Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehbaya Dorpêçkirî tevî kêmderfatn welatiyên Helebê pêşwazî dike

01/03/2023
in ROJEV
A A
Şehbaya Dorpêçkirî tevî kêmderfatn welatiyên Helebê pêşwazî dike
Share on FacebookShare on Twitter

Nisrîn Silêman anî ziman ku tevê dorpêç û kêmderfetan jî, herêma Şehba pêşwaziya malbatên ji Helebê dike û got, ji bo bichkirina welatiyên ku  ji Helebê derbasî herêma Şehbayê bûne, her wiha welatiyên Şehba ku malên wan zerar dîtine wê zêdetirî 500 Çadirî werin dayîn.

Zana Roj/ Şehba

Di enccama erdheja 6’ê Sibatê de li herêma Şehbayê gelek mal û avahiyan zirarên mezin dîtin. Herwiha zêdeyî 3066  malbatên  ji Helebê ku malên wan ji ber erdhejê xerab bûne, derbasî herêma Şehbayê bûn. Ji bo bicihkirina gel û çareserkirina pirsgirêka avahiyên ku zirar dîtine, Meclîsa Efrîn û Şehbayê dest bi belavkirina konan li herêma Şehbayê kir.

Derbarê xebatên alîkariya welatiyên ku ji ber erdhejê zerar dîtine cîgira Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Nisrîn Silêman ji rojnameya me re axivî.

’Di rewşa heyî de Şehba bûye wargeha herî ewle’

 Nisrîn di destpêka axaftina xwe de da xuyakirin ku tevî kêm derfetan jî, herêma Şehbayê ji bo gelên derdorê bû wargeha ewlehiyê û wiha got: “Herêma Şehbayê di gelek şerên dijwar re derbas bû ye û tavahî mal û avahiyên wê weke bermahiyên şer tên dîtin, ji ber vê yekê jî di rûdana erdhejê de piraniyên malên herêmê rastî seqetiyên mezin hatin. Di heman demê de Rêveberiya Xweser bang  welatiyên Helebê û yên herêmên derdorê yên ku ji ber erdhejê bê cih mane kir ku berê xwe bidin herêma Şehbayê. Dı encamê de zêdeyî 3066 malabtên Helebê debasî herêma Şehbayê bûn, ji wan 200 malbat di hundirê kampê de bi cih bûne. Tevî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê û kêmderftan jî, Rêveberiya Xweser welatiyên herêmên din jî pêşwazî kir û alîkariya wan kir. Şehbaya dorpêçkirî welatiyên derdorê jî hembêz kir û bûye wargeha herî bi ewle”.

Amedekariyên ku tên kirin

Nisrîn da zanîn ku ew niha amedekirin belavkirina konana li  gîştî navçeyên Şehbayê dikin û wiha domand: “Ji bo ku em bikaribin kêmasiyên ku derdikevin derbas bikin û hîn zêdetir bi gel re bibin alîkar, em niha di hundir kampan û navçeyên din de jî, ji bo welatiyan konana datînin. Li gorî hatiye plankirin wê li Kampa Serdemê 300 kon werin dayîn, her wiha 5 navçe li herêmê hene, wê li her navçeyekê 75 kon werin dayîn. Bi vî awayî wê ji bo welatiyên ji Helebê hatine û welatiyên Şehba ku malên wan zerar dîtine, cih bê pêdakirin.”

’Hikumeta Şamê di dorpêça herêma Şehbayê de bi îsrar e’

Cîgira Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Nisrîn Silêman da zanîn ku tevî karîseta erdhejê jî dorpêça hikumeta Şamê ya li sr herêma Şehbayê dewam dike û axaftina xwe wiha qedand: “Derfetên alîkariya gel yên di destên me de pir kêmin. Hijmareke zêda ya konan ji me re pêwîste. Herwiha ji ber ambargoya hikumeta Şamê sûtemenî û derman jî peyda nabe. Tevî karîseta erdhejê jî hikumeta Şamê di ambargoya herêmê de bi israre û dixwaze gel qir bike. Em bang rêxistinên mirovî yên cîhanê dikin ku dawî li bêdengiya xwe bînin û li hemberî ambargoyê bi erkê yên exlaqî rabin. Di dawiyê de wê hisabê ambargoyê ji hikumeta Şamê bê xwestin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.