Rojnameya Ronahî

Newroza 2023’an li gelek bajarên Kurdistanê hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan

Bi dirûşmeya ’Her der Newroz Her Der Azadî’ li pir bajarên Kurdistanê û Tirkiyê, beriya 21’ê Adarê hat pîrozkirin û heya 21’ê Adarê li seranserî cîhanê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de bi 100 hezaran kes beşdar bûn û Îmraliyê silav kirin.

Bi boneya Cejna Newroza 2023’an li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên pîrozbahiyê hatin li darxistin.

Qoser

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Newroz bi ruhekî kelecana destpêka biharê hate pîrozkirin. Newroz diyarî giyanê qurbaniyên erdhejê hat kirin. Ji zarokan bigire heta kal û pîran bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên kurdî qada newrozê tijî kirin. Xelkê navçeyê dirûşmên “Bijî berxwedana zindana”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî”, “Erdogan îstîfa” qîriya.

Sêrtê

Herwiha li Sêrtê jî Newroz  li qada Aşîtiyê hat pêrozkirin. Qad pîrozbahiyê ya Newrozê bi ala Partiya Kesk Çep hate xemilandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Berxwedan jiyan e” û “Hikumet îstifa” hatin qîrîn. Çalakiya Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê destpê kir. Piştî axaftinan agirê Newrozê hate vêxistin.

Semsûrê

Di heman çarçoveyê li Semsûrê bi dehan welatî li Konê Zulfikar Yilmaz a li Taxa Cumhuriyetê ya bajêr ji bo Newroza cejna berxwedan û serhildanê kom bûn. Li bajarê ku piştî erdhejê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, welatiyan bi gotina “Em li vir in, em neçûn” agirê Newrozê pêxistin. Li derdora agirê ku li qada ku pankarta “Newroz Pîroz Be” hat daliqandin, welatiyan ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn semah gerandin.

Enqere

Li Enqerê jî bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk û Partiya Çep a Keskan li Anitparqê Newroz hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Newroz pîroz be”, “Bijî biratiya gelan”, “Jin jiyan azadî”, “Dewleta kujer wê hesab bide” hatin berzkirin.

Kocaeliyê

Di heman demê de li Kocaeliyê jî  gel li qada Bazarê ya Mevlanayê ya li Gebzeyê li hev kom bû. Tevî baranê jî ji heftê saliyan heta heftê saliyan her kes tevlî Newrozê bû. Qada Newrozê bi pankartên li ser “Her der Newroz, her dem azadî”, “Newroz dê dawî li selteneta Dehaqê zalim bîne” û “Em li ser rêça Kawayên Hemdem agirê Newrozê gur dikin” nivîsandî û alayên HDP û Partiya Çepgir a Keskan hat xemilandin.

Tekirdag

Li Tekirdagê jî Newroz bi pêşengiya HDP’ê li navçeya Ergeneyê hat pîrozkirin. Welatiyên ku bi kincên xwe yên Kurdî daketin qada Newrozê, govend gerandin. Li qadê dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin. Pîrozbahî piştî axaftinan bi dawî bû.

Îzmîr 

Agirê Newroza Îzmîrê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” li Qada Gundogdu ya Konakê hate vêxistin. Ji saetên serê sibehê ve gel bi dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”, “Bijî têkoşîna gelan” û “Em ê bi berxwedanê ser kevin” herikîn qada Newrozê.

Manîsa

Li Qada Lale ya Manîsayê bi beşdariya hezaran kes pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Qada Newrozê bi alên HDP’ê û Partiya Çep a Kesk hat xemilandin. Jin û ciwan bi cil û bergên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Ciwanên endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê bi dirûjşm û pankartan meşiyan qada Newrozê.

Antaliya

Newroza Antalyayê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” li pêşiya Eywana Sporê ya Turgut Ozal, bi tevlibûna bi hezaran kesan û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” dest pê kir. Piştî axaftinan  jî Koma Muzîka Zarokan a Aryenê derket ser dikê û stranên xwe pêşkeş kir. Piştre jî qurnefîl li gel hatin belavkirin û bernameya Newrozê bi stranên hunermend Hîvda Gokel bi dawî bû.

Tirbespiyê

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê meşek meşaleyî ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve hat lidarxistin. Meş ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger destpê kir û li Qada Şehîd Nejîbr rawestiya. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û meşale hatin hildan. Di dawiyê de ciwanan  agirê Newrozê vêxistin.

Hesekê

Li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê jî agirê Newrozê hat dadan. Destpêkê deqeyeke rêz hat girtin, piştre şêniyan agirê Newrozê dadan û li derdora wê xelekên govendê gerandin