Dîlan Mulhim\Qamişlo
Berdevka Rêxistina Nûdem Davyan Mehmûd diyar kir ku hejimara kesên atengdar li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 42 hezar û 302 kes in û got, ” Armanca me tevlîbûna kesê astengdar di nava civakê de ye.”
Rêxistina Nûdem di sala 2021`an de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca tevlîbûna astengdaran ji civakê re hate avakirin. Rêxistina Nûdem kar û xebatên xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo kesên astengdar dide meşandin. Girêdayî vê mijarê berdevka Rêxistina Nûdem Davyan Mehmûd ji Rojnameya me re axivî.
‘Nûdem li ser bingehê perwerdekirina civak û malbatê hate avakirin’
Davyan Mehmûd anî ziman ku rêxistina Nûdem a amadekirin û geşedanên mirovî ya astengdaran bi hizra jineke kurd di sala 2020`an de ji aliyê komek jin ve hat damezrandin, herwiha bi rengekî fermî rêxistina Nûdem di sala 2021`an de hat avakirin û wiha got: “Armanca rêxistina Nûdem ew e ku kesên astengdar tevlî civakê bikin. Ji ber ew kesên astengdar jî beşek ji civakê ne û pêwîst e ku jiyana xwe mîna her mirovekî di civakê de jiyan bikin.”
‘Dilxwazên me li tevahiya bajaran xebat didin meşandin’
Davyan Mehmûd da zanîn ku hejimara kesên astengdar li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 42 hezar û 302 kes in û wiha berdewam kir: ” Di nava van kesên astengdar de gelek zarok û jin hene, herwiha saziyên ku xebatê ji bo wan kesên astengdar didin meşandin kêm in. Cihê rêxistina Nûdem ya bingehîn li bajarê Qamişlo ye û navendên din li Hesek, Tebqa, kampa Waşûkanî, Serêkaniyê û Helebê li taxa şêxmeqsûdê jî hene. Kesên ku bi mere bi rengekî dildarî kardikin ji bajarê Dêrikê heta Qamişlo hene û li Amûdê, Tiltemir û kobanê jî hene.”
‘Saziyên ku ji bo astengdaran xebat didin meşandin kêm in’
Davyan Mehmûd eşker kir ku zehmetiyên ku ew dikarê xwe de dibînin ji ber zêdebûna hejimara kesên astengdar, herwiha saziyên ku ji wan kesên astengdare xebat didin meşandin kêm in û wiha pê de çû: ” Di heman demê de zehmetiyên ku em di karê xwe de dibîin ji ber rewşa herêmê ya ku niha tê de derbas dide. Di Sûriya nû de tu kesî ji bo kesên astengdar dengê xwe nekir û daxuyanî ji aliyê tu kesî ve nehatin dayîn. Pirojeyên me yên dema pêş em dixwazin navendên nexweşiyê mono fobî û navendên tedawiya fîzîkî ji bo kesên astengdar vekin. Me li bajarê Helebê navendên tedayên fêzîkî vekirin lê em ê di demên pêş de li bajarên din jî vekin.”
‘Pêwîst e civak giraniyê bide kesên astengdar’
Berdevka Rêxistina Nûdem Davyan Mehmûd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ji civakê re heye ku giraniyê bidin kesên astengdar û ji wan kesan hezbikin. Herwiha ez bi hêvî me ku rêxistin mirovî jî bi kesên astengdare bibin alîkar.”