Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Desteya Tenduristiyê: Pêwîstiya lezgîn bi alîkariyên tendurstiyê heye

22/02/2023
in ROJEV
A A
Desteya Tenduristiyê: Pêwîstiya lezgîn bi alîkariyên tendurstiyê heye
Share on FacebookShare on Twitter

Endama Kordînasyona Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê Birîvan Hisên da xuyakirin ku tevî rewşa mirovî ya xerab ya ji ber erdhejê jî,  ambargoya hikumeta Şamê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser herêma Şehbayê bênavber dewam dikin û got, pêwîstiya herêmê bi alîkariyên lezgîn yên tenduristiyê heye.

 Zana Roj/ Şehba

 Rewşa herêma Şehbayê ji ya tevahiya herêmên Sûriyê cûdatir e. Piştî dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, gelê Efrîn berê xwe da herêma Şehbayê. Koçberên Efrînê ku li Şehbayê xwe bi cih kirin, ji wê demê ve û heta niha,  li aliyêkî rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tên û li aliyê din jî rastî dorpêça hikumeta Şamê tên. Piştî erdheja 6’ê Sibatê ku ziyaneke mezin li Bakurê Kurdistanê û gelek herêmên Sûriyê çêkir, rewşa herêma Şehbayê xerabtir bû. Tevî ku herêm Şehbayê di bin dorpêç û êrîşên hovane de jî, Rêveberiya Xweser a herêma Şehbayê  zêdeyî 2 hezar malbatên Helebê ku ji ber erdhejê ji malên xwe derketibûn, pêşwazî kir. Ji ber geşedanên dawî, li herêma Şehbayê aliyê ku herî zêde pêwîstiya wê bi alîkariyê heye, milê Tenduristiyê ye.

Derbarê rewşa herêma Şehbayê ya dawî û bi taybetî rewşa tendirûstiyê endama Kordînasyona Desteya Tenduristiyê li herêma Efrîn Birîvan Hisên ji me re axivî.

Siyaseta li ser herêma Şehbayê tê meşandin

 Birîvan Hisên bal kişand ser dijminahiya dewleta tirk ya bê sînor û siyaseta ku li ser Şehbayê tê meşandin û wiha got: “Di van geşedanên dawiyê de, tevî ku gelê li Şehbayê ji ber erdhejê gelek zirar dîtiye jî, dawleta Tirk a dagirker rojane herêmê topbaran dike. Ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker a herî dawiyê, kalmêrek ku ji helebê berê xwe dabû Şehbayê li Til şehîd bû. Herwiha li aliyêkî din jî, hikumeta Şamê ambargoyê li ser gelê Şehbayê feriz dike û siyaseta birçîkirina hê jî dimeşîne. Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê jî, dixwazin bi siyasetên xwe yên nemirovî îradeya gel têk bibin.”

‘Hikumeta Şamê nahêle alavên tenduristiyê û derman derbas bin’

 Birîvan da zanîn ku bi hatina hejmarek mezin ya hatina welatiyên Helebê, barê Desteya Tendirustiyê girantir bû û wiha domand: “Ji xwe ev bû demeke dirêj ku herêm di dorpêçeke ne mirovî re derbas dibe, tunebûna sotemeniyê bû sedema rawestandina gelek aliyên jiyanê. Bi koçbûna gelê me yê Helebê re jî, barê Rêveberiya Xweser a herêma Şehbayê ji her ali ve girantir bû. Ji bo xwedîderketina li gelê me, çi ji destê me tê em dikin. Hikumeta Şamê nahêle alavên tenduristiyê û derman derbasî herêmê bibe, yan jî eger bihêle baceyên pir mezin distîne.  Di qada tenduristiyê de em kêmasî û zehmetiyên pir mezin dikşînin. Ji ber rewşa zivistanê gelek nexweş derketin holê, bi taybetî hejmara zarokên nexweş pir e. Lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê û qedexekirina derbasbûna dermanan ji herêmê re, desteya tendirustiyê nikare derman û alevên tendûrîstî derbazbike. Niha bi awayekî lezgîn pêdivî bi dermanên bingehîn û alavên tenduristiyê heye.”

‘ Rêxistina tendûrîstî ya Cîhanî divê bi erkê xwe rabe’

 Endama Kordînasyona Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê Birîvan Hisên banga aliyên eleqedar kir ku xwedî li mirovahiyê derkevin û wiha axaftina xwe qedand: “Gelê Efrînê soza dewamiya berxwedanî û têkoşînê da ye. Em bang rêxistinên navnetewî û yên mirovî ku qaşo dibêjin ew mafê mirovahî û zarokan diparêzin, dikin ku li hemberî rewşa Şehbayê ya heyî bêdeng nemînin.  Divê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî bi erkê xwe yê exlaqî rabe û deriyê alîkariyê ji bo herêmê bê veke.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.