Rojnameya Ronahî

Erdhej û Qeder

Hafiz Ahmet Turhalli

Desthelatên kû Welatê me perçekirine û dagirkirine, zêdetir bi navê Ola Îslamê xapandinên xwe didomînin.  Afat û belayên ku li ser me hatine û em tê de dijîn, sedemên wê ên bingehîn nêzikbunên rêveberiyên dagirkerên welatê me ne. Ev erdheja ku li Bakur û Rojavayê welatê me rû da, giftûgoyên cûda bi xwe re derxistin holê. Ji ber dagirkerên welatê me, ji xwe re dibêjin em Misilmanin û gelê me jî piraniya xwe bawermendên ola Îslamê ne, nîqaş û giftûgoyan jî li ser mijara Olê tê meşandin. Ev karasat wekî tolhildana Xwedê ji mirovên wê erdnigariyê tê nirxandin. Yên ku vê nirxandinê pêş dixin bi taybet kesên cil û bergên ereban li xwe dikin, rih berdane, şaşik dane serê xwe, ew hawîrdoran e. Bê gûman ev hawîrdor bi fikr û ramanên xwe yên kesayetî vê giftûgoyê pêşnaxin: Ev daxwaza destheladaran e û li ser vê yekê plan hatine amadekirin. Ji bo van hawîrdoran dewlet bi mîlyaran pere xerc dike û wan xwedî dike. Ji ber niştecîhê wê erdnigariyê Kurdin û bawermendê ola Îslamên e, dixwazin ola Îslamê di vê sosretê de jî heta dawî bikar bînin. Divê Kurdên Misilman bi taybetî û hemû oldarên Îslamê bi giştî, bi van nîqaşan rastiya Ol û rastiya van sextekarên dînfroş carekî din lêbikolin. Gotinekî pêşiyan dibêje: ‚Musîbetekî ji hezar nesîhetê çêtire‘. Bi wateya musîbet dibin sedem ku mirov rastiyan baştir û paqijtir bibîne. Rastiya Ola Îsalamê di mijara qederê de hatiye berovajî kirin û niha jî wek îftirayek li Xwedê tê bikar anîn. Ev tişt li ber çavên mirovahiyê û bi taybet li ber çavên kesên oladar pêk tê. Dema pîvanên pejirandinan ji bo baweremendên ola Îslamê, Qur’an û hişbe, têgîhaştina mijaran rehettir û hesantir dibe. Xwedê di pirtûka xwe Qur’ana pîrozde de, behsa mezintirîn pirtûka ku gerdûnî ye dike. Di Qur’an a pîroz de mezintirîn pirtûk wek gerdûn tê pênase kirin. Xwedayê mezin jibo têgîhaştina wê pirtukê, gellekî mînakan pêşkêşî me dike.

Dibêje: ‚kesê li vê dinyayê rastiyan û heqîqetê nebîne kore. Kesê li vê dinyayê korbe, li axretê jî kore!‘ (Îsra 72)

Di pirtuka Xwedê ya pîrozde ‚Qeder‘ gellekî cuda hatiye vegotin û bi zelalî hatiye pênase kirin. Lê desthelatdaran û olfiroşan, weke gellekî tiştên dîtir ev gotar jî berovajî kirine û ji bo desthelata xwe bikar anîne û bikar tînin.

Wateya qederê an çarenusê: Pîvan, hêz têr kirin, plan kirin, bi pîvan, afirandin û sînor danîn hatiye şîrove kirin.

Qeder di Qur’an êde biwateya pîvan û qanûnên Xwedê yên gerdunî ne.

Sedemên tiştan werin serhev, ew netice peyda dibe. Ji bo çêbuna jiyanê divê mê û nêr hevdû temam bikin. Ji bo mirinê, divê sedemên mirinê peyda bibin. Wek:nexweşî, temen dirêjî û qezayek.

Bizanin! Me hemû tişt li gor qanûn û pîvanan afirand. (Qemer 49)

Divê kesê Oldar li gor qanûnên xwezayê ku qanûnên Xwedê ne bi liv û tevger be! Kesê tedbîrê xwe li gor van qanûnan negre, ew bixwe suçdare, kesê eqlê xwe bikar neyne, kêmasî û nebaşî di bin berpirsiyariya wî de ne. Ger em li gor Qur’an û pirtûka mezin ya gerdûnê xwedan bawerî bin, em ê van felaketan bi vê rengî nejîn. Em ê karibin jiyanekî bi aştiyane û huzurû ewleyî bidomînin. Ola bê eql û pîvan, ne ola Îslamêye. Berovajî vê, ola desthelatdar, zalim û olfiroşane.