Ronahî Sadûn/Qamişlo
Durzî baweriyeke ku bi yekgirtina xwe ya navxweyî tê naskirin û bi yekbûna mutleq a Xwedê bawer in, herwiha li Sûriyê dîroka wan vedigere sedê salan. Peyva “Durzî” ji koka peyva “derz” hatiye. Di dîroka Sûriyê de rola wan a girîng heye, li kêlek wê jî ew rastî gelek zordestî, komkujî û êrişên olperstiyê hatine.
Durzî baweriyeke ku bi yekgirtina xwe ya navxweyî tê naskirin. Piraniya Durziyan li Sûriye, Libnan û Filistînê dijîn. Durzî xwedî alayeke taybet in. Li gorî tê texmînkirin hejmara civaka wan, nêzîkî yek milyon û 500 hezarî ye. Kokên dîrokî yên bawerî Durziyan vedigerin serdema şeşemîn xelîfeyê Dewleta Fatimî, Hakîm bi Emrîllah ku dema desthilatdariya wî ji sala 996’an a zayînî heta 1021’ê zayînî berdewam kir. Ev bawerî li ser destê Mihemed kurê Îsmaîlê Durzî yê ku koçî Şamê kiribû, hate damezrandin û li ser navê wî hat naskirin. Peyva “Durzî” ji koka peyva “derz” hatiye ku di zimanê Erebî de tê wateya kurên ku cil û berg durûtine çêdikin. Durzî ji Çiyayê Idlibê û Çiyayê Kurmênc bar kirine û li herêmên xwe yên niha belav bûne. Beşeke Durziyan jî Kurdên Canbolatî ne û ew Kurd in. Durziyet ayîn e û dûrî Îslamê ye. Gelekî taybet in û gelekî hevgirtî ne.
Durziyan li Sûriyê roleke girîng di bûyerên dîrokî de lîstine
Li Sûriyê Durzî ku dîroka wan vedigere sedan salan, roleke girîng di bûyerên dîrokî de lîstine. Durzî di sala 1187’an de li kêleka Selahedîn li dijî xaçperestan beşdarî Şerê Hetînê bûn. Di sala 1260’î de li kêleka Memlûkiyan di Şerê Eyn Calutê de li dijî dagirkirina Mogolan şer kir. Di sedsala 19’an de, Durziyan bi pêşengiya Şêx Yehya El Hemdan li dijî operasyonên Mihemed Elî Paşa bi Osmaniyan re hevpeyman kir û li Cebel El Ereb ziyanên mezin gihandin artêşa Mihemed Elî Paşa. Lê ji bo hewldanên Osmaniyan ku kontrola xwe li ser çiya ferz bikin, alozî di navbera Durzî û Osmaniyan de derket. Di sala 1911’an de, Osmaniyan çend serokên Durziyan, wek Duqan El Etrash û Yahya Amer, bidarvekirin. Piştre jî Durziyan piştgirî da Şoreşa Mezin a Ereban a bi serkêşiya Şerîf Hisên, Şêx Sultan Paşa El Etreş ku ji kesên pêşîn bû ku ala şoreşê bilind kir. Di sala 1925’an de serkêşî ji Şoreşa Mezin a Sûriyê ya li dijî dagirkeriya Fransayê kir. Şêx Sultan Paşa El Etreş ku girêdana xwe ya bi yekîtiya Sûriyê ve nîaşn da, planên parçekirinê bi taybetî jî avakirina dewleteke serbixwe ya Durziyan, pêşniyarên Fransayê ku wî bikin rêveberê Çiyayê El Durzî red kirin. Di sala 1920’î de beşdarî Şerê Meyselûnê bû û di sala 1982’yan de wefat kir.
Durzî bi yekbûna mutleq a Xwedê bawer in
Ola Durzî ku wekî “Tewhîd” tê zanîn, di destpêka sedsala 11’an de an ku di dema Xîlafeta Fatimiyan de ji hêla Hemze Bîn Elî Bin Ehmed ve bi fermana Xelîfe El Hekîm Bîn Emrallah ve hate damezirandin. “Pirtûkçeyên Hikmetê” ku ji 111 nameyan pêk tê ku li ser 6 cildan hatine belavkirin, wek lêvegera sereke ya baweriya Durziyan tê naskirin. Durzî bi yekbûna mutleq a Xwedê bawer in û Pêxember Şuayb pîroz dikin. Li gorî vê baweriyê, piştî mirinê rih derbasî bedeneke din dibe.
