SOZDAR DEMÎR
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji ber erdhejê karaseteke pir mezin rû da. Dewleta Tirk a qirker ji ber ku tedîbrên pêwîst negirtin zêdeyî 40 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî birîndarin bûn û hîna jî bi bihezaran kes di binê kavilan de ne.
Dewleta Tirk heta niha jî jimara rast a qurbaniyan eşkere nekiriye û li gorî ku xuya dibe jimara rast a qurbaniyan gelekî zêdetire.
Ji bo şopandin û rastiya ku îro li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tê jîyîn de ragihandina Kurdî li her gund, navçe û bajaran bûn dengê gel. Kêlî bi kêlî rewşa gel dişopînin û ji raya giştî re radigihînin. Lê belê faşîzim ji bo ku rastiyan veşêre êrişî rojnamevan û malperên înternetê dike.
Wêne û dîmenên ku li ser medya civakî têne parvekirin pir baş xuya dike ku sebebê van erdhejan dewleta Tirk a dagirker e û ji bona ku rastî eşkere nebe her rêbazên qirêj li hemberî rojnamevanan nîşan dide.
Bi daxwaza Midûryeta Giştî ya Polîsan, Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 4’an a Enqereyê 340 hesabên Twitter, Telegram û Youtubê û malperên înternetê asteng kirin. Bi girtin û astengkirina van heseban re dixwazin rastiya ku heyî di taritiyê de bihêlin.
Di her bûyerê de desthilat berê xwe dide rojnamevanan, wan digrin û binçav dikin. Li her devera Kurdistanê zextek mezin li ser rojnamevanan tê kirin lê bi taybet li Bakurê Kurdistanê ev zêdetire. Heta niha bi sedan rojnamevan di zindanê de ne û rastî hemû cure tundiyê tên.
Dewleta Tirk hêvî dike ku bi girtin, binçavkirin û zextê qirêjiya xwe veşêre. Lê wê ti carî ev xewna wan pêk neyê û wê rastî ti carî di tariyê de nemîne.
Desthilatdariya AKP’ê ku bi gotinên, ‘Demokrasiyê’ bû desthilat, welat ji Kurdan re kir girtîgeh. Di sala 2016’an de pêvajoya Rewşa Awarte de bi rêya KHK’yan (biryarên di asta qanûnê de) nêzî 300 sazî û dezgehên çapemeniyê yên di bin kontrola wan de girtin. Ev desthilatdar dixwaze her tiştî li gorî xwe şîrove bike, her wiha çawan bixwaze wisan dide diyarkirin. Ji bona desthilata faşîst ya girîng; sûcên ku dikin dernekevin hole û bi her awayî jî bi rehetî bikare tundiya xwe li ser gel û rojnamevanan bide meşandine.
Desthilatdar dixwaze bi nave ‘Dezenformasyonê’ bi kanûna sansûrê dengê rojnamevanan bibire. Di her parvekirineke li ser medyaya dijîtal de jî dema desthilat aciz dike dozê vedike, lê niha di vê erdhejê de ev rastiya desthilatdariya AKP-MHP’ê hîn bêhtir derket hole, hîn bêhtir li ser rojnamevanan zextên mezintir çêdibin û hîn bêhtir doz di derbarê wan de tên vekirin.
Ji kêliyên destpêkê yên erdhêje heya niha her kesekî ku bi çi şêwazê dengê xwe bigîne raya giştî, rastiya deshilata ku di bin kavilan de maye raxist ber çavan. Tevî ku hesap dikirin ku ragihandin tepisandine û her tişt di bin kontrola wan de ye û ti rastî dernakevin holê jî ev erdheja çêbûyî nîşan da ku ti kes ji deshilatdariyê natisre û dikare hemû sucên wî raxe ber çavan. Ji ber vê yekê deshilatdariya AKP-MHP’ê şoqeke din derbas kir. Ji ber vê yekê karê ku destpêke kir ne rizgarkirina bin kavilan a ziyandîtiyên erdheje bû, bi lez bez bêdengkirina rojnamevanan û ev malperên dijîtal bû. Wisa hesap dike ku ger wan bigre, bikûje, bitirsîne wê hemû dizî, talan, komkûjî û sucên wan ji aliyê ti kesî ve nayen dîtin. Lê bi dehan caran îspat bûye ku rastî di tariyê de namînin. Ji ber êdî tiştekî ku rojnamevan û civak winda bike jî nemaye.