Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Adîfe Sakik û 8`ê Adarê

05/03/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Eniya Parastina Kurdistanê…
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Di 8’ê Adara 1985’an de li çiyayê Sason, li gundê Telor şerek qewimî û 8 gerîla şehîd bûn. Di nav wan de şoreşgerekê jin jî hebû. Navê wê Adîfe bû.. Bêrîvan bû.. Ji bajarê Mûşê ji gundê Zengokê bû..Yekem gerîlaya jin ya wê heremê û xuşka min bû..

Adîfe berî ku bibe Berîvan,  li gundê xwe wek jinek kurd ya ji rêzê di nav zeviyên Tutunê de di xebitî. Li ser Adife zilma malbatê û civakê hebû. Tu qedir qiymetek wê tunebû. Adîfe jî wek hemû jinên din bi qedera xwe razî bû. Li gundê wê jî wek her deverê, rolên cinsiyetperest yên li jin û mêr hatibûn barkirin hebûn. Ev yek bi xwe re, rêgezên koletî û serdestiyê dihewandin. Di vê jiyanê jin weke kole dihatin dîtin. Lê dema ku di sala 1979’an de komek Apocî hatin gund, ew roj hişên Adîfe jî hat serê wê.

Di nav vê komê de Haydar Karasûngûr hebû. Karasûngur di axaftinek xwe de behsa azadiya jinê û ramanên Rêber Apo yên derbar jinê de kiribû. Adîfe ji van axaftinan pirr bi bandor bûbû. Partiyek bi navê PKK’ê hatibû avakirin û di vê partiyê de behsa azadiya jinê hatibû kirin.

Adîfe, biryar da bibe Apocî û ji bo azadiya Kurdistan têbikoşe. Lê diviya di destpêkê jin azad be ku bikaribe ji bo azadiya Kurdistanê têbikoşe. Gotinek rêber Apo hebû. Digot, “Jinek  azad  afirandin ji azadkirina welatekî  zahmetir e.”  Adîfe li gund di nav jinan de dest bi xebatan kir. Ji koma Apociyan çi agahî girt li nav jinan de belav kir. Navê wê êdî Adîfeya Apocî bû.

Roj hat êdî ji bo wê, ew dem bû. Êrişên dijmin jî destpêkirbûn. Banga rêber Apo jî hebû digot ‘divê jin werin di nav têkoşînê de çalak cîh bigirin û bibin gerîla’.  Diviya Adîfe jî, biryarek bida. Di sala 1984’an de ji bo Adîfe salên gerîlatiyê û pêşerojek pirr zelal destpêkir. Êdî ew bi navê Bêrîvan  li çiyayên Andokê di meşa azadiyê de bû.

Li ser daxwaza rêber Apo,  jinên kurdan wek Adîfe birêxistin dibûn û berê xwe didan nav refên gerîla. Dema agahiyên di derheqê ‘gerîlayên jin’ di nav civakê de belav di bûn, zîhniyeta zilam ya li dijî jinê jî jihev belav dibû.

Di wan salan de li Kurdistanê bingeha azadiya jinê, bi berxwedana Sakîneyan û bi şahadeta Adîfeyan hatibû danîn. Li ser vê bingehê li rojava şoreş pêkhat û jinan li eniya pêş cîh girt. Ew bûn sebeb ku îroj li gelek navendên cîhanê dengê “jin jiyan azadî” bilind bibe. Bi taybet di sala 2022’an de me ev denge li Rojhilatê Kurdistan û piştre jî li hemû cîhanê bihîst.

 

Dema Adîfe, di 8’ê Adara 1985’an de di şer de şehîd ket,  bi şahadeta xwe peyamek jî dabû jinên kurd. Gotibû ‘8’ê Adarê bi rojek tenê nayê pîroz kirin.  Dive jin 364 rojan têbikoşe û roja 365 jî pîroz bike.’  Ev peyame jinên kurd girtibûn. Îroj li her deverî jinên kurd 364 rojan bênavber û bêsekin ji bo azadiya xwe û Kurdistanê têdikoşin. Di roja 365’an ango di 8’ê Adarê de jî, dadikevin qadên pîrozbahiyan. Ew roj li qadan dengê jinên azad bilind dibe.

Îsal jî wê dengê ‘Bi jin jiyan azadî, ber bi şoreşa jinê ve’ û ‘Hevgirtina jinê jîn e’ bilind bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.