Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK: Bi ruhê Newrozê em xwe bidin ber pêvajoyê

19/03/2023
in ROJEV
A A
PKK: Bi ruhê Newrozê em xwe bidin ber pêvajoyê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Komîteya Navendî ya PKK’ê bi daxuyaniyekê cejna Newrozê pîroz kir û got, di xeta Rêber Apo de, bi ruhê Newrozê em xwe bidin ber pêvajoyê û bi awayekê bi giştî li ber xwe bidin.“

Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi boneya Cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand.

 

’Wê sala 2023’an bi serkeftinê tacîdar bibe’

PKK’e d daxuyaniya xwe de Newroz  li gelê Kurd, hemû gelên berxwedêr û dostên gelê Kurd pêroz kir û got: “Di şexsê Mazlûm Dogan de, Zekiye, Rehşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema, Sara, Rûken, Evîn Goyî, Yaşar Botan, Raperîn Amed, şehîdên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, soz didin ku em ê bibîranînên wan bi serkeftinê tacîdar bikin. Em, bawer in ku wê gelê me û hemû hêzên berxwedêr, wê sala 2023’yan têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê bi ruhê berxwedaniyê Newrozê yekcar geş bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.”

’Rejîma faşîst, li dijî gerîlayên azadiyê sûcên şer dike’

PKK’e da zanîn ku faşîzma AKP-MHP’ê ya mêtinkar-qirker, hêza NATO’yê jî wergirt, çi tiştê dikare seferber bike, kir, bi hemû derfetên xwe yên 8 sal in ku bi awayekê nedîtî êrîşê Tevgera Azadaiyê dike û wiha domand: “Armanca wan dewleta Tirk a dagirker , di sala sedemîn a avabûna Komara Tirkiyeyê û Peymana Lozanê de, Tevgera me ji holê rabike. Ji wê boneyê bêyî tu exlaqekê şer, pîvanên hiqûqî û mirovî bombeyên nukleer ên taktîk, çekên kîmyewî jî di nav de, her tişt ji xwe re rewa dibîne. Rejîma faşîst, li dijî gerîlayên azadiyê her roj sûcên şer dike. Li dijî vê şerê ku faşîzma AKP-MHP’ê bi hemû hişma xwe bi awayekê bêyî exlaq û rêgez dike, jin û mêrên ciwan ên Kurdistanê, li çiyayên Kurdistanê destan nivîsîn.”

’Divê mirov bi ruhê seferberiyê bixebite’

PKK’e da xuyakirin  ji bo başkirina birînên ji ber erdhejê çêbûne, hem jî ji bo rejîma faşîst a AKP-MHP’ê têk biçe, divê ku mirov bi ruhê seferberiyê bixebite û wiha dewam kir: “Divê mirov bi hişmendiya ku di sedsala avabûna Komara Tirkiyeyê ya mêtinkar-qirker û peymana Lozanê de wê bi van hilbijartinan gelek geşedanên giring rû bidin, xwe bide ber. Têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê, şikestinek e di hişmendiya dewleta Tirk a mêtinkar-qirker de. Diyar e ku wê bandora encamên vê li ser geşedanên hem li Tirkiyeyê û Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn gelek be. Rojên dîrokî ne ku em tê de ne. Divê em her roj û hêr kêliyê pir baş bi rêxistin bikin, pir bixebitin û bi ser bikevin”

’Bi ruhê Newrozê em xwe bidin ber pêvajoyê’

PKK’e da zanîn ku destkeftiyên vê pêvajoyê,  xeterî û fersendên wê jî wê gelek bin û wiha domand: “Di xeta Rêber Apo de, bi ruhê Newrozê em xwe bidin ber pêvajoyê û bi awayekê bi giştî li ber xwe bidin, teqez e ku çi tiştê heye mirov ji nû ve bi awayekê bi heybettir û bi mirês bi dest bixe.”

’Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê armanckirin’

PKK’ê daxuyaniya xwe wiha domand: “Bi pîrozbahiya Newrozê ku wê bi şiara “Her der Newroz, her der Azadî“ li çar parçeyên Kurdistanê, li çiyayên Kurdistanê, li çi cihê ku gelê me lê ye û Newroza ku wê li Ewropayê bê kirin, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê armanckirin. Wê bi milyonan kes ji bo azadiya Rêber Apo biqîrin û bi şiara “Her der Newroz, her dem azadî“ agirê Newrozê yekcar gur û geş bikin. Jin û ciwanên Kurdistanê, bi pêvajoya berxwedanê ya Newrozê re, bêyî navber li têkoşînê dewam bikin û di her astê de wê erk û berpirsyariya serhildan û berxwedanê bi awayekê serkeftî bi cih bînin û sala 2023’yan bikin sala serkeftinê.”

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.