Jinên Ereb yên herêma Şehbayê 8’ê Adarê wekî roja şikandina zincîrên koletiyê li ser jinê pênase kirin û gotin, Şoreşa Rojava şoreşa vejîna jinê ye û wê bi rihê 8’ê Adarê bi felsefeya ‘ Jin Jiyan Azadî’ bigihe lûtkeyê.
Zana Roj/ Şehba
Di şer û kirîza Sûriyê de para jinên Ereb ji îşkencekirin, tecawîzkirin û qetilkirinê pir mezin bû. Herwiha di herêmên ku di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê û herêmên dagirkirî de, jinên ereb zilmeke pir mezin dîtin. Li aliyê din jî, jinên ereb di hundirê civaka ereb de, bi navê ol û eşîretiyê, li gorî zihniyeta zilamê paşverû jiyan dikirin. Li ser wan dihat ferzkirin ku tenê ji bo xwedîkirina zarokan û karên mal, bijîn. Piştî Şoreşa Rojava ku jinê pêşengtî jê re kir, jinên ereb jî xwe bi rêxistin kirin û tevlî nava tevahiya xebatên rêxistinî û civakî bûn. Herwiha bi dehan jinên ereb tevlî nava refên hêzên leşgerî yên Rêveberiya Xweser bûn.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê jinên pêkhateyên Ereb yên li Şehbayê diyar kirin ku ev roj ji bo wan tê wateya xelaskirina ji bindestiyê û misogerkirina azadiyê.
’8’ê Adarê gava yekemîn ber bi azadiya jinê bû”
Jina ereb ya bi navê Rehef Abdullah ku ji herêma Şehbayê ye, 8’ê Adarê li tavahî jinên kedkar û azadîxwaz yên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Di hundirê dîroka 8’ê Adarê de, wateyên gelek giran û girîng yên ji bo azadiya jinê li hember hêzên serdest yên cîhanê di nava xwe de hewandin e. Di vê rojê de peyamên herî bi wate yên serî netewandin ji bo tavahî jinên cîhanê hatin dayîn. Ev roja cîhanî ya jinê ji bo me û tevahî jinên cîhanê weke roja avêtina yekemîn gav ber bi doza azadiya jinê ve bû. Her wiha divê jin di vê rojê de li hebûn û nasnameya xwe xwedî derbikeve û vegere dîroka rast ya civakê ku bi destê zilamê serdest hatiye berovajîkirin.”
’Jin ji cewher û hebûna xwe hatibû dûrxistin’
Rehef diyar kir ku sîstemên serdest her dem xwastin jinê ji rêvebirin û biryargirtinê, dûr bixin û wiha domand: “Sîstemên Kapîtalîst û zilamparêz, çawa ku di dîrokê de jin ji erk û berpirsyartiya wê di rêvebirina civakê de dûr xist û xwe li ser mîrasê ku jinê da ava û mezin kir, di serdema pêşketina qaşo Modernîteya çewt de a ku di bingeh de modêla azadiyê ya lîberal pêşxistine, jinê weke amûrê şerê taybet bikartînin, di bin van polîtîkeyan de jinê ji cewher û hebûna wê weke îrade temsîlkirin dûr dixin, di seranserî sîstemên cîhanê de, jinê di qadên rêvebirin û biryardariyê de wernagrin.”
’Şoreşa Rojava ji bo jinê weke zayîneke nû bû’
Jina ereb ya bi navê Ftîma Cemo jî anî ziman ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û roja 8’ê Adarê ji bo jinên ereb tê wateya pênasekirina jinê ye û wiha got: “Jinên Ereb beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê, rastî tevahiya cûreyên işkenceyan ji aliyê zilam û civakê de, dihatin. Tenê jin ji bo xizmeta zilaman û xwedîkirina zarokan bû. Jinê nikarîbû ti biryar di derheqê ti tiştî de bistenda, li şûna wê tevahiya biryaran di destê zilaman de bû. Bi Şoreşa Rojava re, herwiha bi naskikirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan re, jin li hemberî zordarî û hişmendiya zilam serî rakir. Bi naskirina fikrên azad yên Rêber Ocalan deriyê xwenaskirinê li pêşiya jinan vebû. Jin ji tevahiya pêkhatiyan tevlî nava Saziyên Rêveberiya Xweser bûn, di milê siysî, aborî, zanistî û rêxstî jî bûn pêşengên civakê. Jinan nsanameya xwe baş naskirin û bi îrdeya serkeftinê pêş ketin. Em pir şanazin ku me fikrên azad yên Rêber Ocalan nas kir û di hemû qadên jiyanê de cihê xwe girt.”
Hedefgirtina jinan berdewam dike
Fatmê di axaftina xwe de bal kişand ser hedefgirtina jinên pêşêng yên şoreşa Rojava û wiha got: “Jin li her aliyê cîhanê bi her awayî tên herdefgirtin, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane rastî êrîşan tê. Jinên pêşeng yên ku di qadên siyasî, dîplomasî, leşker, aborî û hwd cih digirin ji aliyê dijmin ve tên hedefgirtin, bi vê yekê zihniyeta li dijî jinê tê meşandin û dixwazin di şexsê jinên Bakur û Rojilatê Sûriyê de hebûna jinê ji holê rakin.”
’Her roj ji bo me 8’ Adarê ye’
Fatma Cemo di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew ê her roj bi rihê 8’ê Adarê têkoşînê bidin meşandin û wiha got: “Di bin siya felsefeya ku Rêber Ocalan ji bo tevahî gelan û bi taybet ji bi me jinan pêşkêş kiriye, emê têkoşînê dewam bikin. Emê li hemberî tundî, kuştin, destdirêjiya li ser jinê li ber xwe bidin û hişmendiya zilam têk bibin. Li ser wê bingeh her roj ji bo me 8’ê Adarê ye û bi riyê vê rojê em ê têkoşîna jinan li hember zihniyet bidin meşandin.”





