Rûstem Başûr
Niha li her devera cîhanê, erdheja ku di 6’ê sibatê de li Bakûr û Suriyê pêk hatibû hîna di rojeva gelê cihanê de cihê xwe digir e. Bêguman li Kurdistanê texrîbatekî gelek mezin çêbû, û gelek ziyan da gelê me yê Kurdistanê. Hema her devera cihan ji vê felaketê bû xwedî agahî. Em li mexdûrên erdhejê yên bêhêvî temaşe dikin ku li ser ekranan dibêjin: Dewlet li ku ma? rast tên, her kesê ku li van dîmenan temaşe dikin, di vî derbarî de histiyar dibe û hewil dide bi her mercan ji bona erka xwe pêkbîne xizmet dike erka xwe pêk tîne. Tevî gelek astengiyên bi niyeta nebaş ên rêveberiya dewletê jî, hevkarî û hevgirtin dewam dike. Bêguman ev pirsa dewlet li ku ma? Di hişmendiya mirovan de gelek pirsan dide çêkirin. Ji bona bersiva vê pirsê were dayîn, pêwîst e em di serî de tarîfa dewletê ya ku mirovan bê hêvî dike bikin.
Bêguman ev mijarek e ku gelê Kurd jê xwedî agahî ne, dema dewleta Tirk rastî xitimandiê cidî tê û vê carê ji bona xitimadina xwe bi her awayî derbas bike, hin hêncetên ku zarok jî pê bawer nakin dixe rojevê. dikare bê gotin ku avabûna dewleta Tirk li ser hîmê tine bike û bide Kuştin çêbûye. Ci ferqa rêveberiya tirk ji partiya naziyan wêdetir nîn e, çawe ku Hitler di dema xwe de kumkjiyên pir hijmar di oxira deshilatiya xwe dikir, îro jî bi rêbazên cuda Erdogan civaka me li beramberî qetilkirinan radigire. Hema her kesî dît ku bi buyîna erdheja di 6’ê sibatê de pêk hat, hate dîtin ku dewleta Tirk ti elaqa wê bi dewletbûnê re nîn e. Lê Ji bo ku analîzeke erdhejê ya baş were famkirin û ji bona analîza me di cihê xwe de be, pêwîst e di serî de mirov ji hişmendiyê sereke yê xirakirinê destpêbik e. Bêguman Erdogan ku li ofîsa serok komariyê rûdine û bûye kujerek serke, bi rêziknameya ku jê re tê gotin ‘Aştiya li darxistiye’ ku bûye ‘belgeya mirinê’ ya gel, bûye sedemkarê karesata erdhejê. Ne mimkun e ku ji nirxandinên dûrî vê rastiyê encamên rast werin derxistin. Mirov dikare di vê buyînê de vê bibêje: Berpirsê karesata erdhejê, kujerê erdhejê Erdogan bi xwe ye û ji vê wêdetir tiştekî din îfade nak e.
Eşkere bû ku îdîaya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li ser alîkariya bi mexdûrên erdhejê re bi temamî derew e. Tevî ku 20 roj di ser erdhejê re derbas bûn e jî, bi hezaran mirovên ji erdhejê zerar dîtine, bi kêliya mirinê re tenê hatin hiştin. Bêguman dewleta Tirk tu berpirsyariyê nagirin ser xwe û diavêjin ser stuye xwedê. Dibe ku bi mirina wan kesan kêfxweş jî bibin. Dema ev karesat qewimî, demekê dirêj saziya dewletê AFAD ku berpirsyar e, alîkariya gel nekir. Tevî ku 20 roj di ser karesatê re derbas bûne, hê jî gundên ku tu kes neçûnê hene. Lê gelê kurd xwe gihand alîkariya kesên di bin kavilan de ne. Gelê kurd li gelek bajarên Kurdistanê kom bû û li hemberî birayên xwe yên kurd erka xwe pêk anîn.
Niha jî di dîmenan de tê dîtin ku dewlet berpirsê çêkirina avahiyên hilweşiyayî yên ku qaşo dibêjin: mazeme û hin madên cuda hatine dizîn binçav dikin. Lê her kes dizanê ku dizê herî mezin li qesra xwe runiştî ye. Li vir jî pirsa ku bi israr di mêjiyê mirovan de dike zingil ew e: ma gelo ji kujerekî mîna Erdogan çi dikare were hêvîkirin? Gelo piştî ewqas karaset wê bikaribe di hilbjartinan de bi ser bikeve? Diyare ku wê vî şensî nikaribe bi dest bixe. Ji ber ku niha li her devera Tirkiyê hersekî li dijî vê sîstemê tê jiyan kirin, ji lewra êdî mumkin nîne erdogan di vê rewşê de bi pêş de biçe. Jibo vê ye ku bi Girtina çend muteahîdan û sûcdarkirina wan, beralîkirina vê meseleyê ye. Heydê em bêjin ku ew jî sucdarin lê kesê sucê herî mezin kir jî dewleta Tirk û şefê wê Erdogn bû. Niha jî erdogan xitimî ye ji bo berjewendiyê desthilatiya xwe dixwaze serî li hin careseriyê cuda bide. Lê li gorî qenata min wê bi vê jî nikaribe di bin ewqas sucan derkeve.





