Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Berxwedana Rêber Apo tecrîd pûç kiriye’

26/02/2023
in ROJEV
A A
‘Berxwedana Rêber Apo tecrîd pûç kiriye’
Share on FacebookShare on Twitter

 

Endamê Desteya Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Nûh diyar kir ku piştî avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê û helwesta Rêber Apo dîrokeke nû hatiye nivîsandin.

Hemû dewletên desthilatdar ji berxwedaniya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ditirsin. Ji ber vê jî êrîşî vê fikrê dikin. Bi van êrîşên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê xwestin ku ev destkeftî tune bibe.  Derbarê mijarê endamê Desteya Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Nûh axivî.

 

Endamê Desteya Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Nûh diyar kir di dîrokê de gelek şoreşên Kurdan pêk hatine û got “Faşîzmê her carê êrîş kir. Lê piştî avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê û helwesta Rêber Apo dîrokeke nû hatiye nivîsandin.  Rêber Apo ji destpêka civaka xwezayî û heta roja me, li ser jiyana civakan lêkolîn kir û bersiv jê re dît. Ji bo tunekirina van destkeftiyan û ji bo ku desthilatdarî gel bikin koleyên xwe, dewletên desthilatdar bi her awayî êrîşî fikra azad kirin lê bi ser neketin. Ji ber ku desthilatdar bi ser neketin, komplo dan destpêkirin. Lê bi saya berxwedana şagirtên Rêber Apo û fikra neteweya demokratîk, desthilatdarî dîsa bin ketin.”

 

Salih Nûh diyar kir komplo bi dawî nebûye û got “Bi berxwedana Rêber Apo û berxwedana li zindanê komplo pûç bû lê desthilatdariyê xwest tecrîdê di nav tecrîdê de li ser Rêber Apo pêk bînin. Lê dîsa jî bin ketin. Ji ber ku gel xwedî li destkeftî û keda Rêber Apo derketin. Dewleta Tirk herî dawîn li hemberî berxwedana Rêber Apo êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir lê şagirtên Rêber Apo bi berxwedaneke bêhempa, li hemberî van êrîşan li ber xwe dan. Dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dixwazin bi her awayî destkeftiyan têk bibin lê divê bizanibin ku wê têk biçin. Em fedaiyên fikra neteweya demokratîk em ê berxwedana xwe geştir bikin.”  ANF

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.