Hafiz Ahmet Turhalli
Bizava Kurdî ya ku bi dehê salan e didome, derbasî qonaxekî nû bû. Qonaxa heta neha qonaxa xwe ravekirina cîhanê bû.
Lewra Kurd ji hêla sîstema cîhanê ve hatibûn kuştin, kefenkirin û binaxkirin. Hemû cîhanê sedsala berê bi lehevkirina lozanê, tunekirina Kurdan weke proje dabû pêşiya xwe. Milletê Kurd piştî vê biryara nebixêr, dest bi xweparastinê kir. Îsal sedsaliya Şêx Seyîdê Kale, piştî serîhildana Şex Seyîd,kuştin û qirkirina Kurdan dest pê kir. Bi taybet dewleta Tirkan, komelkujî pêk anîn.
Li beramber vê qirkirinê, Kurdan jî çek girtin û bi çekan li ber xwe dan. Van berxwedanan di dawiyê de ji bo Kurdan malwêranî, penaberî û kuştinên komî pişt xwe hiştin. Mezel û gorên rêberên Kurdan jî nayên zanîn. Bizava Kurdî ya hemdem, bi serpereştiya Rêber Abdullah Ocalan, dest avêt vê pirsgirêka giran. Wê bizavê ne di carekê de gel rakir ser piyan; berovajî wê, bi henek şagirtên ku di zanîngehên neyarên Kurdan de dixwendin, dest pê kir. Ev zanîngeh jî ji bo zarokên Kurdan cîhê helandin û tunekirina Kurdan bû.
Lê çerxa felekê di zanîngehên neyaran de ku zarok û ciwanên Kurdan qurbaniyên wan bûn, li wan zivirî. Çeka destê dewletê li dewletê vegeriya. Komeke ciwanên Kurd û henek hevalên wan yên Tirk, bi serpereştiya Rêber Abdullah Ocalan xwe rêxistin kirin.
Di paytexta Tirkan Enqerê de, tovê vê rêxistinê hatin rijandin û berê xwe dan Kurdistanê.
52 sal di ser vê tekoşînê re derbas bûn, gelek rêheval û serpereştên vê dozê hatin girtin û hatin qetilkirin, lê xwe radestî destê dewleta hov nekirin. Piştî şehîdkirina gelek pêşengên vê dozê, tevgera netewî ya Kurd, ji bo tolhildana heval û gelê xwe dest bi tekoşîna çekdarî kir û li seranserê Kurdistanê belav bû. Ji bo neyaran bû tirs û xofa mirinê, ji bo Kurdan bû êniya tolhildanê.
Serokê vê dozê bi hevkariya desthelatan dîl hate girtin, lê ev doz her çû mezintir bû. Neha ev doz bûye dozekî cîhanî. Serokê Kurdan yên berê hemû hatibûn qetilkirin û mezelê wan jî nayên zanîn. Lê serok Ocalan di tekoşîna xwe de rêyekî dîtir helbijart û rêxistina xwe wek Keştiyekî deryayê gîhiştand qeraxê avê. Ev bîst û şeş sale ku li Îmraliyê di bin tecrîdekî giran de dijî, rexmî wê jî rojeva Kurdistanê û Tirkiyê her ew diyar dike. Heta neha şerê çekdarî hate kirin û li gor demê ev amûr divê derveyî pirosesê were hiştin. Şerê çekdarî tenê pisporiya çekdarî dixwest, lê neha ev tekoşîn dikeve serdemekî nû ku em zêde têde neşarezane. Sîyaset, civak, aborî û zanist ji bo me henekî xerîbe. Lewre em 46 sale şerê çekdarî dikin. Neha dema xwenûkirin û xwe pêşxistinê ye. Divê hem kadirên vê rêxistinê û hem jî welatperwerên wê xwe ji bo dema nû baş amade bikin. Ev dema nû jêre hişmendiyekî nû û pêşketinekî kur lazime. Divê gelê me bi rêberên xwe û bi hêza xwe bawer bike. Îro tekoşîna gelê Kurd gihaştiye radeya xwe ya herî bilind.
Ger em karibin li gor vê guhertinê xwe pêş bixin, em ê karibin bê rijandina xwînê, rêberiya xwe ya Rojhelata navîn misoger bikin.
Kurd xwedan hêzekî, manewî û madî ne, tenê em karibin xwe veguherînin, serkeftin li benda me ye.