Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Wê Efrîn ji destê dijminê nirxên mirovahiyê bê rizgarkirin’

19/03/2023
in ROJEV
A A
’Wê Efrîn ji destê dijminê nirxên mirovahiyê bê rizgarkirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/Qamişlo

Xwendekarên Zanîngeha Rojava ku ji bajarê Efrînê ne diyar kirin ku dewleta tirk dijminê nirxên mirovaiyê ye û teqez kirin ku wê bi têkoşîn û berexedanê, Efrînê rizgar bikin. Herwiha dan zanîn ku wê sûcên dijmirovî yên dewleta Tirk bê hesab nemînin.

Ji bo qirkirina gelê kurd û têkbirina projeya xuşk û biratiya gelan, dewleta Tirk û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an êrîşî herêma Efrînê kirin. Dagirkeriyê bi tevahiya çekên giran û pêşketî, herwiha bi hejmarek pir mezin ji çeteyan êrîş kir. Di êrîşan de bi 100’an welatî şehîd û birîndar bûn. Dagirkeriyê di êrîşên xwe de mal, dibistan, nexweşxane û binesaziya herêmê kir hedef. Li aliyê din YPG’ê , YPJ’ê û gelê Efrînê berxwedaneke dîrokî da. Şervanan li hemberî çekên pêşketî û giran yên dagirkeriyê, evsaneyên berxwedanê bi xwîna xwe nivîsandin. Piştî berxwdana bêhempa ya ku 58 rojan dewam kir, di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn hat dagirkirin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên bi 100 hezaran, erebên ji deverên din yên Sûrî, herwiha malbatên çeteyan yên ji Iraq û welatên cûda, di malên welatiyên Efrînê de bi cih kirin. Di Efrînê de rêjeyeke pir kêm ya welatiyên resen mabû, ew jî rastî revandin, işkencekirin û kuştinê hatin. Dagirkeriyê li kêleka kuştinê jî, qirkirina çandî û xewzayî bilez meşand. Di encamê de bi dehan cihên dîrokî hatin dizîn û rûxandin, herwiha bi 100 hezaran darên welatiyên Efrînê hatin birîn û ji bo Tirkiyê hatin şandin.

 

Bi hatina salvegera 5’an ya dagirkirina Efrîn, xwendekarên Zanîngeha Rojava ku ji Efrînê ne ji me re axivîn û diyar kirin wê bi berxwedana azadiyê, Efrîn were rizgar kirin û ji dagirkeran  jî wê hesap bê xwastin.

Xwendekara  Zanîngeha Rojava Rêgez Hemo ku ji xelkê Efrînê  ye, behsa roja dagirkirina kir û wiha got: “Weke îro di sala 2018’an de û piştî  berxwedana ku  58 rojan ji aliyê hêza QSD’ê û gelê Efrînê ve, li hember dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê hat kirin; bajarê ku bi aşîtiyê û wekheviyê dihat nasîn, hat dagirkirin û komkujî li ser welatiyên wê hat kirin.”

’Bêdengiya cîhanê bû sedemê dagirkirina Efrînê’

Rêgez Hemo di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên Rusiyayê yên durû ku qaşo ji bo parastina herêmê xwe li vir cih kiriye û wiha domand: “Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ser Efrînê,  Rusiya bû alîkar. Qaşo li herêmê garantor bû, lê ji bo berjewendiyên xwe yên demkî, pêşiya dewleta tirk ya dagirker vekir ku gelê kurd qir bike. Dewleta Tirk a dagirker di êrîşan de mirov,mal, cihên dîrokî, cihên pêroz û xweza jî, kir armanc. herwiha li berçavê cîhanê gelek kiryarên dijmirovî û bê exlaqî li dijî jin, zarokan û nirxên mirovahî kirin. Dewleta tirk dijminê hemû nirxên mirovahiyê ye, lê dîsa jî cîhan li hember di bêdengiya mirinê de ye. Ji bo berjewendiyên pir biçuk jî dikarin qirkirina gelekî bidin berçavê xwe!”

’Bi vîna gelê kurd û hêza QSD’ê , wê Efrîn  were rizgarkirin’

Xwendekara Zanîngeha Rojava Rêgez Hemo di dawiya axaftina xwe da diyarkir  ku wê bi vîna gelê kurd û hêza  QSD’ê  Efrîn rizgar bibe û wiha got: “Efrîn ne bi tena xwe ye, li pişta wê gelekî xwedî vîneke xurt û hêzeke berxwedêr heye. Dema ku  di dilê her yekî ji me de Efrîn hebe, misoger e ku ewê rizgar bibe. Herwiha wê dagirker jî bên ceza kirin”

Xwendekara  bi navê Nûra Mihemed ku ew jî yek ji welatiyên Efrînê ye,  salvegera 5’an ya dagirkirina Efrînê bibîr xist û got: “Weke îro berî 5 salan, dewleta Tirk û çeteyên wî xaka me dagir kirin,  ez yek ji şahidên wê roja reş bûm. Piştî dagirkirina Efrînê  ji aliyê dewleta Tirk ve çêbûyî, em neçar man ku koçber bibin. Em vê roja reş û bi êş ti carî ji bîr nakin. Di wê rojê de Kurdistan tev xemgîn bû û ewrekî reş li ser dilê Kurdan nixumandbû.”

’Em soza rizgarkirina Efrînê dûbare dikin’

Nûra Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de şehîdên berxwedana Serdemê bibîr xist û wiha got:”Ji bo parastina xaka pîroz ya Efrînê bi dehan ciwanan canê xwe feda kirin, berxwedanî û fedekarî heta roja Îro dewam dike. Em soz didin ku emê  layiqê xwîna şehîdên Efrînê bin û li ser şopa wan bin heta Efrîn rizgar bibe.”

 

’Li Efrînê berxwedan berdewam e û heya rizgarkirinê jî wê berdewam be ’

Nûra Mihemed  diyar kir ku berxwedana gelê  Efrînê hîn bi hemû hêza xwe  berdewam e û axaftina  wiha  qedand: “Ji destpêka êrîşa ku ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker heya roja me ya îro, hêzên me ranewestiyane û ji bo rizgarkirina Efrînê hertim li ber  xwe didin. Di roja bîranîna dagirkirina Efrînê de, bila hêviya gelê me bi QSD’ê û keç û xortên wan hebe. Hêviya me heye ku em vegerin cih û warê xwe û ji ber wê heya rizgarkirina Efrînê wê têkoşîna me bidome.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.