Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Cîhan li hemberî gûhertinên demografî ya li Efrînê bê deng e!’

26/02/2023
in ROJEV
A A
’Cîhan li hemberî gûhertinên demografî ya li Efrînê bê deng e!’
Share on FacebookShare on Twitter

Îbrahîm Şêxo da xuyakirin piştî erdheja 6’ê Sibatê çeteyên dewleta Tirk li Cindêrisê welatiyên Kurd ji malên wan derxistin û ew ji alîkariyê pê par hiştin û got, divê rêxistinên navneteweyî û mirovî bi arkên xwe yên exlaqî rabin û li hemberî guhertina demografî ya ku li Efrînê tê meşandin, xwe bêdeng nekin.

Zana Roj/ Şehba

Ji destpêka dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêma Efrînê re, tevayî cûreyên binpêkirinan pêk anîn, li ser xweza, gelê resen, çand û ziman jî qirkirin da meşandin. Dewlêeta Tirk a dagirker ev e 5 salin guhrtina demografîk pêk tîn e. Li şûna gelê resen, erebên herêmên din bicih kirine û kampên metîngeriyê ava dike. Piştî erdheja 6’ê Sibatê carke din li Efrînê binpêkiriona mafê mirovan û guhertina demgrafîk gihişt lûtkeye, piştî rûdana erdhejê bajarokê Jindirêsê ji sedî 60 xerab bû, bi hezaran sedan mirov jiyana xwe ji dest dane û bi sedan jî di bi xirbeyan de man, vê carê jî komên çete yên girêdayî dewleta Tirk dest bi dizî, talannkirin û guhertina demgrafîk kirin.

’Li Cindirêsê xelk ji bin kavilan nehatin derxistin’

 Derbarê binpêkirinên mafê mirovan û rewşa dawî ya herêma Efrînê berpirsê Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Effrînê, Îbrahîm Şêxo ji rojnameya me re axivî.

Şêxo diyar kir ku li bajarokê Cindirêsê gelek ziyanên mezin di encama erdhejê de çêbûn e û wiha got: “Li gorî agahiyên di destê me de nêzî 1100 kesî jiyana xwe ji dest dan e û zêdeyî 2300 kesan jî birîndar bûn e. Herwiha heta niha bi sedan kes di bin kavilan de man û heyanî niha jî nehatine derxistin.”

’Komên çeteyan alîkariyên gel astengkirin’

Şêxo diyar kir ku komên çeteyan alîkariya gel ya ji bo derxistina welatiyan di bin kavilan de asteng kirin û wiha got: “Li Cindirêsê komêln çete destekdayîn û derxistina welatiyên resen ji bin kavilan asteng kirin, herwiha ji bo nederbaskirina alavên giran (tireks, bagire) yên ji bo rizgarkirina welatiyan ji bin kavilan, komên çeteyan riya di navber Efrîn û Cindirêsê de bi tamamî girt. Piştî roja 6’an êdî cenazeyên xelkê Efrînê hatin derxistin. Bajarokê Cindirêsê niha ji sedî 70 hatiye ruxandin, 100 avahî bi temamî hatine hilweşandin, em dikarin bêjin Cindirêsê niha bûye bajarekî wêrankirî.”

’Dewleta Tirk korîdorên mirovî girtin’

 Şêxo da zanîn ku piştî erdhejê Tirkiyê karîdorên di navber Efrîn û Tirkiyê de girtin û wiha domand: “Di vê karîseta erdhejê de, siyaseta Tirkiyê ya qirêj û qirkirina gelê Kurd dîsa jî hate dewam kirin, dagirkeriya Tirkiyê ji bo nederbaskirina alîkariyan ji herêma Efrînê re ku di bin dagirkeriya wê de ye, korîdorên (Bab el Selem û Bab el Hewe) girtin, henceta wî jî ew bû ku ji ber erdhejê ziyan li dergehên van korîdoran çêbûye. Siyaseta qirker a dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê jî piştî erdhejê eşker bû, bajarên ku piraniya neştecihên wê Kurdin, dagirkeriyê çavên xwe jê girtin û welatî di bin kavilan de hiştin. Herwiha alîkariyên mirovî ku rêxistinên mirovî dewleta radestî dewleta Tirk kirin, li bajarên Kurdan nehatin belavkirin.”

’Çeteyan dest danîn ser alîkariyan’

 Şêxo da zanîn ku piştî zext li dewleta Tirk û çeteyên wê ji aliyê rêxistinên mirovî ve hat kirin, alîkarî derbasî Cindêrisê kirin, lê alîkarî ji aliyê çeteyan ve hat destesekirin û wiha dewam kir: “Şerermeke mezin bû ku karîdor û alîkarî derbasî bajarokê Cindirêsê ku bi temamî hatiye rûxandin nebû, piştî zexta ku hat kirin, hin deriyên alîkariyê vebûn û hin alîkarî derbas bû, lê ew alîkarî bi giştî ket destê çeteyan û tenê li Ereban hat belavkirin.”

“Dewleta Tirkiyê guhartina demografîk û rewakirina dagirkeriyê dike”

 Îbrahîm destnîşan kir ku Tirkiyê di van demên dawiyê de kampan li Efrînê ji bo gelê Ereb çêdike û wiha domand: “Di van demên dawiyê de dewleta Tirk a dagirker ji bo bicihkirina gelê Ereb yên ku ji derve derbasî Efrînê bûne, li ser riya navçeya Reco, derdora Efrînê û li Cindirêsê kampan dide avakirin, Tirkiyê bi vê yekê dixwaze erebên hawirde li Efrînê bi cih bike, li aliyê din welatiyên Efrînê yên resen ji malên wan derdixin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dikin. Dagirkeriya Tirk bi vê yekê hewil dide guhartina demografîk pêk bîne û Kurdan li herêmê nehêle.”

’Divê li Efrînê pêşî li guhartina demografîk bê girtin’

 Berpirsê Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Effrînê,  Îbrahîm Şêxo da xuyakirin ku li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, herwiha li hemberî guhertina demografîk divê cîhan bê deng nemîne û axaftina xwe wiha qedand: “Gelê me yê Efrînê ji 5 salan ve rastî  tavahî binpêkirinên mafê mirovan tê, di bin zihniyeta dagirkrî û hovîtiya komên çeteyan de jiyan dikin, di nava vê karîsetê de Kurd rastî kuştin û talankirina mal û milkên hatin, dewleta Tirkiyê di vê dawiyê de amedekariya avakirina bajerekî li rex Cindirêsê dike ku bi navê (Bajarê Keramê) dike,  ger ev yek pêk were wê guhartina demografî di tavahî aliyên wê de bê pêkanîn, ji ber vê yekê jî em banga tavahî rêxistinên navnetewî û mirovî  dikin ku li hemberî kiryarên nemirovî û guhertina demografîk  xwe bêdeng nekin. “

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.