DILYAR CIZÎRÎ
Piştî serhildanên gel ên sala 2011`an welatên Rojavayî û hemû cîhana ereban têkiliyên xwe yên bi hikûmeta Serokê Sûriyê Beşar El-Esed re qut kirin. Hema bêje hemû welatên ereb jî di nav de bi sedan welatan balyozxaneyên xwe girtin.
Her kesî hikûmeta El-Esed wekî hikûmeta kujerê gelê xwe bi nav dikirin. Gefên tu carê wê têkiliyên xwe venegerînin didan. Yekîtiya Ereban endametiya Hikûmeta El-Esed, bi awayekî demkî rawestandin. Dosyayên çekên kîmyawî li dijî wan hatin vekirin. Aborî, dîplomasî û siyasî derb li hikûmeta Şamê xistin.
Têkiliyên wan tenê bi eniya Rûsiya û Îranê re man û herdû welatan di detayên herî hûr ên Sûriyê de destwerdan kirin. Piştî erdheja 6`ê Sibatê û mirina bi hezaran welatiyên Sûriyê û wêranbûna gelek herêman, rewşa mirovî ji hikûmeta Şamê re bû kilîta sihrî ya vejînkirina têkiliyan.
Bi taybet di aliyê Yekîtiya Ereban de, roja duşmeê Serokê Sûriyê Beşar El-Esed li Şamê Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şikrî pêşwazî kir. Şikrî piştgiriya Serokê Misrê Ebdûlfetah El-Sîsî ji bo gel û hikûmeta Sûriyê ragihand. Di roja2`an a Erdhejê de jî Serokê Misrê li gel Beşar El-Sed axivî û piştevaniya xwe pê re parve kir.
Tevê gekek nûçeyên digotin hikûmeta Şamê alîkariyan li ser mexdûran belav nakin, Misr alîkarî di bin navê mirovahiyê de şand Sûriyê. Beriya wê jî Komîteyek li ser navê Yekîtiya Ereban ji Iraqê hat Sûriyê.
Roja yekşemê jî Yekîtiya Ereban şandeyek bi serokatiya Mihemed El-Helbûsî serdana Şamê kir û li gel rayedarên wê civiya. El-Helbûsî ji Şamê bang li hemû welatên ereb kir ku biryara dawî ya vegera Sûriyê nava yekîtiya ereban erê bikin.
Beriya wê jî Serdana Serokê Sûriyê Beşar El-Esed a Seltenet Oman hebû. Ew jî serdan û hevdîtina di asta herî jor de hate pênasekirin. Ev tevgera dîplomasî û hevdîtinên rayedarên ereb û têkiliyên wan bi hikûmeta Şamê re gelek xalepirsan bi xwe re tînin. Ji bilî talankirina alîkariyan ev hikûmeta Şamê çi guhertin pêk aniye.?
Gelo welatên ereb û rayedarên wê di nava salên şoreşê û kuştina bi sedhezaran mirovên Sûriyê ji rewşa mirovî de li kur bûn?. Çima niha û piştî erdhejê gavên dîplomasî yên mezin ber bi hikûmeta Şamê ve hatine avêtin?.
Lê wer xuya dike mijar ne wekî îda dikin, alîkariyên mirovîye. Mijara sereke di vir de berjewendî ne. Hikûmeta Şamê ya ji ber rewşa aborî, siyasî û dîplomasî di nava kirîzeke pir mezin debû, bi vê erdhejê re rewşa mirovî ji bo qezencên xwe bikar tîne.
Di nerîna min de welatên ereban bi fermana welatên Rojavayî û di serî de DYA, Fransa û Birîtaniya van gavan davêjin. Armanca wan jî dûrxistina hikûmeta Şamê ji Îranê ye. Di heman demê de dixwazin dosya çareseriya siyasî ya Sûriyê di destê wan de be. Lê baer nakim, Rûsiya, Îran û Tirkiyê xeta Astana rê bide plana erebaan a derbarê Sûriyê de biser keve. Bi taybet tê gotin Rsûiya jî dibêje nêzîk civîna çar alî di navbera Rûsiya, Îran, TIrkiyê û Sûriyê bicivin.