Zozan Cizîrî
Mirov wekî pêwîstiya xwezaya xwe, her tim dixwaze cîhana di nav de watedar bike û şîrove bike. Lewre vê daxwaza xwe bi awayên cur bi cur îfade dike. Şêwazê ku mirov vê xwezayê bi tevahî watedar dike û wekî prensîbeke bilind binirx dike, mîtolojî û rîtuel in. Fikirîna mîtolojîk bandoriyeke hişê mirov e. Bi vî awayî ji serdemên kevin heta roja îro bi awayên cur bi cur hebûna xwe domandiye, her tim bandora xwe li çalakî û îbadetên civakan kiriye. Mîtolojî, bi vê taybetmendiya xwe şekil dide nirxên mirov û ji nifşekê derbasî nifşa din dike, di warê takekesî û civakî de roleke girîng di jiyana mirov de dilîze.
Di mîtolojiya me Kurdan de Destana Kawayê Hesinkar li rêza pêş cihê xwe digire. Li gor Destanê serpêhatiya Kawayê Hesinkar BZ. sala 612’ê jiyan dibe. Wê serdemê li welatê Medan qralekî zalim ê bi navê Dehaq hebû. Vî qralê zalim ku rojane xwîna gelên herêmê dimijt, jehra di nav mêjiyê wî de dibe wekî kurmekê û bi nexweşiyeke giran dikeve. Hekîmên wê demê ji bo êşa Dehaq kêm bikin, devê birîna wî bigirin û baş bikin, dibêjin divê mêjiyê zarok û ciwanan li şûna birîna wî bixin. Bi vî awayî rojane serê du ciwanan jê dikin, mêjiyên wan wek merhem li devê birîna Dehaq dixin. Hemû gel bêçare û bê taqet e. Jixwe beriya wê 17 kurên Kawa biribûn û serjê kiribûn. Vê carê ku tên kurê herî biçûk ê Kawa bibin, fikra serhildanê dikeve serê wî. Kawa, li gor plana danî ji leşkeran re dibêje “ez dixwazim bi destê xwe kurê xwe bibim û ji Qral re bikim diyarî.” Bi vî awayî gurz û kembera xwe girê dide û dikeve hundirê qesrê, heta diçe cem Qral Dehaq û derba kuştinê lê dide. Kawayê ku beriya wê gel ji bo serhildanê agahdar kiribû û amade kiribû, şeva di navbera 20-21’ê Adarê de dest bi çalakiya xwe dike. Bi vî awayî tevgera gel a Kawayê Hesinkar, dawî li selteneta Qral Dehaqê zalim tîne. Wê şevê berxwedêr bi agirê li serê çiyayan pê dixin agahiya serkeftinê didin hev û gelê bi kêfxweşî berê xwe dayî çiyê, li dor wî agirî dest bi şahî û dîlanê dikin.
Ew meşaleya azadiyê ya Kawayê Hesinkar li ser çiyayên Kurdistanê pê xistî û ew ruhê serhildêr tam 2635 sal in wekî çandeke resen her tim di nav dil û ruhê Kurdên azadîxwaz de zindî maye, bi agirê Mazlûm û Rehşanan li her çar aliyên Kurdistanê belav bûye. Her Newrozek dibe wesîle ku civaka Kurd bi ruhê serhildanê meşaleya azadiyê bilindtir bike û bibe ronahî ji hemû gelan re. Li ser vê bingehê mirov çiqas rastiyên xwe yên dîrokî-civakî nas bike û têbigihe, ew çend dikare roja îro jî rast jiyan bike. Êdî eşkere bûye agirê Newrozê yê bûyî heqîqeteke civaka me, wekî di Destana Kawayê Hesinkar de îro jî bi Şoreşa Rojava re bûye cejna aştî, azadî û bi hev re jiyana gelan.