Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em li pişt wekîlên xwe ne yên ku tevlî merasîma gerîla bûn

19/07/2018
in Uncategorized
A A
Em li pişt wekîlên xwe ne yên ku tevlî merasîma gerîla bûn
Share on FacebookShare on Twitter

HDP’yiyan destnîşan kirin ku ew li pişt wekîlên xwe ne yên tevlî merasîma cenazeyê gerîla Mehmet Yakişir bûne.
Parlamenterên HDP’yî Remziye Tosûn û Mûsa Farîsogûllari ji ber ku tevlî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mehmet Yakişir bûn ketibûn ber lêpirsînê. Polîsên Tirk avêtibûn ser Mala Serxweşiyê ya li Lîce Dercîmtê. Rêxistina HDP’ê ya Amedê li ser mijarê civînek li dar xist.
Civîna çapemeniyê li avahiya partiyê pêk hat û hêjmareke zêde parlamenterên HDP’yî tevlî bûn.
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Çamçi got, “Em Kurd, vê rejîmê û kiryarên wê ti carî qebûl nakin. Em dixwazin bêjin ku nerazîbûn, têkoşîn û berxwedana me ya li dijî vê yekê wê bibiryardarî bidome.
Parlamenterên me Remziye Tosûn û Mûsa Farîsogûllari li gorî rastiya gel têkoşîna siyasî dimeşînin. Hûn çiqasî hewl bidin krîmînalîze bikin jî, wekîlên me li gorî rastî û pêwîstiya gelê me tevdigerin.
Em bi Remziye Tosûn û Mûsa Farîsogûllari serbilind in ku ji ber beşdariya li merasîma cenaze ketine ber lêpirsînê. Ji aliyê exlaqî û dînî ve bi ti awayî ne sûc e ku mirov tevlî merasîma cenazeyê gerîlayekî bibin, êşa malbata wî mirovî parve bikin û li cem wan bisekinin.”
Çamçi nerazîbûn nîşanî serdegirtina li mala serxweşiyê da û destnîşan kir ku ev yek hêrsa gel zêde dike. Çamçi êrîş bi tundî şermezar kir û got, “Em careke din radigihînin ku em ê bi dilsoziya bi nirên xwe vê têkoşînê bidomînin.”
HDP’yî piştî daxuyaniya çapemeniyê berê xwe dan mala sersaxiyê ya Mehmet Yakişir ê HPG’yî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.