Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zanîngeha Rojava; Beşa Endezyariya Mîkatronîk û Peywendiyan

25/05/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Zanîngeha Rojava; Beşa Endezyariya Mîkatronîk û Peywendiyan
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Zanîngeha Rojava ku di 20’ê Mijdara 2016’an li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin gelek beşan di nava xwe de dihewîne; yek ji wan jî Beşa Mîkatronîk e ku ji sala 2019’an ve hatiye vekirin û di aliyê avakirina kadroyên Endezyariya Mîkatronîk yên profesyonal de gavên girîng avêtine.

Yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê serkeftina sîstema perwerdê û zimanê dayîkê bû. Ji destpêkirina bi astên elfebeya Kurdî ya ku ji 3 astan pêk dihat, niha bi zimanê dayîkê peymangeh, zanîngeh û macister tê xwendin. Bi destpêkirina şoreşê re yekemîn zanîngeh li Herêma Efrînê ya niha dagirkirî ye di 26’ê Tîrmeha 2015’an de hate avakirin. Piştre li Bajarê Qamişlo Zanîngeha Rojava 2016’an, Zanîngeha Kobanê 2017’an û Zanîngeha El Şerq li Reqayê 2021’an de hate vekirin.

Bi pêşveçûnên ku di aliyê sîstema xwendinê de hatine kirin re, yek ji wan jî zêdekirin û berfirehkirina fakulte û beşên zanîngehê bûn. Di çend salên dawiyê de li kêlek fakulteyên bingehîn gelek fakulte û beş li her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin avakirin. Li Zanîngeha Rojava bi taybet gelek fakulte û xebatên girîng her wiha danûstandinên bi zanîngeh û welatên derve re hatin meşandin.

Beşa Mîkatronîk di Zanîngeha Rojava de

Mîkatronîk di sala 2019’an weke peymangeha teknîkî a Mîkatronîk hate vekirin. salên xwendinê 2 sal û nîv bûn. Piştî pêşveçûna di aliyên xwendinê û zêdebûna derbasbûna xwendekaran ji bê beşê re. Di sala 2022’an de veguherî beşek ekedemîk girêdayî Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojî bi (Beşa Mîkatronîk) ku dest bi derçûn û avakirina endezyarên xwediyên pileyên Bekeloriyos di Endezyariya Mîkatronîk de.

Beşa Mîkatronêk ji van endezyariyan pêk tê  

Endezyariya Mîkanîkî- Endezyariya Elektrîk û Elektronîkî- Endezyariya Bernamekirin û Kontrolê

Ev entegrasyon hêza xwendekar û yên derçûyî di aliyê pêşxistin û xulqandina sîstemên zekayî de roleke girîng dilîze ku di beşên pêşesazî, çandinî, pijîşkî û enerjiyê de xwedî rol bin.

Hejmara xwendekarên vê beşî nêzî 100 xwendekarî ye, her wiha ji dema veguhartina ji peymangeh bûye beşa zanîngehê 23 xwendekar derçûne. Her wiha van xwendekaran li ser gelek projeyan kar kirin ji wan jî ev proje bûn:

Pirojeyên xwendekaran

Robota şopandina rêyê, xwendina xêza hilberînê, mala zekayî, çêkirina robotê ya kontrolkirî, Lucid vr, sîstema elektronîkî ji bo alîkariya astengdaran, scorpion he xapod robot û  hafîzeya elektronîkî.

Projeyên ku di laboratuarên endezyariya mekatronîkê de hatin pêkanîn wiha ne:

Laboratuara Solid works- Laboratuara Kontrolkirina Otomasyonê- Laboratuara Sîstemên Robotîk.

Her wiha atoliyên perwerdê ku bi alîkariya şîrketa Acorn a ku di fakulteyê de kar dikir. Di heman demê de kursên taybet ên Beşa Endezyariya Mekatronîkê roleke sereke di pêşketina van projeyan de leyist.

