Endama Kordînasyona Kongra Star ya herêma Şehbayê Elîf Mihemed da zanîn ku li Şûna dewleta Tirk alîkariya mexdûrên erhejê bike, êrîşî gelên azadîxwaz dike û got, têkoşîna gelên herêmê wê planên dagirkeriyê têk bibe.
Ronahî / Şehba
Dewleta Tirk a dagirker li şûna ku cenazeyên bi hezaran kesan ji bin kavilan derxe, alîkariya bi 100 hezar mexdûrên erdheja yên di kareseta erdheja 6’ê Sibatê de bike; cih ji 100 hezaran re peyda bike û kesên ku bûne sedema mirina van kesan ceza bike, bi hemû hêza xwe êrîşî qadên berxwedanê yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê dike.
Derbarê dewamiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê endama Kordînasyona Kongra Star ya herêma Şehbayê Elîf Mihemed ji rojnameya me re axivî.
’Bi pilanên qirêj siyaseta qirkirina Kurdan dimeşîn e’
Elîf di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku dijminên Kurdan ji bo qirkirina wan her dem planên qirêj dane meşandin û wiha got: “Serdema ku niha gelê Kurd tê re derbas dibe serdemekî dîrokî ye. Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo parastina nirx û hebûna gelê Kurd bi hezaran Şehîd dan. Bi hêz û Îradeya serkeftinê şerê hebûn û nebûnê, gelê Kurd birêve dibe. Dewleta Tirk a dagirker ku bi xwina pêkanîna Osmanya nû jiyan dike. Ev 50 salin êrîşa tevgera azadiyê dike û dixwaze gelê azadîxwaz ji holê rake. Dagirkerî ji bo qirkirina Kurdan çi ji destê wê tê dike û herdem di nava pilan û bazarên qirêj de ye.”
’Erdogan li ber çavê cîhanê tevahiya nirxên mirovahiyê binpêdike’
Elîf da xuyakirin ku di demên dawiyê de dewleta Tirk a dagirker bi êrîşan û MÎT’ê vîna gelên herêmê dike armanc û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker kareseta erdheja 6’ê Sibatê û mirina bi sedhezaran kes wekî derfetekê ji bo pêkanîna siyaseta xwe ya qirêj, dibîne. Herwiha hewil dide ku li ser asta navxweyî û derve, sûd bigre. Li ber çavên cîhanê tevayiya nirxên mirovahiyê binpê dike.
Di Topbarana dewleta Tirk a dagirker ya dawiyê ya li ser herêma Şehbayê, welatiyek 70’ê salî jiyana xwe ji dest da. Welatiyê ku li Helebê xwe ji erdhejê rizgar kiribû û berê xwe dabû Şehbayê, li ser destê artêşa dagirker a Tirk jiyana xwe ji dest da. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi riya MÎT’ê û şaneyên wê, li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didome. Herî dawî di 22’ê Sibatê de dewleta Tirk a dagirker li ser riya Qamişlo û Tirbispiyê erbeyek kir armanc, herwiha di 24’ê Sibatê de endamê Komîteya Aborî hat hedefgirtin û Şehêd bû.”
’Bi têkoşîn û yekbûna gelan wê pilanên dagirkeriyê têk biçin’
Endama Kordînasyona Kongra Star Elîf Mihemed da xuyakirin ku bi yekbûyîna gelên herêmê wê siyaseta dewleta Tirk têk biçe û wiha got: “Berxwedaniya gel û şervanên parastina doza azadiyê, di gîştî cîhanê de xwe îsbat kiriye û gihîştiye lûtkeyê. Deskeftiyên ku niha hatine bi dest xistin jî, bi saya fedekariya lehengên Kurdistanê ne ku ji bo xak û civaka xwe canê xwe kirin feda. Di vê dema hesas de em bang gel û ciwanên xwe yê azadîxwaz û berxwedêr dikin ku bi xurtkirina asta têkoşînê pilanên dagirkeriyê têk bibin.”





