109 ciwan piştî ku ji Akademiya Şehîd Zekeriya û Akademiya Şehîd Jînda yên QSD’ê mezûn bûn, tevlî refên QSD’ê bûn.
Li gorî malpera QSD’ê; Li Akademiya Şehîd Zekeriya û Akademiya Şehîd Jînda yên girêdayî QSD’ê bi tevalîbûna 109 ciwanan dewreyên perwerdeyê bi navê “Şehîd Şîlan Efrîn” û “Şehîd Ciwan Heleb” hatibû vekirin.
Dewreyên perweredeyê piştî 3 mehan bi merasîmeke bi dawî bû. Bi dehan şervan û fermandarên QSD’ê di merasîmê de amade bûn.
Di perwerdeyê de li ser mijarên cihê reng yên fikrî û hunera şer ders hatin hatin dayîn
Di merasîma leşkerî de, Ji fermandarên QSD’ê Mazlûm Kobanê qedandina dewreyê pîroz kir û spasiya rêveberên perwerdeyê kir. Kobanê hêvî kir ku şervan erka xwe ya li hemberî welat pêk bînin.
Di dawiya merasîmê de şervanan sonda xwarin û dest bi erka xwe kirin…ANHA






