Ciwanên herêma Efrînê dan diyar kirin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan tê meşandin bi armanca pûç kirina îradeya gelan û îdeolojiya Rêbertiyê ye. Herwiha tekez kirin ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ew ê bi çalakiyên xwe yên radîkal li hember dijmin şer bikin.
Zana Roj/ Şehba
Di berdewamkirina siyaseta tecrîda li îmarliyê de dagirkeriya Tirkiyê û hêzên kompiloger bi îsrarin. Di sala 25’an ya komloya navneteweyî de jî ciwanên girêdayî xeta Apoyî çalakî û xebatên xwe ji bo azadiya Rêber Ocalan li her aliyê cîhanê didin meşandin,. Têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Efrînê Zînê Henan û Necî Selamê ji rojnameya me re axivîn.
‘Tecrîd tê domandin û raya gîştî bê denge’
Zînê di destpêka axaftina xwe de tecrîda li se
r Rêberê Gelan şermezar kir û wiha axaftina xwe domand: “Ji 24 salan ve tecrîd li îmraliyê li ser Rêber Ocalan tê meşandin. Bi salan e tevahî dewletên hegemon li hember neheqiya ku tê kirin û çalakiyên gelê Kurd û yên cîhanî ku banga azadiya fîzîkî ya rêbertî dikin, bi zanebûn xwe ker û lal kirin e. Di berfirehkirina îdeolojiya Rêber Ocalan ya azadiyê de û pêkanîna wê li ser erdê, dewletên komploger her ku diçe zextê li ser kesayeta Rêber Apo girantir dikin. Diwazin di şexsê wîde tekoşîna azadiya mirovahiyê zaft bikin. Careke din di salvegera komloya navnetewî de, ji her aliyê cîhanê gelê Kurd, parêzer, rêxistinên enternasyonalîst û kesayetên azadixwaz û demokratîk, çalkiyên pir mezin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêkanîn. Lê dîsa jî dewletên komloger li hemberê polîtîkaya xwe ya dij mirovî bêdeng man.”
‘Bi hemû rengan komplo didome’
Zînê da zanîn ku êrîşên li ser tevgera azadiyê û herêmê, perçeyek ji kompiloya navnetewî ye û wiha got: “Dagirkeriya Tirkiyê û hêzên kompiloger bi salane êrîşên xwe li ser tevgera azadiyê, bi şerê çekdarî didin meşandin. Herwiha pêvajoya ku li ser herêmê derbas dibe pêvajoyekî hebûn û nebûnê ye. Lewra jî bi riya êrîşên ezmanî û yên armanc girtinê dixwazin îradeya ku di herêmê de hatiye avakirin pûç bikin. Di aliyê din, em dibînin ku bi riya Şerê Taybet dijmin polîtîkeyên xwe yên helandinê, ji hundir ve dide meşandin. Ji ber vê yekê jî ev tavahî sedemin ku komploya hatiye destpêkirin di kesayeta Rêber Ocalan li herêmê jî, bi tavahî rengan tê berdewan kirin.”
‘Îdeolojiya azadiya bi piratîka xwe hesabên dijmin vala derxist’
Zînê da xuya kirin ku dewletên komploger xwestin di şexsê rêbertî de tevahî gelê azadîxwaz bikin hedef û wiha domand: “Bi girtina rêbertî re hêzên kompiloger bi hedefgirtina stratejiya tevgera azadiyê û gelê Kurd, li her deverê xwestin bixin hedefa xwe. Lê belê ev yek li gorî hesabên dijmin bû û dijmin vala derxist.
‘Erka me ciwanan têkbirina tecrîd û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e’
Necî di axaftina xwe de da diyar kirin ku tevgera ciwanan ji bo têkbirina pilanên dijimin û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşîn didin meşandin: “Di bêvajoya ku niha em tê re derbas dibin de erka ciwanan ya sereke ew e ku ji bo têkbirina tecrîda li îmraliyê her wiha misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e. Di vê qonaxê de ji bo têkbirina pilanên dijmin yên li ser herêmê û ji bo ciwanan bi taybet, li ser bingeha stratejiya şerê gelê şoreşger çalakiyên radîkal li hember zihniyet û dijmin em didin meşandin. Ji bo wê navenda tavahî xebat û çalakiyên me, tenê têkbirina tecrîd û azadiya fîzîkî ya rêber Apo ye.”




