Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Fermandarê Arteşa DYE’yê li Rojava bû!

11/03/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya meha Gulanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmeta Aktaş

Weke gelek caran hat gotin, ku dewletên hegemonên cîhanî, lez daye hewldanên xwe yên parvekirana cîhanê ya cara ya sedsala nû.

Bêgûman di van hewldanan de mijara sereke; kar û xebata amadekariyên leşkerî û bazirganî ne. Her wiha li gel hewldanên leşkerî, tirafika siyasî-diplomasî jî germ dimeşe.

Di van çend mehên despêka vê sala 2023’an de, bi rêveberên  rêza sereke yên DYE’ê, Rûsya û Çinê re, serok û sekreterên giştî yên sazûman û dezgehên leşkerî û siyasî yên cîhanî jî, li qadên şer û pevçûnên germ, bê rawestan digerin.

Weke mînak, ji serok û wezîrên giring ên DYE û Rusya ve heta sekreterên giştî yê YN A.Guterres û yê NATO’yê J.Stoltenberg, di van meh û rojên dawî de, bi lez ketine nava geryanên cîhanê.

Bi piranî jî di rojeva wan de li rêza sereke, li gel Ukrayna û Rojhilata Navîn (di serîde Kurdistan), welatên derdora van herêman cîh digrin.

Li gel ewqas siyasetmedar û fermandarên giregir û navdar, herî dawî em dibînin di 4’ê miha Adarê re de Serokekanê Arteşa Emerîkayê General Mark Milley û piştî du rojdin jî Wezîrê Bergirî Austin jî daketine vê qada aloz û tije karesat; Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Di heman rojan de 2’yê Adarê jî li New Delhi-Hindistanê herdu wezîrên derve yên DYE’ê û Rûsyayê (Blinken û Lavrov) jî, beşdarî civîna G20’an bûn û bi hevre guftûgo jî kirine!

Gera Başûr û Rojava ya General Mark Milley giring û balkêş e. Piştî 8 salên şer û pevçûnên li vê herêmê, cara yekê ye ku di vê asta bilind a leşkerî de, DYE’yê derbasî Rojava dibe.

Bersîva wî ya ji rojnamevanan re jî watedar e!

Di bersiva pirsa rojnemavanan a “ma ev herêm ewqas hêja bû ku hûn hatin e vêderê!” re, dibêje: “erê ji bo ewlekariya me û hevalbendên me yên li dijî DAIŞ’ê hêjayî hatina min e! ”

Berî niha jî, gelek caran li ser siyaset û hilwestên DYE’ê, Israil û hevalbêndên wan, şîrove hatibûn kirin ku çendîn giringiyê didin vê herêmê!

Erê di rû de dibêjin, ‘em ji bo xetera DAIŞ’ê li virin û lewma em hevalbendiyê bi YPG/YPJ/QSD û PYD’ê re dikin’, lê ya rast û bingehîn; ji bo li vê herêmê, rê li ber pêşveçûna Çîne û mezinbûna Rûsyayê bigrin, ew li vira ne. Dibe ji vêya jî zêdetir, ji ber ku giringiyê didin Şoreşa Rojava, lewma li vira hêzên xwe pirtir dikin. Pêşengtiya paradigma vê şoreşê, bi taybetî jî rola jinê ya di şoreşê de û hinerê wê formulasyona Rêber APO ya ‘JIN JIYAN AZADÎ’ bi siyaset û sistema wan re ne goncave û jê ne razîne. Lewma hewl didin ku vê hêza Şoreşê bixin bin bandora xwe û ji bo ev Rêveberî neçe li gel Rûsya û Çînê, bibin hevalbend!

Li vir jîrbûn, hostatiya siyasî û diplomasiyê derdikeve pêş. Bêgûman li pey vê ya, divê hişyarî û hişmendiya xûrtkirina rêxistînî, ti caran neyê ji bîrkirin.

Di van şerd û mercên giran û dijwar de, kîjan hêz karibe li dijî xeter û provakasyonan xwe zûtir amade bike, ew ê bi ser bikeve.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.