Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Armanca êrîşên Tirkan qirkirina Kurdan e’

15/03/2023
in ROJEV
A A
’Armanca êrîşên Tirkan qirkirina Kurdan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Jinên rêveber yên bakur û rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku armanaca êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser herêmê qirkirina Kurdan e û gotin, divê gelê cîhanê tev li hemberî kiryarên nemirovî yên dewleta Tirk bêdeng nemîne.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser herêmê jî dest pê kirin. Dagirkeriyê bi her awayî welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê dikirin armanc. Di demên dawiyê de, êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên bi balafirên bêmirov zêde bûn. Tevî ku di 6’ê Sibata 2023’an de edhejeke giran rû da û di encamê de bi 100 hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û bi 100 hezaran di bin kavilan de man. Lê êrîşên dewleta Tirk ranewestiyan. Dagirkeriya Tirk li şûna welatiyan Tirkiyê ji erdhejê rizgar bike, êrîşên xwe yên ser Kurdistanê zêde kirin.

Derbarê dewamiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a herêma Cizîrê Helat Miheme û endama Konseya Rêveber a Mecilisa Jin ya bakûr û rojhilatê suriyê Ebîr Hesaf ji me re axivîn.

 

‘Komkujiyên dagirkeriya Tirk berdewamin’

 

Helat Mihemed diyar kir ku  armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser Kurdan tinekirina gelê Kurd e û wiha got: “Êrîşên ku bi sedê salan li ser gelê Kurd dewam dikin, armanc jê qirkirina kurdan e. Dewleta Tirk a faşîst bi hemû awayan hewil dide ku kurdan tine bike, bi balafir, tang , top, çekên pêşketî û çekên kîmyawî êrîşî Kurdan dike. Di encama van êrîşan de bi 100’an zarok, jin û kesên temen mezin jiyana xwe ji dest dan e. Komkujiyên dewleta Tirk yên li dijî gelê Kurd ti carî ranewestiyan e.”

 

’Sazî û rêxistinên mafên mirovan, çavên xwe ji sucên dewleta tirk digirin’

 

Helat Mihemed da zanîn ku berxwedana gelê Kurd wê tevahiya êrîşên dagirkeran têk bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Her çiqas êrîşên dagirkeran zêde bibin jî, wê berxwedana me jî ewqas xurt bibe. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber çavên cîhanê tên kirin. Herwiha tevahiya sazî û rêxistinên mafên mirovan, çavên xwe ji van êrîşan digirin. Em bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên mafê mirovan dikin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.  Bêdengiya wan tê wateya qebûlkirin û hevkariya bi kiryarên dewleta Tirk a dagirker re.”

 

Kiryarên dagirkeriya Tirk

 

Andama Konseya Rêveber a Mecilisa Jin ya bakûr û rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf jî, bal kişand ser dewamiya êrşên dewleta Tirk a dagirker yên ser herêmê û wiha got: “Di erdheja 6’ê Sibatê de li Bakurê Kurdistanê bi 100 hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Herwiha li gelek herêmên Sûriyê jî, ji ber erdhejê gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran mirov bê cih man. Bi taybetî li Heleb, herêma Şehbayê û li Efrîn bandora erdhejê zêde bû. Bi erdhejê re pêwîst bû ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe rawestandiban, lê berovajî wê û tevî rewşa mirovî ya xerab jî, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ranewestiyan. Di heman demê de, dagirkeriyê rê neda ku alîkarî bighêjê mexdûrên erdhejê yên li Sûriyê. Herwiha alîkariya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat şandin, derbas nekirin.”

 

’Divê cîhan bêdeng nemîn e’

 

Ebîr Hesaf da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker ti caran dest ji hişmendiya xwe ya nîjadperest û faşîst bernade û axafina xwe wiha qedand: ” Dewleta Tirk dest ji zihniyeta nîjadperest bernade, herwiha êrîşên xwe yên ji bo qirkirina Kurdan dewam dike. Armanca wê ya sereke, dagirkirina tevahî herêmê ye. Ew ê ji bo pêkanîna armanca xwe, her tiştî bike. Êrîşa ku li ser Tîma Amed Spor pêk hat, tekez dike ku hişmendiya nîjadperest dewam dike. Em bangê tevî gelê cîhanê dikin ku xwedî helwest be û çavên xwe ji kiryarên nemirovî negirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.