Herwiha têkiliyeke rasterast a ola Durziyan bi ola Zerdeştiyê re heye ku yek ji kevntirîn olên yekxwedayî ye. Bi taybetî di warê yekxwedatiyê û dualîzma di navbera qencî û xerabiyê de Zerdeştiyê bandor li olên li paş xwe kiriye. Ola Durzî ji malzaroka mezheba Îsmaîlî ya Şîe derketiye holê, gelek bawerî bi pêş xistine ku meyla xwe didin yekxwedatiya felsefîk û ezoterîk. Bandorên vê yekê jî di felsefeya platonîk, gnostîk û zerdeştî (bi awayekî nerasterast) de diyar dibe. Pirtûkên wekî “Pirtûkçeyên Hikmetê” behsa sembolîzma ronahî û vejînê dikin.
Li cîhanê nêzî 2,5 milyon Duriyên Miwehidîn hene
Li cîhanê hejmara Durziyên Miwehidîn nêzî 2,5 milyon e û li van deveran belav dibin:
Sûriye: Siwêda, Ceremana û Sehnaya.
Lubnan: Şof, Metin û Kesrewan.
Filistîn û Îsraîl: Celîl, Kermel û Colan.
Urdun: El Ezreq û Selet.
Di dîrokê de li dijî Durziyan zordestî û komkujî hatin kirin
Di sala 1960’an de li Cebel Lubnanê ji ber fitneya mezhebî bi hezaran Durzî û Mesîhî hatin qetilkirin. Di sala 1925’an de an ku di dema Şoreşa Sûriyê de, gelek Durzî di şerê li hemberî Fransiyan de hatin qetilkirin. Piştî 2011’an, bi taybetî di sala 2018’an de di êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundên Siwêdayê de nêzî 200 Durzî bûn qurbanî.
Durzî li Sûriyê rastî êriş û fitneyên mezhebî tên
Durziyên li Siwêdayê ku bi helwesta xwe ya dijberî rejîma Beşar Esed dihatin naskirin, piştî hilweşîna rejîmê, rastî gelek êriş û fitneyên mezhebî yên tune hatin. Di vê dawiyê de jî ew fitne li Sehnaya û Cereman teqiyan û gihaştin gundewarê Siwêdayê. Ev êriş, di 28’ê Nîsanê de, bi belavbûna dengekî qeydkirî ku neheqiyê li olê dike zêde bûn. Durzî û xwendekarên li zanînehan rastî êrişên çekdarên desthilata Şamê hatin, bi wê re gelek ji wan hatin qetilkirin û birîndarkirin.
Şêxên xwedî bandor di nava mezheba Durzî de
Her sê şêxên aqilmend di nava mezhebê de xwedî bandorekî mezin in; Şêx Hikmet El Hicrî, Şêx Hemod El Henawî û Şêx Yûsif Cerboi.
Komên xwecihî yên Durzî jî wiha ne:
Tevgera Rîcal El Kerame ku di 2013’yan bi serkêşiya Şêx Wehîd El Belûs hat avakirin. Hejmara hêzê ne zelal e, lê ji komên mezin li Siwêdayê ye. Hêzên Şêx El Kerame di 2015’an de, piştî veqetîna endaman ji Rîcal El Kerame hat avakirin. Serkêşiya hêzê her du bira Fehed û Leys El Belûs dikin. Ehrar El Cebel jî bi serkêşiya Şêx Silêman Ebdulbaqî ye. Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê jî ku çekdarên Durzî di 23’yê Sibata 2025’an de ragihandin, bi serkêşiya Tariq El Şofî ye.
Mezheba Durzî hêvî ji bo siberojekê tê de pirrengî hebe dikin
Mezheba Durzî, ya ku xwedî dîroka kevn û baweriya nimûne, îro rûbirûyî astengiyên çarenûsî de ye. Digel ku îsrara parastina taybetmendî û serxwebûna xwe dike, hêvî ji bo siberojekê tê de pirrengî hebe û rêzê ji mafên jiyan û rûmetê re di nava destûreke Sûrî ya demokratîk de bigire, heye.