Rojnameya Ronahî

Li Şûna dibistanên ku zerar dîtine wê kampên xwendinê bên avakirin

Endama Kordînasyona Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê, Orûba Xelîl da zanîn ku ji ber erdhejê dibistanên herêma Şehbayê hatine girtin û got, ji bo xwendekar ji xwendinê qut nebin me dest bi avakirina kampên xwendinê kir.

 Zana Roj/ Şehba

Herêma Şehbayê yek ji herêmên Sûriyê ye ku ji ber şer gelek zerar dîtiye; mal, dibistan, bexçe, nixweşxane û  tevahiya binesaziya wê xerab bûye. Bi derbasbûna gelê Efrînê ya herêma Şehbayê, Rêveberiya Xweser tavahî dibistanên ku zerar dîtine çêkirin û dest bi perwerdeya xwendekaran kir. Piştî erdheja 6’ê Sibatê, ji ber ku gelek dibistanên herêma Şehbayê di êrişên dewleta tirk ya dagirker de zîyan dîtibûn, piştî erdhejê jî van dibistana ziyan dît û metirsiya hilweşandina wan heye. Lewma xwendina xwendekaran hat sekinandin û heya niha jî dest bi perwerdeyê nehatiye kirin.

Derbarê rewşa perwerdeyê li herêma Şehbayê endama Kordînasyona Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Orûba Xelîl ji rojnameya me re axivî.

’Di rewşekî awerte de dibistanên Şehbayê hatin bikaranîn’

Orûba Xelîl destnîşan kir ku dibistanên Şehbayê li gorî kêmderfetiyan hatin vekirin û wiha got: “Weke ku her kes dizane, Şehbayê di şer û pevçûnên demdirêj re derbasbûye. Êdî tevahî mal û avahiyên wê zerar dîtine û ji bo bikaranînê ne guncaw bûn. Lê ji ber neçarbûnê,  herwiha ji bo xwendekar ji xwendinê qut nebin, bi awayekî awerte dibistanên heyî yên ku zirar dîtine hatin çêkirin û xwendekar derbasî wan bûn û dest bi perwerdeya xwe kirin.”

Orûba da xuyakirin ku di encama erdhejê de jî avahiyên dibistanan zirarên  gelek mezin dîtin û wiha domand: “Di  herêma Şehbayê de bi gîştî 72 dibistan hene, di nava van dibistanan de hin avahî hene ku ji neçarî tên bikar anîn. Bê guman di erdheja ku hatiye rûdan de ev avahî rastî seqetiyên gelek mezin hatin û êdî bi karanîna wan ne mûmkîne. Niha 4 dibistan bi awayekî mezin zirar dîtine ew jî dibistana  Fafîn, Ehdas, Til Qirah û Til Rifetê ne. Ji ber wê niha dibistan hatine rawstandin û  heyanî ku çareserî tê dîtin, wê bên vekirin.”

Çareserî

Orûba da zanîn ku ji bo çaresekirina pirsgirêka dibistanên ku ziyan dîtine, Desteya Perwerdeyê dest bi avakirina kampên xwendinê kiriye û wiha domand: “Di rewşa heyî de em neçar man ku dibistanan bidin sekinandin, ev 2 hefte ne dibistan hatine rawestandin.  Ji bo çêkirina dibistanên ku ziyan dîtine demeke dirêj pêwîste, ji ber wê Desteya Perwerdeyê dest bi avakirina kampên xwendinê ji bo xwendekaran kir û hewil dide ku xwendekar ji xwendinê qut nebin. Li gorî ku me plan kiriye wê li her navçeyekê ji navçeyên herêma Şehbayê kampeke xwendinê bê avakirin.”

’Rêxistinên parastina zarokan divê li hember siyaseta qirkirinê erkê xwe pêk bîn in”

Endama Kordînasyona Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya herêma Şehbayê Orûba Xelîl di dawiya axaftina xwe de banga rêxistinên navnetewî û mirovî kir û wiha got: “Tevî ku li dijî gel û zarokên me siyaseta tinekirin û birçîkirinê jî tê meşandin, zarok bi biryardariyeke mezin xwendina xwe dewam dikin û ji armanca xwe venagerin. Em bang rêxistinên navneteweyî û yên ku parastina mafê zarokan dikin ku li hemberî siyaseta qirkirina zarokên me bêdeng nemînin û destekê bidin da ku zarokên me ji xewin û xeyalên xwe bê par nemînin.”