Rojnameya Ronahî

Bandora erdhejê li ser zarokan

Darîn Silê/Qamişlo

Joliya Xelo diyar kir ku piştî rûdana erdhejê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, yên herî zêde bandor bûn û rastî nexweşiyên derûnî hatn e, zarokin. Herwiha da xuyakirin ku çeteyên dewleta Tirk zarokên bê xwedî yên ji erdhejê rizgarbûne direvînin.

Di kêliya ku erdhej rû da zarokan di malên xwe de, di hembêza dê û bavê xwe de razabûn û di nava evîn, aşitî û aramiyê de bûn. Dema ku erd ji nişka ve di bin wan de hejiya û dîwarên malê yên ku parastina wan dikirin hilweşiyan, herwiha pê re gelek avahî hatin xwarê. Di van kêliyan de gelek zarok û malbat ketin bin xirbeyan de, di encamê de hin ji wan jiyana xwe ji dest dan û hin jî birîndar bûn.

Herwiha li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî nezî 7 milyon zarokan ji ber erdheja ku li Sûriyê û Tirkiyê rû da bû,  bandor bûne,  ji wan 2.5 milyon zarok li Sûriyê û 4.5 milyon zarok jî li Tirkiyê bandor bûn.

Bê guman ev karesat bandoreke xirab li derûniya zarokan kir, herwiha zarokên ku jiyana xwe ji dest nedan hê zêdetir bandor li wan hat kirin. Lewra van zarokan buyerên bi êş dîtin û gelek ji wan jî di bin xirabiyan de bi tirs li ber xwe didan da ku rihê xwe xilas bikin. Herwiha gelek jê dema ku dê û bavê xwe yan jî birayên xwe mirî didîtin bandoreke mezin li derûniya wan hat kirin. Hin jê jî windayî man û heta niha malbatên wan li wan dipirsin, hina jî ji aliyê hin komên çete ve hatin revandin. Bi vî awayî bandor li zarokan hat kirin û heta niha jî gelek zarok di bin vê bandorê de jiyan dikin.

Zaroka bi navê Aya ya ku li Cindêrsê di bin xirbeyan de ji dayik bûye, 3 caran rastî hewildanên revandinê hat. Gelek kes jî îdîa dikirin ku ew dê û bavê zarokê ne. Ji ber ku rêxistin û hin kesên navdar bi mîlyonan dolar jê re veqetandin da ku wê xwedî bikin, bû sedem ku mirov di bin çavbirçîtiya aborî de hewl bidin wê birevînin. Ne tenê Aya gelek zarok di vê erdhejê de rastî revandinê hatin kirin bêyî ku kes wan bibîne.

Derbarê bandora erdhejê li ser zarokan rêvebera Komîteya Şilêr ya zarokan ya qada civakî Jûliya Xelo û pispora derûniya zarokan Meysem Elhesrî ji me re axivîn.

Paşroja zarokên ji erdhejê de bandor bûne

Jûliya Xelo behsa zarokên ku piştî erdhejê sêwî bûne kir û got, Ev zarok bê stargeh û piştgirî man. Herwiha wê li ber dilovaniya xwedê jiyan bikin. Hê ne diyar ka wê paşroja van zarokan çawa be. Zehmetiya herî mezine ku zarok bê dê û bav bimînin. Eger çareseriyek ji wan re neyê dîtin wê êşa wan bi wan re dewam bike.

`Tirkiyê di her rewşê de hovîtiya xwe dewam dike`

Juliya destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk ya dagirker tevî karesata ku bi ser Tirkiye û Sûriyê de hatiye hovîtiiya xwe dewam dikin û wiha pê da çû: “Çeteyên Tirkiyê heman nêzîkatiya xwe didomînin, ji ber ku berjewendiyên wan li ser hesabê rizgariyên erdhejê têne birêvebirin. Tevî karîseta Mezin ya ku hatiye serê zarokên Sûriyê, Çeteyên Tirkiyê diçin nexweşxane û kampên ku zarokên rizgarbûyî lê ne, bi taybet li herêmên dagîrkirî, bi îdiaya ku ew zarokên wan bi xwe ne, zarokan ji xwe re dibin da ku karê xwe bi wan bidin meşandin, herwiha wan bifroşin û pereyan li ser wan bistînin.”

Julia di dawiya axaftina xwe de got, em bi hêvîne ku cîhan û rêxistinên parastina zarokan li ser vê mijarê bisekinin. Lewra paşroja van zarokan nediyare ka wê çawa be. Dibe ku Tirkiyê wan li ser fikir û siyaseta xwe mazin bike û li dijî gelê Kurd bikar bîne. Ji bo wê jî em bang li malbat û xwediyên van zarokan jî dikin ku pirsa zarokên xwe bikin û hewl bidin wan vegerînin û di nav destê çeteyan de nehêlin.

`Bandora erdhejê li ser zarokan berdewam e`

Pispora derûniya zarokan Meysem Elhesrî jî bal kişand ser bandorên derûnî li ser zarokên ku ji erdhejê rizgar bûne û wiha got: “Zarok herî zêde ji erdhejê bandor bûne. Heta niha jî ev bandor li ser zarokan dewam dike. Ji rûye wan xuya dike ku ev zarok rastî bûyerke bi tirs hatine. Gelek zarok piştî tirsa erdhejê zimanê wan giran bûye, gelek jê jî êdî nikarin bi şevê razên, hin ji wan jî ji nişka ve dikin qîrîn û hî dikin ku hê di kêliyên erdhejê de jiyan dikin. Herwiha dema ku zarok bûyera erdhejê tîne bîra xwe dikeve rewşeke iktîabê de.”

`Nêzîkatî û rêbazê malbatan bi zarokan re pir girînge`

Meysam diyar kir ku piştî vê erdhejê pêwîste malbat bi awayekî zane nêzî zarokên xwe bibin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Dibe ku bi nêzîkatiyên şaş bandora li ser zarokan zêdetir bibe. Divê dê û bavên zarokan erdhejê bi awayekî baş bi wan bidin naskirin û ji wan re bêjin ku erdhej tenê kêliyeke û derbas dibe, herwiha tiştê diqewime rewşek awarte ye û dê derbas bibe. Herwiha pêwîste dê û bav jî di van rewşan de zarokên xwe netirsînin û bi zanebûn wan biparêzin. Lewra ne wisa be dê rewşa zarokên wan xirabtir bibe. Ji bo wê jî nêzîkatî û rêbazê malbatan bi zarokan re pir girînge.”

Pispor Maysam di dawiya axaftina xwe de got, dibe ku ev bûyer dûbare bibin, lewma divê em wan bandiora li ser zarokan sivik bikin û piştgirî bidin wan. Herwiha di warê derûnî de jî piştgiriiya wan bikin. Ji ber ku niha hewcedariya wan bi me heye, da ku em wan ji vê tirsê rizgar bikin.