Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber Apo: Bajarên Nû ava bikin!

26/02/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
1200 maskeyên gerîla
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Piştî erdhejê  ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li hemû cîhanê wijdanê mirovahiyê ket nav hewldanan. Herkes dixwaze tiştekî bike da ku wijdanê xwe rehet bike. Lê em dikarin çi bikin?

Di vê erdhejê de heta bi têra xwe bike em bûn şahidên gelek kiryaran;  hovîtî, xemsarî, ne midaxlekirin, dizî, berpirsyariya karesatê, ji berê de bi zanebûn bi derxistina qanûna efûkirina îmarê, midaxlekirin û astengkirina alîkariyên ku tên herêmê, sixêfên-çêr ji bo mexdûran hatine gotin, bi gava yekemîn ihaleya komkirina xirbeyan dan şîrketên AKP’î, kesên ku di  avahiyên konteyner werin bicîhkirin, di pêşerojê de avahiyên werin çêkirin de wê di destpêkê de bidin kesên AKP’î, hewldanên guhertina demografiya herêmê, bi îlankirina 3’ê meh rewşa awarte û bi qayûman terora li herêmê hat destpêkirin. Em van tevî dizanin.

Lê dîsa dubare bikim piştî van kiryaran em dikarin çi bikin?

Em ê wan xebatên alîkariyê û birêxistinbûna li qada erdhejê dewam bikin. Tiştên ku di sala 2015-2016’an di dema îlankirina rêveberiyên xweser û wêrankirina bajaran de me pêk neanî, em dikarin di vê karesatê de telafî bikin. Divê ku ji wê demê dersek hatibe derxistin û ruhê komunal were afirandin.

Em ê li hemberî wan kiryarên ku min li jor rêz kirin bertek nîşan bidin û li dijî wê berxwedanek bidin. Em ê birînên xwe bi xwe derman bikin.

Divê ku ji ber sedeman encamên kareseta xwezayî gelek zêde bû em nikaribin vegerin berî 6’ê sibatê. Lê em dikarin ew hewldanên wan ên ku dixwazin piştî erdhejê pêk bînin, bidin seknandin. Em dikarin niyeta wan bibînin û midaxle bikin.

Tişta herî girîng jî divê ji niha de em pêşî li guhertina demografiyê bigirin. Ji niha de koça destpêkirî bidin seknandin. Ji niha de kesên di wê bahozê de ji herêmê koç kirine, ji bo ji nû de vegerin ser axa xwe riyên çareseriyê bibînin. Divê em bi bîra wan bixin,  ew mafê wan ê ku piştî erdhejê bi dest xistine Erdogan û çeteyên xwe dixwazin ji wan bigirin û bidin hin kesên ku heq nekirine.

A herî girîng divê em ji nû de herêmên ku ji nû ve werin avakirin, destnîşan bikin. Di vî warî de saziyên wek odeya avahîsazan bixin dewrê. Li derveyî bajêran li hin cîhên nû bigerin. Gundê ku ji erdhejê bi bandor nebûne bibin adres ji me re.

Tê bîra min di pêvajoya berxwedana Kobanê de û piştî DAIŞ têk çû Rêber Apo peyamek şandibû û gotibû li qeraxên Firatê divê hin bajarên nû werin avakirin. Lê ev yek nekirin û poşmaniyên mezin jiyan.

Rêber Apo çima behsa bajarên nû dikir; Yek, ji bo li hember hemû karesetên xwezayî û dijmin bi ewle bin. Du, ji bo ku li bajarên berê de tu carî şopê kapitalîzma modernîte nayên paqijkirin. Kok dane û di hebûna xwe de jî israr dike.

Di van bajarên nû de wê jiyana ekolojîk û azad derkeve pêş. Gel û civak wê bikaribe sîstema xwe li van bajarên nû ava bike û jiyaneke azad bijî.

Dewleta dagirker jî dixwaze li gor xwe bajarên nû ava bike da ku li van bajaran desthilatdariya xwe bidomîne. Enkazê erdhejê hên li erdê ye di bin enkazan de hên cenaze hene lê wan hîmê bajarên nû avêtine jî.

Em çima dest bi bajarên ku Rêber Apo behs dike nakin?

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’
CIVAK Û JIYAN

‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’

25/05/2025
LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN
HAJMARA PDF

LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN

25/05/2025
Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e

25/05/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Entustrîkirina Çandê

25/05/2025
Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha
ÇAND Û HUNER

Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha

25/05/2025
Helbesta Rêber Apo ji zarokên Rihayê re
ÇAND Û HUNER

Helbesta Rêber Apo ji zarokên Rihayê re

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.