Sozdar Demîr
Jineolojî yekem car di sala 2008’an de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve di pirtûka sosyolojiya azadîyê de hat pêşniyarkirin. Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de gotibû: “Heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Asta azadiya jinan, asta azadiya civakê diyar dike.”
Di vir de ez dixwazim hinek balê bikşînim li ser zihniyeta paşverû ya civaka me û têkiliya jin û mêr.
Teoriya mêrkujiyê di sala 1996’an de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve weke prensîba bingehîn a sosyalîzmê hat pêşandan. Di wê demê de bal kişand ser girîngiya rawestana li ser têkiliya mêrtiyê ya bi desthilatdariya bi şiddet û desteserkirina keda jinê re.
Yanî ji bo ku bingehên mêraniya kevneşopî û paşverû ya ku rojane bi milyonan jinan dikuje û zilmê li wan dike. Mêranî li ser serê mirovahiyê veguheriye belayê.
Gelo di civakek ewqas paşverû de mirov dikare behsa azadiyê bike?
Ne mimkûn e ku mirov behsa têkiliya azadîxwaz a jin û mêr bike. Ji ber vê yekê weke şertê bingehîn ê rizgariyê, xebat li ser rizgarbûna ji hemû şopên zihniyeta kevneperest û ronîkirina wê li ser tevger û têkiliyên rojane ye.
Bi pêşniyara Rêber Abdullah Ocalan de Jineolojî cara ewil di sala 2011’an de rêxistinbûna xwe li çiyayên azad ava kir. Her wiha konferansa xwe ya yekem jî di sala 2015’an de bi tevlibûna 140 delegeyan pêk anî.
Di wê konferansê de rêxistinkirin û belavkirina jineolojî li cihanê weke biryarek sereke hat dîtin. Jineolojî li dijî sîstema mêr-dewletî jiyana komînal, demokratîk û azadîxwaziya jinê esas digre. Têkiliya jin- xweza, jin-jiyan, jin- mêr, jin – azadî, jin û zanîst, jin – afirînerî lêkolin dike û rastiya jiyanê derdixîne holê. Tiştên nû li jiyanê zêde dike, ji bo wê jî qadeke berfireh û zanisteke dewlemend şîrove dike.
Armanca Jineolojiyê ew e ku pergala exlaqî û polîtîk ya civakî bi rêxistin û nûjen bike. Jineolojî di sedsala 21’ê de, xwe bi rêxistin kir û armanc dike ku rastiya jinan a ku hatiye tunekirin ronî bike. Jineolojî koletiya ku li ser jinan hatiye ferzkirin ji holê radike û pênaseya wê ya rast derdixîne holê.
Xwezaya jiyanê dualî ye, mê û nêr – jin û mêr e.
Ger têkiliyek watedar di navbera her du zayendan de hebe, wê jiyan, xweza, azadî û wekhevî baş û bi xweşî bimeşe û dewam bike. Bêguman zanista civakî, dikare bi zanista Jineolojiyê û li derdora jinê bi pêş bikeve. Ger dîrok rast were dîtin wê roja îro jî rast were xwendin.
Jineolojî dîroka civakê li ser berhemên şaristaniya demokratik ava dike. Di roja îro de siyaset, civak, ekolojî, demografya, tenduristî, perwerde û aborî lêkolîn dike. Di çarçoveya jinê de li van xalan dinêre.
Li cîhanê hebûna jinan, bi şer, koçberî, xizanî, bêkarî, polîtîkayên perwerde, tenduristiya saziyên despot û gefxwerinê re rû bi rû ye. Jineolojî weke zanistekê, têkoşîna azadî û hebûna jinê dike armanca xebata xwe. Îro li seranserî Bakur û Rojhilatê Suriyê û tevahî cihanê bûye îlmê sereke yê rizgariya ji pirsgirêkan re. Em îro dikarin bêjin ku ev pêşniyara Rêber Abdullah Ocelan bûye hêviya hemû jinan…