Armancên fakulteyê

Amadekirina kadroyên endezyariyê yên pir-jêhatî ku dikarin di warên cûda de bixebitin, di nav de robotîk, otomasyon, kontrola pîşesaziyê û sîstemên jîr (zekî).

Piştgiriya pîşesaziya herêmî bi rêya pêşxistina xetên hilberîna jîr û zêdekirina karîgerî û berhemdariyê.

Bersivdayîna pêdiviyên Şoreşa Pîşesaziyê ya Çaremîn, ku xwe dispêre entegrasyona elektronîk, mekanîk û bernamesaziyê (bermece).

Vekirina asoyên nû ji bo mezûnan da ku di sektorên nûjen de wekî zekaya çêkirî, otomobêlên elektrîkê û cîhazên bijîşkî yên jîr.

Teşwîqkirina lêkolînên zanistî û nûjeniyê di warên teknîkî yên pêşketî de wek çapkirina 3D û sêwirana mekanîkî ya jîr de.

Beşdarbûna di veguherîna dîjîtal a sektorên pîşesazî û xizmetguzariyê de.

Beşa Endeziyariya Elektronîk û Peywendiyan

Beşa Endeziyariya Elektronîk û Peywendiyan(Itîsalat û elektroniyat) di sala 2019’an de weke peymangehekê hat damezrandin. Paşê ji ber guhertina sîstema xwendinê, pirbûna xwendekaran û pêşveçûna binesaziya peymangehê, di sala 2022’an de veguherî beşekî serbuxwe girêdayî Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojîk. Ji destpêka avakirina Endeziyariya Ilktronîk û Peywendiyan ve heta roja îro 55 xwendekar lê hatine tomarkirin. Herwiha hejmara xwendekarên ku bi sîstema peymangehê derçûne 15 ne, wan xwendekaran hin proje di nav xwendina xwe re pêşkêş kirine, weke destnîşankirina asta pişafteyan(tiştên di rengê avê de), sazkirina daraya hişyariyê, çêkirina qebekirina deng, dareya hîskariyê, çêkirina erebeya li ser rêgeheke çêkirî û hwd. Ev beşa ku li ser çar salên xwendinê tê dabeşkirin, xwendekar bi dirêjay 4 salan re zêdeyî 50 metriyalên girêdayî qada xwendina xwe dibin.

Armanc û şêwazê xwendinê

Ji bo vekirina deriyê derfetê li pêşiya fêrkirina xwendekaran di qada teknolojîk, hem jî ji bo ku xwendekar bizanibe çawa bi rengekî bispor hemû aliyên teknolojiyayê lêkolîn bikin û kar bînin. Herwiha hemû warên teknolojî yên xwecihî li pêş bixin, di heman demê de amadekirina kesayetên bispor di warê sîstemên peywendiyan  û endeziyariya wê de. Şêwazê xwendina wê teorîk û piratîk e, lê bêhtirî wê, hewcedarî bi taqîgeh, sîstemên pêşketî û teknîkê heye. Lewma jî Beşa Endeziyariya Ilktronîk û Peywendiyan demekê tevkarî bi Kampaniya Acorin re kir û stajên xwendekaran hatin dayîn û ev tevkarî bi dawî bû. Ji ber kêmderfetan ev beş êdî rastî astengiyan tê û pêvajoya xwendinê hatiye rawestandin. Lê Beşa Endeziyariya Ilktronîk û Peywendiyan amadekariyên xwe dike ku teknîk û taqîgehan bi dest bixe da ku perwerde bi rengekî serkeftî bê dayîn. Di heman demê de hewldan hene ku rêveberiya beş û fakulteyê tevkariyê bi kampaniyên xwecihî re mîna ya Rcell re peywendiyan çêbike da ku xwendekar jê sûd werbigirin.

Post Views: 39
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’
NÛÇE

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

25/05/2025
‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’
CIVAK Û JIYAN

‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’

25/05/2025
LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN
HAJMARA PDF

LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN

25/05/2025
Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e

25/05/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Entustrîkirina Çandê

25/05/2025
Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha
ÇAND Û HUNER

Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.