Navenda Nûçeyan
PAJK, HPJ , YPJ û YJŞ’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kirin û gotin, jin ji bo şoreşa mezin a jinê û mirovahiyê têdikoşe, ala têkoşînê ya ’Jin Jiyan Azadî ’ wê bibe hîmê bingehîn yê azadiya jin û civakê.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) daxuyaniyek da
PAJK’ê di daxuyaniya xwe de Roja 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir, herwiha diyar kir ku ala têkoşînê ya felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di destê jinê de bilind dibe, wê bibe hîmê bingehîn ê azadiya jin û civakê û got, em ê her tim afirînerên têkoşîna azadiya jinê bikin pîvana xwe ya serketinê.
PAJK’ê bang li hemû jinan kir ku bila cihê xwe di nav têkoşîna hevpar ya jinê de bigrin û wiha got: “Ji bo her roj bibin rojên têkoşîn û azadiyê, ji bo şoreşa jinê civakî û gerdûnî bibe divê em têkoşîna xwe mezintir bikin, rêxistiniya xwe bi hêz bikin û destketiyên şoreşa jinê biparêzin.”

Di heman çarçoveyê de fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) daxuyanî da û diyar kir ku wê 8’ê Adarê di navbera jinan de bibe pir û mohra xwe li sedsala 21’emîn bide û got: “Di encama çanda berxwedêr û azweriyên de ku jinên kurd bi dest xistine ev roj di seranserê cîhanê de hîn zêdetir rojevî bûye. Bi taybet sedsala 21’emîn ku Rêber Apo wek sedsala jinan pênase kir ev yek pir eşkere derket holê. Tevgera jinên azad ku ji jinên cîhanê re bûye sembol û model, pêşengtiya wê dike.”
HPJ’ê wiha got: “Em vê roja binirx di serî de li Rêber Apo, jinên berxwedêr û giştî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi îdaya ku em ê hemû rojan bi nirxê 8’ê Adarê ve dagirin bijîn, destnîşan dikin. Jin Jiyan Azadî; wê ev dirûşm bibe reçeteya azadiya jinan. Em 8’ê Adarê diyarî hemû jinên rojhilatê Kurdistan û jinên serhildêr ên Îranê dikin.”
Yekîneyên Prastina Jin YPJ’ê jî bi wesîleya 8’ê Adarê daxuyaniyek weşand û got, “Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinan ve’ xwedî li mîsyona xwe derkevin û şoreşa jinan misoger bikin.”
YPJ’ê da zanîn ku wê bi pêşengiya jinên Kurd azadiya jina gerdûnî bibe û got: ” Berxwedan û têkoşîna gerîlayên YJA Starê ji bo hemû jinên têkoşer û li ber xwe didin bûye mînakeke bêhempa û îlhameke mezin. Wê bi pêşengiya jinên Kurd azadiya jinan gerdûnî bibe.”
Derbarê heman boneyê de fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Em jinên Êzidî û weke YJŞ’ê vê pêvajoyê li ser bingeha ‘Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê’ bi hemû hêza xwe ve bilindkirina wê esas digirin. Ji bo wê jî ev têkoşîna me wê bibe misogeriya azadiyê û jiyana azad a bi Rêber Apo re.”





