Zekî Bedran
Wêraniyên giran û windahiyên jiyanê yên ji ber erdheja li Tirkiyeyê pêk hatin, wê desthilatdariya Erdogan jî bihejîne. Tevî ku zêdetirî sedhezar kesî jiyana xwe ji dest da jî, ev desthilata faşîst ne difikire dest ji desthilatê û ne jî ji şer berde. Dema ku gel di bin kavilan de bû, wan bombebarana li ser qadên gerîlla û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, didomandin. Şengal jî di nav de li tevahî Kurdistanê qetilkirinên bi SÎHA yan didomînin.
Erdogan ji ber sekna muxalefetê û rênîşandana makezagonê, neçar ma here hilbijartinê. Dê di 14’ê Gulanê de hilbijartinê çêkin. Dihat gotin ku Erdogan naçe hilbijartinê, yan jî dê bi komployan, bi derxistina şerek navxweyî hewl bide li ser desthilatê bimîne. Ji bo dest ji desthilatê bernedin dikarin her cûre dînîtiyan bikin. Lê bi erdhejê re rewş guherî. Ji xwe OHAL îlan kiriye. Dît ku zemînê li ser rûniştiye çiqasî riziyaye. Şerek navxweyî ku mîsoger biser bikeve jî, tune ye. Yên li gel wî ne kadroyên bi bîrdozî ne. Piranî li pey pîşeyê xwe ne, derdorên diz in. Dewlet jî anîn rewşa dewletek çetewarî. Hindirê saziyan vale kirin. Ev rewş jî di erdhejê de baştir hat dîtin.
Lîstok û hewlên ji bo belavkirina Maseya 6’an jî vale derketin. Her çendî lîstok û hesabên li ser HDP’ê bidomin jî, heta niha encama ku dixwestin bidest nexistin. Herî zêde dikarin beriya hilbijartinê HDP’ê bigirin. Nekarîn alîgirên HDP’ê kêm bikin. Dê Tifaqa Ked û Azadiyê sekna xwe ya bi biryar û bandor bidomîne. Heman demê de zelal bû ku eger HDP di hilbijartinên Serokkomariyê de Kemal Kiliçdaroglu destek bike, dê Erdogan winda bike. Weke kesek bikeve avê û xwe bi mar bigre, niha Erdogan jî xwe bi Hizbul-Kontra yê girtiye. Li aliyê din jî Dogu Perînçek ê ku bi tarîtî û provakasyonan tê zanîn heye. Dogu Perînçek partî û girseya ku Erbakan bi keda dehan salan avakiribû dizî. Nekarî Partiya Saadetê bixe xefika xwe. Partî ji Fatîh Erbakan re ma. Pêkhateyek balkêş ava kir. Dikarin jêre bibêjin torbeyê pînekirî, hem jî girêka nakokiyan. Lê bila wisa be, her tişt ji Erdogan re helal e. Tenê bila li ser desthilatê bimîne. Pîvan, hiqûq, sûcên tên kirin ne girîng in!
Erdogan dibêje her tiştê ji erdhejê re pêwîst hat kirin. Naveroka propogandaya xwe amede kiriye, dibêje dê bi lez mal werin avakirin û birîn bên pêçan. Lê jiyan qîr dike û dibêje tiştek wisa tune ye. Li ber çavê bi milyonan mirovan xizim û nasên wan, jiyana xwe ji dest dan. Bûn şahid ku ji ber sedema dereng hatina alîkariyan gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Hinek ji serman mirin. Gel hejarî û zemhetiyên mezin jiyan kir. Derewên Erdogan û televizyonan nikarin van mirovan bixapînin. Bûn şahid û jiyan kirin. Bawerî bi desthilatê nayînin.
Baxçelî hîn jî gefan li çep û rast dixwe, dijûnan dike û dibêje qey dê bikare bi vê yekê desthilata faşîst li ser piyan bigire. Biteqe jî nikare ji sedî 5 deng bigre. Lê hewl dide gotinan ji Tirkiyê re bike. Ji ber ku pişta xwe spartiye hêzên tarî dibêje qey dê wiha bimeşe. Qet nafikire ku dê hesab jê bê xwestin. Xwediyê pergalê ye û di ser zagonan re ye! Demekê Çevîk Bîr jî wisa bûn. Pişta xwe dabûn artêş û dewletê, heq di xwe de didîtin ku hertiştî ji herkesê re bêjin. Lê çarenûsa wan ne pir baş bû. Dê yên weke Baxçelî li hêzên demokrasiyê û gel hilteqilin.
Erdogan û komika li dora wî ketine nava tirs û xofê. Şûna ku ji ber erdhejê hesab bidin gel û îstifa bikin, çûn herêma erdhejê û partiyên muxalefetê sûcdar kirin. Evqas jî bêşermî û bêheyayî nabe. Ev bîst sale ew li ser desthilatê ye, ma muxalefetê alîkarî asteng kirin? Beriya erdhejê amedekarî xirab kir? Tiştek wisa tune ye. Berovajî, guhê xwe ji gotinên pisporan û muxalefetê re girt, li pey gengelî û şehweta desthilatê ket. Encama wê jî ji bo gel karesatek mezin bû.
Dema ku êriş û dijminahiya li dijî Kurdan mijara gotinê be, ne karesat ne jî erdhej bandorê li wan nake. Wisa ye ku, ji bo xebatên artêşê yên ji bo şer paşve nekevin destûr nedan ku biçin alîkariyê ji gel re bikin. Li hemberî rexneyên ku hatin kirin, Xulûsiyê Kîmyewî dibêje artêşa me sînoran diparêz e. Ma kîjan artêş û dijmin çûne ser sînorên wan de? Ew jî li aliyekî, hûn sînorên cuda derbas dikin û dagir dikin. We li Sûriye û Iraqê weke hêzek dagirker bi dehhezaran leşker li herêmê bicih kirine û bi milyaran dolar dimezêxin. Li Tirkiyê desthilatek wisa li ser rêveberiyê ye ku, ji bo domandina polîtîkayên qirkirinê dibe temaşevanê mirina hemwelatiyên xwe. Tevahî cîhanê ev yek dît û fêm kir. Ji ber wê jî Erdogan di cîhanê de rûmeta xwe winda kiriye û te vederkirin. Gelo dê dostê wî Pûtîn wî xilas bike? Yan jî çend milyar dolar û pereyê qirêj ê ji derdorê komkiriye, dê bandorê li hilbijartinê bike? Em dikarin bi rihetî bêjin ku, yên çarenûsa xwe ji van, Hizbul-Kontra û Dogu Perîçek ve girêdane, dê pêşerojek wan a ronahî çênebe.





