Ronahî / Dirbêsiyê
Endamê PYD’ê Mihemed Tilkerm diyar kir ku êrîşa rêjîma Bass ya 12’ê Adarê ya li ser Kurdan encama planeke hevbeş di navbera wan û dewleta Tirk a dagirker de bû û got, hişmendiya hêzên dagirker yeke, doh Qmoşlo û Îro jî Amed
Di ser Serhildana Qamişlo ya 12’ê Adarê re 19 sal derbasbûn. Di 12’ê Adara 2004’an de, li stadyuma bajarê Qamişlo, di matça tîmên Cîhad ya Qamişlo û Fitwê ya Dêrazorê de, alîgirên rêjîma Baasî tevî hêzên rêjîmê êrişî gelê Kurd kirin. Stadyum bû meydana şer. Hêzên rejîmê gule li ser ciwanên Kurd reşandin.
Piştî vê êrişê di serî de gelê Kurd li Qamişlo, herwiha li tevahiya Rojava, Kurdistan û Eropa jî gel daket qadan û ev êriş şermezar kirin. Hêzên rêjîma Bass li gelek deveran êrişî xwepêşandanan kirin û 42 Kurd şehîd bûn. Bi hinceta ku tevlî serhildanê bûne hêzên rejîmê bi hezaran ciwanên Kurd girtin û êşkenca li wan kirin.
Piştî Şoreşa Rojava û rizgarkirina piraniya herêmê ji hêzên hikumeta Şamê, navê stadê veguherî Stada Şehîdên 12’ê Adarê.
Derbarê Serhildana 12’ê Adarê, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Mihemed Tilkerm ji me re axivî.
Mihemed diyar kir ku armanca rêjîma Bass ji êrîşa 12’ê Adarê valakirina herêmê ji Kurdan bû û wiha got: “Serhilda 12’ê Adarê ji ber komployekê qirêj ku di navbera dewleta Tirk a dagirker û rêjîma Bass de çê bû. Armanca wê jî valakirina Herêmê ji Kurdan bû. Çima Qamişlo? Ji ber ku Qamişlo meznitrîn bajarê Rojava ye, wan xwest hebûna Kurdan li herêmê nehêlin û xeta sînor ji Kurdan vala bikin.”
Mihemed da zanîn ku Serhildana 12’ê Adarê bingeha Şoreşa gelan ya Rojava bû û wiha dwam kir: “Di 12’ê Adara 2004’an de, gel li hemberî faşîzmê serî hilda, serhildana wê demê ji bo Şoreşa Rojava ku pêşengiya Kurdan dest bê kir, bû bingeh. ”
’Doh Qamilo Îro Amed’
Mihemed daxuyakirin ku êrîşa 2004’an, ya li ser gelê Kurd li Qamişlo, li Amedê paytext û dilê Kurdistanê îro dûbare dibe û wiha domand: “Êrîşên jejdperstan yên ser Tîma Amed Spor li Bûrsayê, dûbareya êrîşa 12’ê Adara 2004’an ya Qamişlo ye. Dijmin dixwaze bi van êrîşan peyamekê bighîne kurdan, dijmin dibêje ewê planêa qirkirina Kurdan ranewstîne, dixwaze bêje ku li her her derê û di her aliyî de ew ê Kurdan qir bikin. Hişmendiya şofînî ya rêjîma Bass û rêjîma AKP’ê weke hevin.”
Dewamiya komploya Navneteweyî
Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Mihemed Tilkerm Diyar kir ku êrîşên jejadperestina yên ser kurdan li Qamişlo, herwiha li Amed dewamiya Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha qedand: ” Dijminên Kurdan bi her şêwazî Komploya Navneteweyî dewam dikin, êrîşên ser Kurdan li Qamişlo, herwiha êrîşên ser Tîma Amed Spor dewamiya komployê ye. Êrîşên ser Kurdan wê dewam bikin, ji ber wê pêwîst Kurd li gorî bilindbûna asta êrîşên dagirkeran, asta têkoşînê bilind bikin û koplo tê bibin.”





