Rojnameya Ronahî

Suryanî bi Netewa Demokratîk parastina zimanê dayîkê dikin

 

Rêvebera Giştî a Saziya Olaf Tao ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Caklîn Silîba bi boneya Roja Cîhanî a Zimanê Dayikê got, “Rêveberiya Xweser zemîneke zêrîn da avakirin ku em ji nû ve wekî netew xwedî li zimanê Suryanî derkevin.”

Roja Zimanê Dayikê yê Navnetewî, ji bo hişyarkirina cihêrengiya ziman û çandî tê pîrozkirin, her sal li seranserê cîhanê di 21’ê Sibatê de tê pêşwazîkirin û ji aliyê UNESCO’yê ve cara yekem di 17’ê Mijdara 1999’an de hat ragihandin. Paşê ew bi fermî ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat pejirandin. Di pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya xwe dispêre projeya Netewa Demokratîk de, pêkhateyên li heremê dijîn bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdehiyê dibînin.

Têkildarî Roja Zimanê Dayikê yê Navneteweyî Rêvebera Giştî a Saziya Olaf Tao li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Caklîn Silîba axivî.

 

“Olaf Tao” parastina zimanê Suryanî dike

 

Caklîn Silîba 21’ê Sibatê ya Roja Zimanê Dayîkê li tevahî pêkhate û gelan pîroz kir û wiha dom kir: “Bi xemgînî em vê dibêjin, em di pêvajoyeke pir zor û zehmet re derbas dibin, ji ber Zimanê Suryanî negihiştiye wê asta ku tê xwestin. Em jî wekî Saziya Olaf Tao ji sala 2014’an de hewil didin ku vî zimanî ji wendabûnê biparêzin û tiştên nû biafirînin. Em li ser vê yekê dixebitin ku branşên bi zimanê Suryanî çêbikin her wiha mamosteyên ku van biranşan bi zimanê Suryanî li dibistanan bidin şagirtan, amade dikin. Branş ji refê pêşdibistan heya zaningehan bi her du beşên xwe yê zanistî û wêjeyî bi zimanê Suryanî tên amadekirin.”

 

‘Pergala dewletê xwest beriya gel zimanê qir bike’

 

Caklîn Silîba ya got ku sedema hebûna mirovan hebûna ziman e, anî ziman ku pergalên dewletê timî caran dixwazin beriya gel zimanê wê qir bikin û wiha dirêjî da gotina xwe: “Ziman hebûna mirovan li ser axa ku li ser dijî nîşan dide. Ji kêliya zarok di zaroktiya xwe de şîr ji pêsîra dayika xwe vedixwe pêre hînî ziman, çand, exlaq û kevneşopiya civaka xwe dibe. Ji ber wê jî em girîngiyê didin zimanê dayikê da ku mirov ji wê hişmendiya ji xwe bawer û dirust dest bi rêwîtiya jiyanê bike. Ji Bakurê Kurdistanê de heya Îraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewletên ku li heremê serdest bûn xwestin bi êrîşên we yê li dijî civakê, ziman berî gel qir bikin û hebûna wî têk bibin.”

 

Di pergala Rêveberiya Xweser de parastina çand û ziman

 

Caklîn Silîba balkişand ser projeya Rêvebera Xweser a li ser bingehê Netewa Demokratîk hemu gelan û pêkhateyan bi ziman, çand û hebûna wan hembêz dike û got ku zemîneke zêrîn ji wan re dan avakirin ku ew ji nû ve xwedî li zimanê Suryanî derkevin.

Caklîn Silîba wiha pêl da gotina xwe: “Di projeya Rêveberiya Xweser de me dikarîbû ku beşekî mezin ji mafê xwe bigrin û wekî fersendeke dîrokî bigrin dest ku wekî netew hebûna xwe biparêzin. Em bi vê yekê re dikarin di astên navneteweyî de jî daxwaza mafên gelê xwe bikin. Bi Rêveberiya Xweser re me dikarîbû ji nû ve xwe wekî gelekî esîl û xwedî şaristiyeke kevnar nîşan bidin û zimanê suryanî zindî bikin.”

 

Projeyên pêşxistina zimanê Suryanî

 

Caklîn Silîba ji bo bipêş xistina zimanê Suryanî destnîşan kir ku ew hîn projeyan amade dikin û plansaziyên saziyê wiha rêz kir: “Niha em branşan û mamosteyan amade dikin. Her wiha em li ser kişandina film û çîrokên zarokan dixebitin û hemû jî wê bi zimanê Suryanî be. Di demê pêş de em ê du peymangehên amadekirina mamosteyên zimanê Suryanî li Hesekê û Qamişlo yê vebikin. Her wiha waneyên cûda yê ziman em ê di demsala havînê de bidin şagirtan. Her wiha fîlmên zarokan û stranên Suryanî em ê çêbikin. Bê guman gelê me yê Suryan jî vê gava ku em davêjin û xebata dikin bi dilxweşî qebûl dikin û beşdar dibin. Zehmetî hene, lê îsrara me ji wê zêdetire ku em bikaribin bighêjin wê astê ku zimanê Suryanî tev biranşan di dibistanan de werin xwendin.”

 

‘Ziman keleha şaristaniyên me yên demokratîk e’

 

Caklîn Silîba bi vê peyamê dawî li axaftina xwe tîne: “Ruxmî zehmetî û pirsgirêkên siyasî û civakî û êrîşên heyî li ser herêmê, em ê meşa xwe di parastin û pêşxistina ziman, çand û dîroka suyranî de bidomînin. Bê guman destek tenê çepika naxe, hemû bi hev re em ê bikaribin proje û şoreşê biserbixin û ji vê girîngtir em ê pirzimaniya netewan ji wendabûnê biparêzin. Ziman keleha şaristaniyên me yên demokratîk e, xwedîderketin û hînkirina wê jî pêwîst e.”– JİNHA