê rojek berî Newrozê ji derdoran, ji gûndan kurdan ji bo pîrozbahiya newrozê komdibûn..dewlet jî derdoran hêzên alîkar xwestibû.

Li herderê bajêr agir dijhatin pêxistin..meş dihatn lidarxistin..

Xwestin ku pîrozbahjiyan asteng bikin..û ji mînareyên mizgeftan ji panzêran agir û gûle reşandin ser gel..3 roja agir reşandin ser kurdan û 17 roj nehiştin ku tu kes derkebe kolanan.av,elektrîk û telefon hatin qûtkirin…Di encma serhildana Cizîrê de rojnemevanek jî di nav de 57 kesan jiyana xwe ji dest da..

Hézén rejimé roja 21é Adara sala 1992’yan li Cizîra Botan, Şirnex, Nisébîn, Hezex, Wan, Gewer, Amed, Farqîn û li bajarén din bi dehan Kurdén péşwazén Newrozé kuştin. Berdevkén rejimé cejna Newrozé li dijî dewleté wek îsyan, wek serhildan binav dikirin.

Ji van serhjildanan û zilma dewletê ya ser gel bersivek ji Îzmîrê ji Qedîfeqele hat.

Keça kurd Rahşan Demîrel bi eslê xwe ew jî ji Nisêybînê bû. Ji ber zilma dewletê koçî metrepolan bûbûn. Berî çalakiyê  hemû kiryarên dewletê  di tv nan de temaşedike û biryarek digire. Bi çalakiya xwe dixwest agirê Newrozê ji Zekiye Alkan dewr bigire.Û wisa dike.  Roja 21 adara 1992‘an de di dest wêde bîdona benzînê berbi Kelê dimeşe. Dem hatî malbat hemû dixewn de, Rahşan di çalakiya Newrozê de ye. Agirê ku berî bedena xwe dide. Di heman demê de tirs û xofa li ser gelê kurdane jî di heman demê de di şewîtîne.

Cenazê wê dibin Nisêybînê,hêzên dewletê gelek asteng derdixin pêş malbatê ku merasîm çênebe..Lê di van salande herdem her newroz li ser gora wê merasima pîrozbahiyên newrozê destpêdikin.

Piştî çalakiya xwe li pey xwe nameyek dihîle û di nameyêde armanca çalakiya xwe tîne ziman..

…Ez komkûjiyên faşîstan protesto dikim.Ez Newroza gelê xwe bi can û xûna xwe pîroz dikim. Biji Kürdistan…

Lê carek ateşgehén Zerdeşt péketibûn, rihê Kawa vegeriyabû û di bedenén Kurdan de wejiya bû. Makina zilmé a kuştin û xirabîyé nikaribû li hember çerxa feleké bisekine. Seranseré Kurdistané di Newrozan de bi kirasé kesk û sor û zer dixemilî, gund, bajar, deşt û çiyayén Kurdistané bi agiré Newrozé dihat taqdîs kirin.

Ji aliyê dinan ve li hember pêşveketina tevgera azadiya kurd dewletên ewropa jî li kêleka rejima tirk li hember kurdan cîh girtibûn..Rêxistina kurd jî hatibû qedexekirin.

Bi çekên ku firotibûn Tirkiyê kurd dihatin kûştin. Dewleta Alman jî hevkarê heman sûcî bû..

Di demek waha de li Almaniya li Bajarê Mannheim 2 keçên kurdan, 2 keçên ku ji ber zilma dewleta Tirkiyê koçî ewropa kiribûn, ji bo bersiv bidin vê sîyaseta dewletan a qirêj, li benda Newrozê bûn..

Û ew roj hatibû Newroza sala 1994an. Bedriye Taş (Ronahî) ku bi eslê xwe ji Elbîstanbû û Nîlgun Yildirim (Berîvan) a Dersimî roja newrozê wan jî agirê ku li Qedîfeqale di dest Rahşan Demirel debû, digirtin û bedena xwe didan ber agirê Newrozê..

Sal derbasbûn li Kurdistan siyaseta înkar û îmha dewam dikir. Li derve li hember daxwazên tevgera azadiya kurd ya pêvajoya aştiyê, siyaseta şer de israr hebû, li zîndanan jî konseptek nû hatibû destpêkirin..

Di vê demê de li Zîndana Çanakale agirek di newroza sala 1998‘an bilindbû. Sema Yuce (Serhildan) di nobeta agirdebû..

Gerîllaya kurd Sema, ku di sala 1991‘an da ji Mêrdînê tevlî refên gerîlla dibe û piştî xebata çend mehan di Gulana 1992an di encama îxbarekê de li navenda bajarê Agirî tê girtin. Sirgûnî zîndana Çanakale dibe.

Sema Yuce, di Newroza sala 1998an da li hemberî zext û zordariyên dewleta tirk agir berî bedena xwe dida demek birîndar ma û piştî vê çalakiyê di 17’ê hezîran 1998 de jiyana xwe ji dest dida.

Nameya xwede digot:

“…Êdî dawî li vê zilm û zordariya xwe bînin. Ez siyaseta we ya komkûjiyê protesto dikim. Ez ji bo vê siyaseta we protesto bikim, vê çalakiyê pêk tînim. Hûn nikarin vî gelî têkbibin. Û ewê 21‘ên Adaran li Kurdistan diha bi coş û bi hêz werin pîrozkirin…

Piştî çalakiya Sema 5 roj şûnde girtiyê doza PKKê Fîkrî Baygeldî di 25‘ê Adarê de bedena xwe dida ber agir. Fîkrî jî di nameya xweda bersiv dida çalakiya Sema Yuce..

…Rêheval Sema Fermandara min e. Ez bi tenê eskerê wê me ku ew bi çalakiya xwe bû fermandar. Esker mecbûre ku li gor talîmatên fermandarê xwe tevbigere…

Newroza Ameda peytext a sala 2000’an hemû gotin û peyvan, hemû Dehhaq û xiraban béhukum hiştibû. Bersiv dabûn nameya Sema Yuce ya li pey xwe hiştibû..

Efsana Newrozê piştî sedan, hezaran sal carek din li ser xaka Mezopotamyayé digere û ji bo Kurdan dibe mizgîna yekîtî û netewbûné.

Padîşahé dilé Kurdan Mazlûm Doxan, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Berîvan, Sema û Fikrî bi feyza cesaret û berxwadanén xwe xaka Kurdistané pîroz dikin.

Li bakûré Kurdistané agir édî péketibû. Ara bin xweliya sedsalan, tîna bizotén cemidî, çirîskén çilmisî carek din geş bûbûn.

Xeyaleté Kawa li ser asîmanén Kurdistané digeriya.

Di sala 1991’an édî Newroz ne tené cejneke netewî an jî nirxekî dîrokî, her wiha ew roja dema serhildan û banga têkoşînê jî bû.

Newroz êdî li hemû bajarên Kurdistanê, li hemû kolanên bajaran, li hemû malên kolanan û di dilên hemû însanên malan de bûbû dema pêxistina ateşgeha Zerdeşt.

Her rojên Kurdan Newroz, her Newroz jî roja Kurdan bû. Ew êdî parolaya serhildanê, îşareta berxwedanê bû.