Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zarokên bedew ên li zozanan

19/07/2018
in Uncategorized
A A
Zarokên bedew  ên li zozanan
Share on FacebookShare on Twitter

Zarokên ku bi biharê re tevî malbatên xwe diçin zozanan, li ber Reşmalan dilîzin û zozanên rengîn hîn bêhtir dixemilînin.
Bi biharê re welatî tevî pezê xwe berê xwe didin zozanan. Zarok jî li ker, hêstir û hespan siwar dibin û tevî malbatên xwe berê xwe didin zozanên Goşinê, Kêlaşîn, Xinêrê û Lolanê. Dibe ku hinek ji wan zarokan li zozanan ji dayik bûne. Hinek jî li bajar û gundan. Rêwîtiya ber bi zozanan ve ji bo zarokan cihê kêf û şahiyê ye.
Zarok kom bi kom li ber Reşmalan ji xwe re dilîzin. Zarokên hatine zozanan ji xwe re heval jî peyda kirine. Berx û karik ji bo zarokên li zozanan bûne heval.

JIYANA XWEZAYÎ JI BO WAN DIBISTAN E

Zarokên derdikevin zozanan ji dibistan û mamosteyên xwe qut dibin. Lê belê ew li nava xwezayê û jiyana xwezayî dest bi ‘dibistana zozanan’ dikin. Dibistana jiyana xwezayî ku ew lê dixwînin bi destê her kesî nakeve. Rûyê wan timî li ken e. Mirov li ser rûyê wan ê li ken û çavên wan ên bedew cîhana xweşik dibînin.
Bi kêf û xweşiyeke mezin, ber destê sibehê jiyanê pêşwazî dikin. Lê belê yên ku vê jiyana bedew diherimînin nasekinin. Ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk û liv û tevgera wan a li herêmê, zarok timî bi tirs in. Her ku dengê balafirê tê yekser dibezin cem dê û bavê xwe.

LÎSTIKÊN WAN JI HERIYÊ NE

Zarok her sibehê tevî dê û bavê xwe ji xewê radibin. Carna bi dawa dayika xwe digirin û li pey wan digirîn. Carna jî bi şelwerê bavê xwe digirin û pê re diçin çêrandina heywanan. Her wiha şivantiyê ji berx, karik, qaz û mirîşkan re jî dikin. Di dema bêriyê de tevî dayika xwe diçin bêriyê. Hewl didin li ber heywanan bin. Çêkirina xanî ji kevir û heriyê, lîstika wan e…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.